Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Þêrîno

 



Kamran Simo Hedilî

lerza nehînî
di valahiyê de
lerizand darjîna min îro
siya reþkorî

dirêjî wêrekiya dil bû
tofana erdhejî
bedena min hejand
di asîmanê dengan de tefî þadronî
têhna dil
sar dikin hêstirên Malsa
di çavan de girî roj
çepera paristinê
hildiweþînî melûlî
çiyayê min
piþta xwe didayê
herifî
þirîkê pêsîrên dayê Elî
rabe
bikene
ken li te tê þêrîno
awirên feriþtê giyangir
di awirên te de
nîgarên reþspî
hizirên tarî
nîþanî stêrika min kirin
cîhan
di mêjî de wêran kir
hêrsê xwe
di hêrsa min de jibîr kir 
di çavên min de
fûrî xweþkenê te
bi lerzdengê Hogir
min
bêhna kujerê xwe hîs kir
rengê sibehan û dinya
di hiþê min de kor kir
rabe
bikene
ken li te tê þêrîno
çirûskên mirî
li hatina min nebarîn e
biçûkê xwîþk û biran
ramanên baskþikestî
Mîran dibînin
rabe careke din
di temenê Mîran de
min sêwî neke
firmêsk
diherikin þûnpiyên te
min neke sêwiyê
li kolanan bi cih hiþtî
ewrên hêvîbir bigire
nehêle bibihûrin
neke lorî
dergûþa te
di dilê min de bihejînin
dergûþa aramgeha dawî
neke
herþev fanosên
di destên stêran de bitefînim
çira beyanê pêxim
bi çûkan
strana sibê bidime xwendin
þevê bifirînim
rojê bînim
awir
li kenê te digerin
rabe
bikene
ken li te tê þêrîno
di destpêka vê Newrozê de
di çavên te de melavan im
hêstir
di dorê de dilerizin
bextê bêbextiyê
li xerîbistana xopan
dîl hatime girtin
volkanê nivistî
kela nava min e
di devê min de
lal in peyv
koçberiya xewa dawî
gulnewroz kizirand
baskên bîranînan qûsand
bîranînên
bi qasî çûkan zindî
bi qasî evîna min veþartî
bi qasî dilfirtona min a payîzî
rabe
fersendeke din
bide min
de tiþtên qederê
cara pêþî nedayî
vê carê
jê bistînim
û
bidime te
rabe
bikene
ken li te tê þêrîno
03.03.2015

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark