Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Memdûh Selîm Begê Wanlî «1897 – 1976»

 


Konê Reþ

Memdûh Selîm Begê Wanlî; Ji pêþengên dîplomatên Kurda ye, endazyarê avakirina pêwendiya ye di navbera Kurdan û Ermeniyan de û Hîmdarê damezirandina Komela Xoybûnê ye.. Ew ji xelkên Wanê ye, kurê Cemîl Tewfîq Begê ye. Di hin cihan de jî navê wî Memdûh Cemîl Begê Selîm hatiye nivîsandin, hem jî bi navê Eskender Begê hatiye naskirin, ev navê wî yê veþartî bû.

Memdûh Selîm Beg, di sala 1897 an de li bajarê Wanê çêbûye, xwendina destpêkê li Wanê û ya bilind li Stenbolê di felsefeye û siyasetê de bi dawî aniye û di gel re jî fêrî zimanê Fransî bûye



Di sala 1927an de, Memdûh Selîm, bi dîplomasî û dostaniya xwe bi Ermeniyan re, karîbû wan razî dike ku alîkarbin bi Kurdan re ji avakirina komeyeya Xoybûnê û þoreþa Araratê re.. Ji rexekî din ve Mîr Celadet Bedirxan jî têkiliyên xwe bi welatparêzên Kurdan yên revyayî û sirgûnkirî re girêda wek Dr. Mihemed Þikrî Segvan li Bexdayê, Þerîf Paþa li Parîsê, Mistefa û Bozan Þahîn li Cerablis û Kobanî, Elî Riza kurê Þêx Seîd, Haco axa û Emîn Axa Perîxanê li Sûriyê, gundê Dugirê..û ji wan xwest ku li Beyrûtê kom bibin.. Û wiha di roja 5ê çêriya pêþî sala 1927 an de bi navê (Xoybûn), rêxistineke nû di mala Vahan Papazyan de hat damezirandin. Memdûh Selîm Beg û Mîr Celadet Bedirxan ji hîmdarên damezirandina Xoybûnê yên sereke bûn..     
 Wek ku me got, Memdûh Selîm Beg, rojên dawî ji jiyana xwe li bajarê Þamê derbas kiriye. Di sala 1976an de, li Þamê koça dawî kiriye û li taxa Kurdan, di goristana þêx Xalidê Neqiþbendî de, li kêleka rêhevalên xebata kurdewariyê mîr Celadet Bedirxan, Ekrem Cemîl Paþa, Qedrî Cemîl Paþa û Qadrî Can hatiye veþartin.
   Gazindek: Di dawiya vê xepartinê de gazindekê ji serokên rêxistinên Kurdên Sûriyê yên wê hingê dikim ku, bi erkê xwe yê netewî derbarî Memdûh Selîm Beg ranebûne.. Her wiha gazina min ji Kurdên Þamê û tev welatparêzên Kurdên Sûriyê jî heye; çawa guhnedane gora Memdûh Selîm Beg ku niha kes cihê wê nas nake..! Wax li vê sosretmayê..
Qamiþlo, 25.01.2015

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark