Dema Dayik Rondikên xwe Di Landika Hêvîyan de dilorînin Û liber bayê Payîza Welat Xewnên xwe di dêrin û dibarînin…!
Wê çaxê Evîna te … Di Dilê minde hiþyar dibê Û ez liber Pêlên lehiya Hêsirên Dayikan bê Serî diçim Welatê min... Îro ji te dûrim Weke Çûkekî çengo kirî di Zivistaneke tarîde Bê Hêlîn mame…! Lê ez bûme þivanek liber xewnên vegera xwe Li himêza Axa tede Ew Axa kû xewnên pakrewanan himêz dike…! Ew xewnên kû di Landika þiyarya xwde wan dilorînim Û bi germîya dilopên xwîna xwe wan di parêzim Ji qirra tenêbûnê…!
AAAx … Ji vê tenê bûnê … Dema Perda tarîya xwe bi ser jiyana min de di weþînê Asoyên hebûna min wendadibin Sînor li Jiyana min teng dibin Û riya min di laþê min de namênê Wê çaxê qîrîna min di gewya minde bê deng dibê Lê Vedenga qîrîna birînên Pakrewanan Û lorîna Dayîkan Bi ser Darbestên Zarokan Ê kû bûne nîþana Welatê min…! Dîsa min hiþyardikin û berê min didin Evîna te Welatê min…. Hey Welatê di Cenga xwirtande Îro maye bê serî Gelo…ma rojek heye kû li te vegerim Û tu bûbê bi sery…?