Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Nûçe: 110 saliya Rojbûna Apo Osman Sebrî li Qamiþlo

 

 

Konê Reþ  

Bi helkeftina ku di doh (05.01.2015)an de, 110 sal di ser rojbûna rewþenbîr û têkoþerê kurd Osman Sebrî (Apo) re derbas dibe, bi vê helkeftinê me (Ez û mamoste Derwêþê Xalib, mamoste Deham Hesen), û Partiya Çep a Demokrat, semînerekê li dor Apo Osman Sebrî di malbenda Partiya Çep a Demokratî, hola Mîr Celadet Bedirxan de, li bajarê Qamiþlo li dar xist. Di nav re rêhevalê wî mamoste Salihê Gedo, hin bîranînên xwe pêre anîn ziman..Di dawiyê de hin giftûgo hatin kirin û mamoste Dilawer jî çend gotin gotin..



Osman Sebrî evê ku di nav me kurdên Sûriyê de, bi du xisletan hatiye naskirin; rewþenbîrî û siyasî û jiyana xwe ji van her du xisletan de mizaxtibû.. Anku jiyana xwe kiribû ardû ji serbestî û azadiya welatê xwe re.. û bi taybetî di ber kurdên sûriyê de..
Ew yek bû ji beþdarên serhildana Þêx Seîdê Pîran di sala 1925an de.. Endamekî komeleya Xoybûnê û lehengek ji lehengên þoreþa Agirî bû di sala 1030î de.. Duyemîn nivîskarê kovara Hawara mîr Celadet Bedirxan bû, piþtî Qedrî Can.. Di sala 1936an de, ew tekane welatiyê kurd bû ji kurdên Rojava ku, desthilata Fransî di sûriyê de, ew surgûnî Felestîn, Arîterya û Medageþker kirin.. Hem jî di sala 1957an de, wî û Dr. Nûreddîn Zaza û digel çend kesên din, Partî (P.D.K.S) li Sûriyê damezirandin..
Osman Sebrî 18 caran hatiye girtin û zindan kirin, du caran li Tirkiyê, du caran li Libnanê, du caran li Îraqê û 12 caran li Sûriyê û çendîn car li Sûriyê hatiye surgûn kirin..
Sed mixabin piþtî 110 salan ji rojbûna wî û 22 salan ji koçkirina wî a dawî, hêjî rêkxistinên me kurdên li Suriyê, nikarin bi hev re bîranîna wî vejînin an pêk bînin..! Nikarin yekîtiya gotina xwe diyar bikin..!!
Ez xweþ bawerim ku, em karibin di bîranîna wî de xwe bikin yek û bi hev re wî ji gelê xwe re bidin nasîn, hingê em ê karibin gotinên xwe jî bikin yek..
Vêca wek rêzgirtin û wefadarî ji kar û xebatên wî yên rewþenbîrî û siyasî re, em wî bibîr tînin û welatiyên xwe agahdarî nav û þanên vî lehengê kurd dikin.. Ji ber ku yê li kevnê xwe nepirse, neparêze û lê bixwedî dernekeve, zore ku karibe di rojên ayinde de tiþtekî çak û durist ji civaka xwe re pêþkêþ bike..
Em Osman Sebrî û kesên di bejna Osman Sebrî de ji kevnên xwe dibînin.. Ew û yên di bejna wî de cihên payebilindbûna me ne û ta ji me bê em ê li wiha kevnên xwe bi guhdan û miqatebûn bin û em ê wan bibîr bînin..
Ewe yê ku gotiye:
Xwe danînim ber sîtem û zorê
Divê serbilind ez biçim gorê
Gava bi rûmet biçim goristan
 Hêjaye bibim lawê Kurdistan.
Osman Sebrî
Cihê Apo; Osman Sebrî û kurdên di bejna wî buhiþta sermedî be.

Konê Reþ, Qamiþlo / 06.01.2016

 
 
 

 
 Ez û Apo Osman Sebrî di sala 1989an de.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark