Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Mele Nûriyê Hesarî (Pirêþan) 1934 – 2011

 


Konê Reþ

Melayê zimanzan û helbestvan.. Melayê ku di bin bandora helbestên hevalê xwe Cegerxwîn de þiyar û serwextî derd, jan û nexweþiyên civata xwe bû û li ber þêx Elaeddînê Xiznewî rabû.. Mele, Sofî û mirîdên þêx Elaeddîn jî, þerê wî kirin, ew bi dînbûn û kufrê tewanbar kirin û di encam de pir êþiya.. Jiyanek bi kul, êþ û keder derbas kir.. Wî jî, ji kerba navê xwe kir Pirêþan.. Werin, em wî bibîr bînin û silavekê li giyanê wî bikin.


   Berî 4 salan di roja (25.01.2011) an de, Mele Nûriyê Hesarî (Pirêþan), yê ku navdarekî ziman û helbesta kurdî a kilasîk bû di nav Kurdên Sûriyê de, ji nav me barkir.. Bi koçkirina wî re stêrek geþ û bêdeng ji asmanê wêjeya Kurdî rijiya.. Lê navê wî, bi bilndî di rêza helbestvanên Kurd de tê rojevê.. Wî jî mîna Cegerxwîn, Palo, Tîrêj, Berazî, Keleþ, Rewî.. navê xwe bi berzbûn di qada rewþenbîriya Kurdî de tomar kir.. Û bi xortî rêzgirtina xwe di nav gel de çesipand..
   Erê, ew mîna mirîdekî Barzanî bû.. Xemxurekî ziman û rewþenbîriya Kurdî bû.. Bi ked û westandinê; hezkirina xwe di dilê welatiyên xwe de çand û navê xwe zindî kir.. Erê, ez jî ji Yezdanê mezin bi hêvî me ku cihê melayê Pirêþan buhiþt be. Wî navê xwe kir PIRÊÞAN, ji ber ku ew di jiyana xwe de pirr êþiya.. Erê pir êþ, jan, kul û derd dîtin.. Werin em bi hev re kurtiyekê ji jînenîgariya wî bixwînin:
   Mele Nûriyê Hesarî, di 1934 an de li Hesara Kercewsê çêbûye. Di nav Kurdan de bi naznavê Seydayê Pirêþan dihat naskirin. Navê diya wî Xanim e, navê bavê wî Mele Yûsivê kurê Emer e. Emer ji gundê Hêþtirekê ji malbata Etmanka, ji þaxê Elikan, ji herêma Hevêrkan bû. Erê, Mele Nûriyê Hesarî berî 4 salan ji nav me koçkiriye, em jî bejna xwe ji bîranîna wî re ditewînin.. Mala wî buhiþta rengîn be…
Wêne: Nivîskar Zeynelabdin Zinar, Mele Nûrî û ez, li mala mala wî, li Qamiþlo.

Konê Reþ, Qamiþlo, 25.01.2015

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark