Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexşan: Bihara Û Newroza Hesekê!

 


  Konê Reş
   
  
 Dengê Hesekê ji bihara wê a rengîn bilindtir dibe..
   Sibehên wê bi tîrêjên rokeke fedyok, 
   di nav reşewaran de, xwe vedişêre..
   Baran, wek xwîna şehîdên wê, 
   Bi ser welatiyan ve dibare..
   Kulîlkên sîn, spî, zer, şîrkî û pemba, sorreng dike..



Şebnem û xunava vê adara vê Biharê,
Bi dilopên xwînê, mêrg û çîmenan, şil dike..
Û dengê Hesekê, lihev vedigere...
Ji şermiya ne lihevkirina rexistinên siyasî,
Veşartina şehîdên Hesekê, dengê xwe nizim dike û
Di nav pêlên diyaloga xemsar de, 
Mîna tabloyeke dîn (Şêt), bêhna mirov diçikîne..
Welatiyan gêjomêjo dike.. 
Yê ne xakhez be, qet bawer nake ku 
bihar hatiye Hesekê.. 
yê ne welatperwer be, qet bawer nake
 ku Newroz hebû û di Hesekê re derbas bûye..
Û sed mixabin ku şehîdên Kurdistaniyê li Hesekê,
Bi Ala Kurdistanê nehatin veşartin..

Qamişlo, 24.03.2015

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.66
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark