|
|
|
|
|
|
|
Tengezar Marînî Delaloka min, ez, kî ji birîndarkirina awira te gunehbar nekim? Çi stranê bo wî zarokî dibêjî? Kî dê çîrokên kalo û pîrê bo te bibêje? Li ser serê te sîber heye dilê te miþt kovan e,
çavên min ji awira te miþt giriyê xwînê tu li nav roniyê yî De delaloka min, birayê xwe li nav wî textî bilorîne, û xwelî li serê me bike, bila êdî em li darbestan bibin
Delaloka min, bi wê toza bin lingê xwe, min binax bike û cîhanê jî.., hemî ên naxwazin li xwe mukur bihên hemî ên li ser awira te û giriyê birayê te bazaran dikin, peyvan difroþin, binax bike Ez, di çavên te de, welatekî gunehkar dibînim Di awira te de, cîhaneke tawanbar Bila pênaûsa min biþike Bila çavên min birijin Ka çi peyv wê zorahiya êþa te hilgirin?!
|
|
|
|
|
|
|
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene |
|
| |
|
|
|
|