Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ber bi pirojeya kurdistanî isteratîcîk de.. Xelek 27.. Rewşenbîrê Kurd û ramana me ya netewî

 


Dr. Ehmed Xelîl
Werger: Heyder Omer

Ramana me ya netewî, ji bo tevayê pirojeya me ya rizgarî, bingeha giyanî ye, her ku ev ramana me durist û hêzdar be, rêveçûna me ya rizgarî jî dê rast û hêzdar û berhemdar be. Lê eger en rola rewşenbîrê Kurd nepelînin, gotûbêja me li ser ramana netewî dê kêm be. Ev yeka dike, ku em ji pêşî de bipirsin: Gelo çand çî ye? Û rewşenbîr kî ye?

and çî ye?: Heye ku kevintirîn danasîna çandê ew be, ya ku entirpologê înglîz Edward Tylor (1832-1917) diyar kiriye. Ewî wusa gotibû: „and ew tiştê tevayî hevedudan e, ku gelek tiştan di xwe de dicivîne, wek zanînê, baweriyan, huner, sincan, zagonan û rêz û bawikan û her karînên, ku mirov, wek ku endamê civakê ye, bi dest xwe dixîne“(1).
Wêjevanê elmanî Thomas Mann (1875-1955) têkiliya navbera çandê û şaristaniyê rava kir û got: „and li gel warên giyanî û nirxên ciwanî û huneran hevbest e, û şaristanî li gel nimûneyên jiyana keresteyî (bûjenî / maddî) girêdayî ye, wek cilan (kincan) û xwarin û vexwarin û alavên çûn û hatinê (hevgirêdanê), û li gel nimûneyên zanistî, ango yên  zanistan, girêdayî ye“(2).
Bi ser de jî em bawer in, ku çand bidestxistina zanyarîyan û veqetandinê ye, û hevgirêdan û hevber e, û helhênan (jêderxistin, îstînbat) û ser-rastkirin e, û pêjnkirin û hiladan tekekes û civakê ber pêş de ye. Em dikarin bi çandê li hember lawaziyê û paşvemayînê bi ser kefin, dikarin hêzdartir û şaristanîtir û mirovanîtir bibin, bi riya çandê em dikarin xelk û gelên din bêtir nas bikin û têbigihênin, û dikarin dilên xwe ji hêviyan û paqijbûnê dagirin (tije bikin), û ramanên xwe jî paqijtir û nirxbilindtir bikin, û wêrektir bibin, bêtir karibin bibin bervedêrên  hebûna xwe li dij dagîrkirinan.
 Rewşenbîr kî ye?: Rewşenbîr ew kesa ye, ku pisporê warekî an jî pir warên çandê ye, xwedî pirojeyeke zanistî ye, şeydayê xwendinê ye, xemkêşê xwenaskirin û xelknaskirin û hevgirtina li gel alemê ye.
Pileyên rewşnebîran he ne; yê herî payebilind ew e, ku matiyên di libek qûmê de he ne, bi qasî yên di stêrkan de he ne dibîne, bi dîroka mûriyekê (gêreyekê), bi qasî ya împeretoretorekî mujûl e, ciwaniyê di tistê, ku heye qerêj were jimartin, de kifş dike, bi pirsa (Ev çî ye?) nake, bi dilsozî ber bi zanîn û naskirina (ima û çawa wusa bûbû) de dihere.
Ev rewşenbîrê payebilind sînoran naxîne navbera tiştê pê zane û yê dike, her bi çi bawer e, wî jî dike, bi nerîna wî her ramaneke nû asoyekî nû ye, û her nazîneke nû karkirineke baştir e, sincekî mirovbendîtir e, tevdîreke payebilindtir e, armancên bilind in, û destkeftiyên, ku  ji bo wî  û ji bo miletê wî û ji bo mirovaniyê,sûdetir in. Û bi qasî ku mirov pirçand be, euqas jî aso û nerînfireh dibe, paqijmirovî dibe, tevdîrbaştir dibe, hişmend û kûranalîz û pendiyar dibe.
Veqetandina rewşenbîr ji warê kurdewariyê de: Di lêkolîneke berê de, me heft cûreyên Kurd ji hev veqetandibûn (Kurd ê mirovbend, yê serserî, yê xulmaş, yê nezan, yê sernizm, yê keysebaz û yê mirî). Ev veqetandina ji bo rewşenbîr jî tê xebitandin. Va ye li jêr kurtenerîna me di tenga rewşenbîrên gorepana me ya çandeyî re:
Rewşenbîrê mirovbend: Ew kesa ye, yê ku ji hêla hişyarî û nerîn û nirxan û hestan û kar  de reseniya kurdistanî berz dike, û  li gel çarenûsa miletê xwe hevbest e, karînên xwe yên çandeyî ji bo miletê xwe dixebitîne, ji hêla çandeyî de bêtir fedakar e, û ji hêla navdengiyê û destkeftiyên bûjenî (keresteyî, maddî) de kêmtir xemxwar e.
Rewşenbîrê serserî: Ew kesê coşdar û sergerm e, dîlê berjewendiyên kesayetî ye, nerîna wî teng e, pê re jî, bê ku bizanibe, dagîrker wî ji xwe re dixebitînin, bi gotin û nivîsîn û tevdîrên xwe yên bê pilan ziyanên giran tîne ser miletê xwe.
Rewşenbîrê xulmaş: Ew kesa ye, yê ku aloziyan tenik û siwe analîze dike, giringiyan bi çewtî rêz dike, bi şaxan, ne bi rehan, mijûl dibe, bi ber dava dagîrkeran dikeve, bi gotin û nivîsên xwe,bê ku bizanibe, dibe alav di destên dagîrkeran de.
Rewşenbîrê pişaftî: Ew kesa ye, yê ku çanda dagîrkeran ew ji zanîna nasname û dîrok û kelepûr û şoreş û qurbaniyên milet qut kiriye, dûrî mêldariya kurdistanî dijî, û ev pergala pişaftinê nahêle, ku çanda xwe ji bo bervedêriya nasnameya xwe û gele û welatê xwe bixebitîne.
Rewşenbîrê xemnexwar: Ew kesa ye, yê ku bigehîn doza gelê xwe (welatê dagîrkirî û gelê kolonî) bi paş pişta xwe de hêştî ye, û ji bo miletê xwe naxebite, bi berjewendiyên kesayetî an jî yên êlîtî mijûl dibe, û bi nerîna wî mêldariya kurdistanî bê nirx e.
Rewşenbîrê keysebaz: Ew kesa ye, yê erzan û xwefiroş e, li gor berjewndiyên xwe dilebite, xwe welatperwerî dide xuyakirin, da bi azarên gelê xwe, û bi perçeyên welatê xwe, navdengiyê û pereyan bidest xîne, ne xemxwerê azariya, ku miletê wî ji dest dagîker û kolonyalîstan dibîne ye.
Rewşenbîrê mirî: Ew kesa ye, yê ku yekcar hatiye pişaftin, heye cîgeh û ziman û nav kurdî be, lê ji ber sedemên xweyîtî û civakî û polîtîkî û ayînî û aborî ve bi temamî hatiye pişaftin, û ji hemî warên hizrî û nerîn û nirx û hest û pirojeya çandî ve ji kurdistaniyê hatiye qutkirin.
Hinek ji van rewşenbîran çûn, û hinek jî hîna di nav me de dijîn. Xweristî ew e, ku ev cûreyên rewşenbîran ne tenê di nav miletê me de he ne, belê di nav her miletekî de he ne, lê nîrên dagîrkirina 25 sedsalan, û şêweyên dagîrkeran yên du rû û dirinde ji hêla zordestiyê û pişaftinê û kavilkirina çand û nirxên me yên netewî resen, û birînkirina kesayetiya me ya netewî, rewşenbîrên me yên resen û mirovbend kêmtir, û yên cûreyên di jî pirtir kirin.
Rastiya tehl: Rastî ew e, ku di rêveçûna me ya çandî de tevlihevî he ye, û kêmasiyên hin rewşenbîrên me ji bo damezirandina ramana me ya netewî, ne tenê encama polîtîkayên dagîrkera ye, belê encama xemsariya partiyên me li hember gelek rewşenbîra ye jî. Divê bû, ku partiyên me xebata çandî bidana pêş ya polîtîkî û leşkerî, an jî hema bi kêmanî ev her sê cûreyên xebatê di astekê de bana, lê mixabin ev semt nehat û hîna jî nayête xebitandin.
Rêveçûna me ya rizgarî divê didît, ku partiyên me li gel rewşenbîrên me têkildar bana, yên kêmasî dikirin hişyar bikirana, û yên çalak jî perû bikirana, jêder ji wan re peyda bikirana, berhemên wan yên sûdar çap û belav bikirana, û pilanên rewşenkirina cemawer ji wan bixwastana, û ji wan bixwastana, ku babetên durist û cûrbecûr, her yek li gor pisporî û mêldariya xwe binivisîne. Her weha divê bû, ku hinek alîkariya diravî biçûk bidana ewên hewcedar, ji ber ku ne tenê leşker, wek ku Napoleon Bonaparte gotiye, li ser zikên xwe dixweşin, belê rewşenbîr jî wusa ne, rewşenbîrê, ku nikare malbata xwe têr xwarin û bi cil bike, û nîrên jiyana wî yên dijwar wî dorpêç dikin, dê çawa bafirîne?
Belê, ev yeka ji partiyên me dihate çavdêrkirin, lê realîte tehl bû, û her tişt bi semteke din de çû, û pirê caran rewşenbîrê partîzan, an jî yê guropiyane xwefiroş û pesindarê partiyê hate xwastin û pejirandin, û yên ne partîzan, ne guropiyane, ne pesindar hatin paşguhkirin. Bala xwe bidin televzion û kovarên partiyên me, çi biçûk û mezin, rêjeya babetên çandeyî durist tê de çiqas e? Rêjeya hevtêkiliya li gel rewşenbîrên durist çiqas e? Rêjeya giringiya ku didin ramana welatperwerî netewî resen çiqas e?.
                                  Û çi dibe bila bibe, divê Kurdistan rizgar bibe.
Jêder û çavkanî:
(1)   Kemîl El-Haj: El-Mewsoe El-Muyessere fî El-Fîkr El-Felsefî we El-Îctîmaî, rû 168.
(2)   Nuxbe mîn El-Esatîze: El-Ulom El-Îctîmaîyye, rû 200.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark