|
|
|
|
|
|
|
Gotar: Careke Din Mîr Miqdad Medhet Bedirxan û Rojnameya KURDISTAN |
Konê Reþ Di dawiya sala 1897an de, ji neçarî Mîr Miqdad Medhet Bedirxan Stenbol li paþ xwe hiþtiye û berê xwe daye Qahîre.. Li Misrê wek rikeberekî dijî siyaseta Sulatan Abdulhemîdê/2an, ji bo pêþketina Kurdan kar û xebat kiriye û di roja 22ê Nîsana 1898an de, anku di rojek wek îro 22.4.2024an de, berî 126 salan, yekemîn rojnameya bi zimanê Kurdî, bi navê (KURDISTAN) weþandîye û di nav rûpelên wê de wiha gazî û hawarî Kurdan kirîye û gotiye: (Gelî Mîr û Axano! Kurmancno! qenc bizanin xwendin, ilm û merîfet li dinyayê û axretê rûyê mirov sipî dike. Niho zaroyên xwe fêr bikin ilm û merîfetan hûn bi xulaqetê xwe þûcai û cesûrin, heke hûn bibin xweyî ilm, hûnê ji dinyayê hemîyan xurtir û dewlemendtir bin..). Mîr Miqdad Medhet Bedirxan, rojnameya KURDISTAN, (4) Qahîre/1898. |
Bixwîne... Gotar |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Gotar: ZABÊL, EZ ERMENÎ ME! |
Þîlan DoskîHer laperekê ku diqulipînim…metirsî, eþkence, gef û sêdare, çavên min bi xwendina tîp û risteyên bi jan bi nemirovaniya dîrokê re dibin karwanî… Serkîsê Kêvo(Hilûç) biþkojên hêviyên temenê ciwaniya wî ku bi þûrê Osmaniyan li ser dêmê jiyanê hatine werandin, wek bi hezaran Ermenî berê xwe dide rêya revê. Ew ji germiya himêza Dayik û Bab, Xûþk û Bira dibe mêvanê newal û çiya, deþt û latan… Çavên wî bi komên kesên serjêvekirî, komên jinên ji paxilên xwe ve hilawîstî, mêr û jinên ko pêyên wan hemûyan bi mîxan nalkirî, komên zarokên bê dest û bê pê, xilmaþ dibûn. |
Bixwîne... Gotar |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Weke berdewamiyekê di siyaseta, bêdengkirin, qirkirin û girtinê de, çekdarên PYDê endamê komîta herêmî ya Partiya Gel a Kurdistanî - Sûriya û endamê Encûmena Niþtimanî ya Kurdî Hesam Dorsin, demjimêr 11ê êvarê roja Duþemê 1ê Nîsanê, li navenda bajarê Dêrikê bi otombîla wî revandin, Tevî dûvçûna me bo navendên û dezgehên PYDê, wan hebûna wî li ba xwe red kir, ku ev yek bû sedema peydakirina metirsiyeke cidî li ba me li ser jiyana wî, nexasim Hesam Dorsin nexweþ e û birîneke kevin di serê wî de heye. Di demekê de ku em vê revandinê þermezar dikin, em bang li Hevpeymaniya Navdewletî û rêxistinên navdewletî yên li Sûriyê dikin, ku fiþarê li rêveberiya PYDê û Hêzên Sûriya Demokratîk bikin da ku endamê Polîtbîroya Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya Behzad Dorsin, ku ji sala 2012an ve revandî ye, û Hesam Dorsin, endamê komîta herêmî ya Partiya Gel a Kurdistanî - Sûriya, serbest werin berdan û ji bo misogerkirina ewlehiya wan, ji ber ku ji dema hatine revandin çarenivîsa wan ne diyar e, û em bang dikin ku sînorek ji van kiryaran re were dayîn. |
Bixwîne... Daxuyanî |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Gotar: Ji Ristezara Elindê 98. |
Mizgîn HeskoAvrêl. Nîsan. April. Bihara navîn Bi Ferensî: Avril. Bi Yûnanî: Aphrodite. Avrêl yan jî“ Nîsan „ ku bixwe meha çaremîn ji salnameya zayînî ye û li gor bav û kalên me, ew Bihara navîn e. Tekez û li gor wan, di salê de, çar demsalên hene û her demsalek,xwedan sê mehên xwe ye û wiha rewþa bayî û pileya germê di her mehekê de, cudatir ji ya dinê ye û bandora vê yekê li ser zevî û demên kesixandina rezî û çandiniya tovî pir balkêþ e. |
Bixwîne... Gotar |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nûçe: Komeleya Kurdî-Elmanî pêþingeheka þêwekariyê li bajarê Þilêswîg vekir |
Li bajarê Þilêswîg li bakurê Elmanyayê, Komeleya Kurdî-Elmanî pêþingeheka hunerî ji du þêwekarên jin re vekir. Þêwekar Sirwe Berzenjî ji Baþûrê Kurdistanê û þêwekar Renda Silêman ji Rojavayê Kurdistanê, bi kevaline ciwan û qeþeng beþdar bûne. Piraniya kevalan li ser jinê bi giþtî û li ser jina Kurd bi taybetî hatine nigarkirin. Ev yekem care li bajarê Þilêswîg pêþinegeheka du þêwekarên jin ji Kurdistanê, bi simbol û tevnehûnên Kurdewarî ji miletên corbicor tête pêþkêþ kirin. Pêþingeh li avahiya (Kultur L) ji 22.03.2024an heta 19.04.2024an dê berdewam tablo bi dîwarên pêþengehê ve bimînin. Destpêkê Herdu rêzdaran mamoste Çira Doskî û Xanim Sîlkê Vîlig (Sylke Willig) bi firehî li ser evê çalakiyê û huneriya kar axivîn, digel pênasandina herdu þêwekarên jin xanim Sirwe û Renda kirin. Hêja ye gotinê ye ko ji sedemên xwe ên taybet þêwekar Sirwe Berzenjî li pêþengehê ne amade bû.
|
Bixwîne... Nûçe |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nûçe: Amadekariyên Cejna Newrozê Li Bajarê Schleswig (Þilêswîg) |
Bi bûneya hatina cejna Newrozê, Komeleya Kurdî-Elmanî li bajarê Þilêswîg dê bi hin çalakiyên balkêþ rabe. Li roja 20.03.2024an demjimêr 16.00 bi vexwendina kesayetiyên bajar dê agirê Newrozê li navenda bajar bête hilkirin û bi diyarîkirina gulan li ser amadebûyan Newroza wan bête pîroz kirin. Hin endamên Komeleyê jî xwebexþ dê piþtî hilkirina agirî diyariyan li ser zarokan belav bikin. Bername wê bi govend û þahiyê li dora agir xweþtir bibe. Em ji amadebûyan hêvî dikin, paqijiya navenda bajar û ewlehiyê biparêzin. Dîsa jî, em ji Kurdistaniyên xwe daxwaz dikin ku ahenga xwe bi aramî û xweþî pêk bînin û wateya Newrozê nîþan bikin. |
Bixwîne... Nûçe |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Hejmara (21) a kovara Þermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê kurdî û erebî tê weþandin, derket. Dosyaya vê hejmarê (Þoreþa Wêjeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê) ye, ji pêþekiya hejmarê: " Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji sala 2012’an ve di gelek guhertinan re derbas bûn û ji wê demê de þoreþeke siyasî, civakî û çandî lidar e. Peymana Civakî ya Rêveberiya Xweser mafên rewa yên zimanî û çandî yên hemû gelên herêmê “Kurd, Ereb, Suryan... hwd.”, di nav de jî azadiya weþangeriyê diparêze. Di encamê de qada wêjeyî bi awayê îdarî di forma xwe ya fermî (Rêveberiya Xweser) de hat organîzekirin, di heman demê de derfet ji saziyên wêjeyî yên xwecihî re hat dayîn ku bi berhemên xwe derkevin holê, bi hev re bibin alîkar ku tevgereke wêjeyî ya ciddî li herêmê çêbibe, di encamê de çapxane, weþanxane, pirtûkxane, navendên wêjeyî û wergerê û rojnamevaniya wêjeyî û destpêkirina proseya çapkirin û weþana pirtûkên bi zimanê dayikê, bi taybetî Kurdî û Erebî, derketin pêþ. |
Bixwîne... Berhemên Nû |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Lêkolîn: Rola kovara (Ronahî) di çand û bizava çapemenya Kurdî de .. Xelek: 9(Hej.13,14,15,16) |
Dr.Phil.Ebdilmecît ÞêxoDi çîroka (roviyê qut) de wehe hatiye nivîsîn:Rojekê roviyek hebû,ew herdem diçû mastê pîrekê dixwar,pîr pir bêhnteng dibû,þevekê pîr li mastê xwe dipa,ewê dît roviyek di nîvî þevê de hat û mastê wê xwar, pîrê rahiþte þonikê û ewa li rovî werda,dûvê rovî qut bû,lê gava ew çûye cem hevalên xwe,her roviyekî bi wî re got:(Ha quto min di bin dûv kuto).Paþê rovî bi xwe re got:Ez nikanim bê dûv di nav roviyan de bimînim,ew çûye cem pîrê û bi wê re got:Tu duvçilka min bide min,ez nikanim di nav hevalên xwe de bê dûv bimînim,ezê dewsa dûvçilka xwe sewêlek pere bidim te,pîrê dûvçilka roviyê li wî vegerand,lê bi serda jî çend morik û zengilok jî pêve kiribû,rovî pir bi kêf (dilxwaþî)çû nav roviyan,hemûyan ji rovî pirsîn;te ev tiþtên xweþik ji kuderê peyda kirine,tu dikanî dûvên me jî weha çêkî? |
Bixwîne... Lêkolîn |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Gotar: Dilopek rehnî li ser Gardiyan ya nivîskar Bûbê Eser |
Rêber HebûnEv pirtûk mirov dikare ji qurzîka nivîsên belgeyî ve lê meyze bike bêhtirî ku lê mîna romanekî binêre , ew ji cûreya nivîsên ku hewil didin rewþa çaxekî bînin ziman, têde tevgerên kurdî ligel çepgiran li meydana jiyana siyasî diyar dibûn, ew dîmena çaxekî tarî ezber dike û hewil dide ku bibe cihê dan û standinê. Nivîskar Bûbê Eser bi xwe girtiyekî siyasî bû, di wê zîndana a bi sernavê Gardiyan de, gelek salan jiyabû, mîna her girtiyekî para xwe ji iþkenc û lêdanê dîtibû, ew nivîs dagirtî þewat ,xemgînî û bê hêvî ne, lê girîngiya xwe ji nifþên nû re û kesên ku doza rastiyê dikin heye, ew girtîgeh dîmeneke ji dîmenên dîroka tekoþîndariya siyasî û xebata netewî a Kurdistanî li bakûr aþkere dike, helbet di wan çaxên heþtî de gelek tevger li seranserî rojhilata navîn derketin , li hember ricîmên mîna Tirkî, Îran, Sûrî, Îraq û Libnanê sekînîbûn, liv û tevgerên wan ne bi qasî xurtbûna wan desthilatiyan bûn , |
Bixwîne... Gotar |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Lêkolîn: Rola kovara (Ronahî) di pêþketina çand û çapemeniya Kurdî de.. Xelek:8 Hej.(6,7,8,9,10,11,12) |
Dr.Phil.Ebdilmecît Þêxo Çawa kovara(Ronahî)giringî dabûye gotarên cur bi cur û nûçeyên navçeyî û cîhanî,herweha jî ewê giringî dabûye piraniyên cureyên wêjeya Kurdî;(çîrokên gelêrî,helbest,pend û þîret),emê di destpêkê de piraniyên çîrokên gelêrî di kovarê de nemaze yên li gorî me, pir balkêþ û watedar ji hejmara (1)ê tanî (28) an de bi xwendevanan bidin nasîn û nirxên wan jî li gor nirînên xwe bi kurtebirî þirove bikin,lê divê em destnîþan jî bikin ku di vê xelekê de serpêhatiyek jî bi pênûsa Celadet Bedirxan hatiye weþandin. |
Bixwîne... Lêkolîn |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Berhemên Nû: Helbestvan û nivîskara Kurdistanî Mizgîn Hesko bi berhemeke nû, tête pêþbirî xwîner û hezkiriyên çand û wêjeya Kurdî. |
/ Dayikên me, xwedanên deh destan bûn û di þevên reþ û tarî de, Gelawêjên ronîdar bûn û tiliyên xwe ji nifþên nûhatî re, find û þemal vêdixistin. Ji bo wan, ev gulbijêra gotaran diyarî ye./ Wiha Mizgîn Hesko û bi vê berhema xwe a herî nuh, bi gulbijêreke ji gotarên xwe, tête meydana hizirmendiyê. Di berhemê de, 35 nivîsên renge, reng cî digirin û ji wan jî hin bi þêweya lêkolanê ( Lêkolîn) û hin bi þêweya xwendin û nirxandinên wêjeyî û ji mijarên sereke, ên ku di berhemê de, cî digirin: Jin û hebûna wê a taybet. Jin û pirsa wêjeyê. Covid- 19 ( korona û hin mijarên girêdayî Pandemiyê. Kurd û nemaza di warên hizirîn û dan û sitandinê de û hwd. |
Bixwîne... Berhemên Nû |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Çîrok: Fermana Destgîrkirinê (kurte çîrok) |
Zara SalihWê êvarê, otomobîla xwe ,bi firêmekî jikel, rawestand. Herdu leþkerên çekdar yên pêre li wir man, lê ew bi tena xwe ber bi derî ve çû. Destê xwe avête simbêlan, ku her rep bûn mîna stiriyên jîjoyan, û çend kulmên giran li wî deriyê hesinî dan û kaxezek ji berîka xwe derxist. Çend xule bêdeng derbasbûn, êdî ji nîþka ve bi zîqênî derî vebû. Çavên wî çi bibînin, tenê du lingên mezin mîna yê cinaweran li ber wî ketin û ne giha serî bibîne. Tevzînokên sar hemû laþê wî girt û nema zanîbû çi bike, xwêsî li þûna gotina di qirka wî de ma û wilo, lêferihayî, sekinî û rê ne dida deng da derkeve ji zengelorê. Rabû, bi destekî lerizî, ew kaxez da dest. Tirs her berdewam e. |
Bixwîne... Çîrok |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Gotar: Rêyên zanyarî ji tekoþîndariya nijadperestî, koçberîbûn û totelîteriyê re |
Rêber Hebûnji pirtûka Evîn hebûn e û hebûn zanîn e 1- xuristiya sîstemên rojhilatnavînîRojhilata navîn di seranserê neqþeya xwe de ricîmên mîna mafiyayê têde berz dibin, rewa ne di warê navdewletî de, terorê li pêþ çavê cîhana sivîl pêktîne, guhertina wê bi destê destwerdana derveyî ve ye, ne li ser xwestek û vîna cemaweran e, li gel wê ew dewletan tundiya kor pêktînin ji bo serkotkirina çi tevgereke gelerî armanca xwe guhertin e, li pêþ newêrekiya van desthilatan û sertiya wan ji kolekirina cemaweran û dûrxistina wan ji þêweyên têgihiþtina jiyanê, dema jehrên xwe yên netewî û ragehî ji gelên xwe re dihêlin bi rêya wê ve fermandariya xwe ji civakê re berdewam dikin carne bi xapandinê ve û carne din bi hêzê ve,li gel wê em dikarin bibêjin ku vexwenderê guhertinê ( dijberiyên çekdar) ne rastbûn bi vexwendina xwe ji guhertinê re, ew têgeha guhertinê tênegihîþtin ji bilî guhertina kesayetan û danîna kesayetên din dewsa yên berê, xemên ên nû tenê berdewamkirina rêbaza pêþiyên xwe yên zorkar (Hilbûna Sûrî) (Îraq piþtî ketina Seddam Husên.) |
Bixwîne... Gotar |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Gotar: Dermankirina bi Peyvan |
HUNER BEHZAD CINÊDÎ Yek ji arezûyên min ên herî nêzî min -di jiyana min a giþtî û taybet de- nêçîra peyv, hevok û wateyan e! Li peyvên kûr, watedar û pîroz digerim. Nêçîriya wan ji pirtûkan, ji axaftinên bavê xwe, ji lavayên dayika xwe û ji rûpelên hevalan dikim. Wan ji devê mirovên normal, ji nav peyarêkên kolanên kevnar, ji þûnwaran, ji pelên ketî...ez wan dinivîsim, ezber dikim, maç dikim, hembêz dikim... Bi wan re direqisim, radikevim û bi wan re dijîm û bi wan dimirim...Belê, ew peyv in! |
Bixwîne... Gotar |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Zagros Osman keçek zarok li Biyanistan mezin bû ye, wê yekemîn car ligel Diya xwe serdana Welatê Dê û Bava bike, loma ew þerpesze bû ye, ji Bavê xwe re dibêje: Baba eger hat û ez giham Welêt ditirsim Axa wî li min xwedî derneke ve, Bayê wî guhnede min, Ap û Xal min nasnekin, ditirsim hinek li Nasnameya min bipirsin, hebe xelk rûnedin min, an ku Axa wî þopa Nigê min nasneke, ditirsim li ser Rê winda bibim. Bav gote Zaroka xwe: keça min ev Welat ne mîna ti Welata ye, Welate… Welat.. Welatê me ye ji Gerdonek dîtire, dil mezine ,Asîman bilinde, Sîng firehe, pêdiviyî Nasnameya nabe da ku Te nas bike, Ti qetek ji wî ye, hema ku dengê dilkutkên Te bibhîze wê Te nas bike, tenê Þîrheraman nasnake, dilgiran nebe Karika min, Mih li Berxa xwe dibane, di Welatê xwe de ti carî Tu derbider nabe, li ber Dergehan parsê nake, ew hêlîna Te ye, de here û dema Ti gihiþtê bi Axa wî desmêj bigre, jibo Roka wî limêj bike, Toza wî hilmije, Bûnewer… Ba… |
Bixwîne... Gotar |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Gotar: DI ROJA ZIMANÊ ZIKMAKÎ DE |
HIÞMEND ÞÊXO MIN DIGOT QEY TU BI ZIMANÎMA TU BI KURMANCÎ NIZANÎ.. CEGERXWÎNDi roja zimanê zikmakî de ez vê pirtûka xwe diyarî hemû mamosteyên "Zimanê Kurdî" dikim. Hînkirina Zimanê Kurdî - Asta Yekemîn Korsa Hînkirina Zimanê Kurdî li Zanîngeha Helebê Di Tebaxa sala 2021an de Zanîngeha Helebê - Amojgeha bilind a zimanan - Beþê zimanên niþtimanî bangek bi derxistin û korsa yekem a fêrkirina Zimanên Kurdî - Ermenî û Siryanî ragihandin. Di vê çarçewê de û bi armanca parastin û pêþxistina "Zimanê Kurdî" min ev pirtûka ji bo korsa zimanê kurdî - Zanîngeha Helebê amede kir. |
Bixwîne... Gotar |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Gotarên kevin
30.03.24 | · | NE TIRS E |
29.03.24 | · | Þûnmayên me.. |
27.03.24 | · | Komeleya Kurdî-Elmanî pêþingeheka þêwekariyê li bajarê Þilêswîg vekir |
· | Þevên xemgîn ên Berfanbarê. |
18.03.24 | · | Amadekariyên Cejna Newrozê Li Bajarê Schleswig (Þilêswîg) |
17.03.24 | · | Vedenga kiþwerên omîdan. |
16.03.24 | · | Hejmara (21) a Kovara Þermola Derket |
· | Rola kovara (Ronahî) di çand û bizava çapemenya Kurdî de .. Xelek: 9(Hej.13,14,15,16) |
· | BÊHNA ÇIYAN |
· | Derew |
12.03.24 | · | Dilopek rehnî li ser Gardiyan ya nivîskar Bûbê Eser |
11.03.24 | · | Vedenga þevê |
· | Ahenga Roja Cîhanî ya Jinê û Roja Cil û Bergên Kurdî |
09.03.24 | · | Mûzîk û karisma |
08.03.24 | · | Têhna reþaya çavên Te |
07.03.24 | · | Di Roja Cîhanî ya Jinê de, Panoramayek li Dor Rola Jina Kurd li Beriya Mêrdînê |
· | Yekem Jina ku Kulîlkek bi navê Kurdistanê bi nav kiriye |
· | DI BÎRANÎNA (33) SALIYA RAPERÎNA GELÊ KURDISTAN DE |
· | Rola kovara (Ronahî) di pêþketina çand û çapemeniya Kurdî de.. Xelek:8 Hej.(6,7,8,9,10,11,12) |
06.03.24 | · | Helbestvan û nivîskara Kurdistanî Mizgîn Hesko bi berhemeke nû, tête pêþbirî xwîner û hezkiriyên çand û wêjeya Kurdî. |
05.03.24 | · | Fermana Destgîrkirinê (kurte çîrok) |
04.03.24 | · | Belê Hebûna Me Di Zimanê De Ye |
03.03.24 | · | Rêyên zanyarî ji tekoþîndariya nijadperestî, koçberîbûn û totelîteriyê re |
· | Bi boneya bîranîna koça dawiyê yê serokê gelê Kurdistan nemir Mile Mistefa Berzanî . |
28.02.24 | · | QERMÛÇEk |
· | Dermankirina bi Peyvan |
27.02.24 | · | Ew yara min e. |
· | MÝRÝNEKE AZAD |
· | Wisa bêje kirîv |
25.02.24 | · | PENCEMOR |
Nûçeyên Kevin
|
|
|
|
|
|
|
|