Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Peyamek ji bo Berpirsiyar û Hevalên (PKK)ê!

 


 Ev 22 sal çê bûye ko bi hesreta dîtina Bavê xwe ye…
Wêneyek Þemala hêviyên wî gûr dike…
Peyamekê Tixûbên bîrîyên min bezand…
Merheba Þîlan,
Ez Miraz im. Kurê Emîrhan(Hevalê Kendal) Min wêneyekî Bavê xwe li dev Hunermend( …)dît.
Min çîrok jê re got û  wî got:
Ev wêneyê me li Tiflîs-Gurcistanê girtibû û ev ya di wêneyê de Þîlan e.

Ew dê her tiþtî li ser Bavê te bizanibe û ..
Pirsên wî Beraþê dilê min li ser êk dizivirîne
*Miraz:
Þîlan, li ser Bavê min bipeyive. Min pir bêriya wî kirî ye. Tenê hêviyek di dilê min de ye. Dixwazim Bavê xwe bibînim. Ez dixwazim bizanim li kû ye?  Eger li kû be jî ez dê bo dîtina wî biçim, yekî çawa bû û …?
Di nava Pêlên agirê hiziran de nizanim  çawa bersivê bidim!?
Bi Heftî û Mehan pirsên wî li ser Bavê wî ne…min soz dabû ko pê re alîkar bim
Lê dilê min nagire li gor ko berê min ji Heval  L.X  û Heval A.F bihîstibû ko þehîd ketiye.
Nikarim jê re binivîsim ko Bavê wî  Þehîd bûye…Ji neçariyê bo demekê min Facebooka xwe girt.
Piþtî çend mehan neçar mame ko rastiyê jê re bibêjim, rastiya ko pê pir êþiyam.
Li gor gotinên hevalekî wan dema ew ji Sînorê Ermenistanê berev  Azerbaycanê derbas bûne, ew ketine kemînekê û Hevalê Kendal li wir þehîd ketiye.
Çendîn caran ligel hevalên ko wê demê bi wan re bû û niha li çiyayên Kurdistanê Qendîl û Þingalê dimînin bi telefonê peyvîm û çîroka Miraz hemû ji wan  re got.
Lê çi kes bi diristî nizane ka li kîjan deverê þehîd ketiye, ne kes dizane Mezelê wî li kû ye û ne kesê bi çavê xwe dîtiye û ….
Daxwaza min ji hemû heval û berpirsên PKK heye her kes agahiyekê li ser Hevalê Kendal dizane bila têkeliyê bi malbata wî re deynin.
Eger Þehîd ketiye an jî girtî ye bila Bersivekê bidin Malbata wî bi taybetî lawê wî.
Ya ez dizanim di nava her Partiyekê de lîsteyên þehîd û girtiyan hene.
Ji bo bidestve înana van lîsteyan bi kê an kîjan dezgeha PPKê ve  Peywendiyê bikin?
Îro ji bo cara dawiyê bi Hevalekî wî li Dêrikê-Rojavayê Kurdistanê bi Telefonê peyvîm û min daxwaza bersivekê bi belge jê kir lê ji min re got nizane û tu ji hevalan bipirse û ….
Li ser hevalê Kendal ev Salek e li agahiyan digerim. Her kes tiþtekî dibêje…
Bi hêvî me hemû hevalên ko rêz li min digirin cihê Like (layik) kirinê peyam û wêneyê Heval Kendal di Malper û kom, di facebookên xwe de parve bikin belkî kesek xebereke xêrê bide me.
Ligel rêz û silavên Kurdewarî
Þîlan Doskî
…………………………………………………………………………………………………
Wêne: Ev wêne sala 1999 an hatiye girtin û Kurê Hevalê Kendal ji min re þandî ye. Wêneyên ko dema min sefera Gurcistanê kiribû û bi kamera xwe ji hevalan re girti bûn min li vir parve nekirin ji ber parastina riha hinek hevalan ko nuha li Tirkiyê dimînin an jî hatin û çûna wê derê dikin.


 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark