Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: „Pîrmêr û pîrejinên Qendîlê“ Çi ji başûrê Kurdistanê dixwazIN?

 


Cankurd

Em tev dizanin ku baregeha PKK ya siyasî û serekîn, li doravka Imranliyê ye û ya leşkerî jî li çiyayê Qendîl e. Herdu baregeh ne li bakurê Kurdistanê ne. Eve jî jarbûna vê partiyê dide tazî kir, tevî ku ew xwe wekî mestirîn partiya siyasî, di Rojhilata navîn de, dide xuyakirinê.  PKK yek gund li bakurê Kurdistanê, paş 31 salan ji hilgirtina tivengê, azad nekiriye. Eve jî rastiyeke dî ye. Ji ber vê yekê, giraniya xwe dide ser parçeyên dî yên Kurdistanê. Li bakur di hilbijartinan de pir bi pêş ve neçûye û hinek partiyên dî yên bi siyasetin ne li gel xêza PKK pêda dibin û di bin alaya kurdistanî de, ne ya komonîstan û ne jî ya Lîtuaniya an Angola, xebata xwe dikin.


 Du partiyên giring: (PDK-T) û (PAK), bi aşkereyî siloganên neteweyî yên kurdistanî davêjin ortê, eve jî di dema pêş me de wê gelek Kurdan bi ser van de bîne û wê dengên wan Kurdan jî di hilbijartinan de bo van partiyan bistîne, ji ber ku Kurd hemî têgihane, ku tiveng ne her tiştek e û carina mirov bê tivengê dikane destkeftiyan bi destxîne. Eve jî bo PKK ne baş e.
Ji ber ku gengeşiyên mediyayî û devkî, di navbera dewletê û PKK de, heta niha çi rûn bi ser dew nexistine, hêviyên gelek çavdêrên vê kefteleftê jar bûne û tew nebawerin, ku dewlet tiştekî giranbiha ji dest bide, û hevalêd tivingdar jî li çiya êdî gilî û gazincên xwe ji şernekirina bêçare dikin, ji serokatiya „pîrmêr û pîrejinên Qendîlê“ dilgiran û hosan bûne, PKK niha bizavên xwe dike, ku li parçeyên dî yên Kurdistanê bibe xudan deselatekê, wek bazarvanê ku li derekê ziyaneke mezin dîtiye û dipeke û dibeze, da li dereke dî bi ser keve. Eger ev jî nebû ew bibe hevparê deselatekê, eger ya Kurdan nebû, ya ne Kurdan jî baş e, ji ber ku ji wan re serkeftineke berbiçav pêwîste.
Li rojavayê Kurdistanê, ku bê navê ‚Kurdistan‘ herdem bi nav dikin, xwexuyîkirineke „Idareyeke“ „demoqrat!!“ ava kirin, hêzên dî yên kurdî jê bidûrxistin û qorî kirin, û şêxê êleke Erebî kirin berpirsê kantona tev mezin (Ya cezîrê) û navê ‚Kurd‘ û ‚Kurdistan‘ avêtin „çopê“ (Wek Hatip Dicle gotiye), hema ew bizav neçû serî. Di orta kantona Cezîrê de deselata Esed ta niha bi cîh û war e, û hîmê Hafiz Esed di orta bajêrê Qamîşlokê de li ber çavan e. Di Kurdaxê de, xwexuyîkirin „Idare“ bûye çawîşekî girs ê ji bo berevkirina pacê û destdanîna ser dêrîna kesên ne li gel PKK ne. Di Kobaniyê em dibînin çi ziyan û „Xezeb“ bi serê gelê me de, ji ber siyaseta çewt a PYD hat. Eger piştvaniya Pêşmerge û hêzên asîmanî yên USA û hevalbendên wê nebana, wê rewş hîn wêrantir biba.
Li Rojhilatê Kurdistanê PJAK hate pêdakirin, xwîna gelek xort û keçên Kurd li wir hate rêtin   û ji nişka ve PJAK a PKK berşê û winda bû, çi li wir qewimî nema em dizanin. 
Dema DAISH avêtiye ser Şengar û derdora Kerkûkê, ji PKK re delîveyeke nû pêda bû, ku xwe tev li kar û barên başûrê Kurdistanê bike. Hinek şervanên xwe hinartin bo sengerên cengê, lê di mediya xwe de, û bi taybet di „Ronahî TV“ de, cenga PKK ya mezin li ser serokatiya başûrê Kurdistanê bû. Em dikanin vê yekê bi belge bidin gelê xwe, lê gava Pêşmerge bi wêrekî avêt ser hemî cîh û warên DAISH, êdî PKK bizava xwe kir, da Şengar nekeve nav sînorê Kurdistanê, û xebata xwe kir bo avakirina kantoneke Şengarî ya serbixwe, ku negirêdayî deselata başûrê Kurdistanê be. Gava di vê bizavê de jî bi serneket û gelê me yê  zdî ev pilan bi tundî neykir, û wekî berbestkirina yekbûna xakî Kurdistan da xuyakirinê, êdî pêwîste PKK bernameyeke dî bavêje meydanê. Lê ji bo çi?
1.Rûniştina pîremêr û pîrejinan di şikeftên Qendîlê de „servehesîn“e, lê ji bo xort û keçan windakirina temenê wan e, û gelek ji wan bêguman niha dibêjin: „Me mal û xwendina xwe hêlan, ne ji bo daniştina di van çiya de û ji bo xwarina gûz û palûtan. Em hatibûn niştê xwe rizgar bikin.“ Rawestandina cengê li bakur, bê bidestxistina aştiyê wê PKK jartir bike û wê gelek kes ji bin basikên wê birevin.
2. Li rojavayê Kurdistanê, ku bajêrê Kobanî bi tevayî hatiye wêrankirin, harîkariyeke nêvneteweyî ya mezin pêwîst e, eve jî bi rêya PYD bi dest nakeve, ne deselata Esed, ne Iran û ne jî Uris vê piştgirtiyê ji PYD re dikin. Welatên Rojavayî jî Dixwazin hemî harîkariya xwe bi Kurdan re di rêya deselata başûrê Kurdistanê re bikin. PKK jî dizane, ku ewên xwexuyîkirina „demqrat“ dikin, li ber gelê Kurd ji bo wêrankirin û avakirina kobaniyê berpirs in. PYD li ser zimanê Salih Muslim li Hewlêrê got: „Em ji mecbûriyetê hatine vira!“. Hinek ji Kurdan wilo têdigihin, ku PKK binzor bû, ku hevalêd xwe yên PYD bişîne Hewlêrê, ne ji ber baweiya bi yekbûna xebata gelê Kurd. PKK xwe tew wekî partiyekî kurdî nabîne. Lew re ew nikane ji berprsiya xwe di Kobaniyê de bireve.
3. Çendîn car YPG li gel hêzên USA di cengê de kar bike, deselata Amerîka dîsa jî wê mîna dostekî ji xwe re nabîne. Li vir hinek bingehên ramanî hene, hema dîsa jî Amerîka mifayê ji neyarên xwe dibîne, wekî çewa di cenga Afganistanê de mifa ji Iranê dîtibû, û di Iraqê de ji wê mifa li hember Seddam Husên dît û niha jî dij bi DAISH dibîne, lê Iran dimîne yek ji mestirîn neyarên Amerîka. 
PKK ji ber van egeran û ji bo hinek bercewendiyên xwe yên partînî gef û gurran dide serokatiya başûrê Kurdistanê, û li wê zor dike, û sê tîran davêje, her yek bi aliyekî de:
-Ew bo Tirkan dibêje: Em amadene, ku ji qada cengê li dij we derkevin û bibine hêzeke leşkerî ya kurdistanî, ku bi fermana hevpar a hêzên Kurdistanê bixebitin, ji me netirsin, êdî em li dij we tiştekî nakin. Tenha piştvaniya me bi tengerêyekê „korîdorekê“ bikin, da em bajêrê Kobanê ji nû ve avabikin û li ber Ewrûpa û USA me wek dost bidin xuyakirin, ne wek têrorîstan.
-Ew bo Kurdan dibêje: Paş ku me piştvaniya birayên xwe li „Başûr“ dij bi DAISH kir, ma qey mafê me nîne em jî bibin hêlek di deselata wir de? Eve jî diyar dike, ku nezaniyek di vir de heye: Hem ji aliyê siyasî, û hem ji aliyê leşkerî ve, PKK ne hêzeke başûrê Kurdistanê ye, ku ta niha pareke ji komara Iraqê. Ev xwestek „axaz“ rast nîşana tênegihîştina ramiyarî ye. Gotina hêja Murat Qereyelan li ser vê mijarê, wek Kurd dibêjin: „Tew nakeve aqilan.“ 
-Ew bo Iranê dibêje: Eger hûn piştvaniya me nekin û zorê li Esed nekin, da ji me re bergeheke firehtir bide bo xwexuyîkirina di rojavayê Kurdistanê de, em ê tev li hêzên pêşmerge bibin, û bi wê şêweyê wê terazûna hêzan di Iraq û Sûriye de bite guhartin.
Erê, paş şikestinên PKK di bakurê Kurdistanê de, ku li wir xwe wek hêzeke „kurdî“ nabîne, dixwaze niha bibe hevparê deselata siyasî û leşkerî di başûrê Kurdistanê de, da di çavên cîhanê de dîmenê xwe biguhêre. Ew heta niha wekî hêzeke „Têrorîst“ hatiye şeqlekirin.         Ta kijan pileyê deselata başûrê Kurdistanê bo hembêzkirina PKK amade ye, û ew ê çewa hevpariya leşkerî û siyasî bi PKK re, bi Iraqiyan bide pejirandin, ez vê yekê nizanim, hema metelokeke Kurdan heye dibêje: „Bira bira ye, bazar li der ha ye!

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark