Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Feqî yê Tîran.. Jiyan û helbest û helbestvanî.. Xelek 13 (1/2).. welatperwerî

 


Heyder Omer

 Evîna welêt, wek ku Satêi El-Huserî dibêje, kaniya niştimanperweriyê ye, mirov jî her tim li gel warê, ku lê ji dayikê bû ye û mezin bû ye, bi awayê hestewerî û jidil de, hevbest e, her weha ji kûrahiya derûna xwe de bîra xelkên wî warî, û her kesên ku ji zaroktiya xwe de pê re jiya ye, dike[1].
Babeta evîna welatan di berhema hunerî û wêjeyî ya hemî miletan û di hemî dem û dewranan de deng veda ye, her weha kelepûra kurdî; nemaze jî wêje ya gel a lêvane, gelek boûn û nerînên, ku evîna welêt diderbirînin, di xwe de dicivîne, wek ku em di van pendan de dibînin: „Welat ji dê bihatir e“ û „welat hem dê ye û hem jî bav e“ û „wela wek dê ye, ne tê kirîn û ne jî tê firotin[2].


 Helbesta Feqî Tîran jî, wek kû berdewamiya vê kelepûrê ye, ji vê babetê ne bê par e, ew jî hevbestina li gel cîgeh û wargehê ku lê ji dayikê bû ye diderbirîne; ev yeka di navbera sernavê kurtehelbestekê re sayî xuya dibe.
Sernavê wê kurtehelbestê (Miks welatê ciwan) e, tê de germiya hestên xwe yên li gel Miksê girêdayî ne, diderbirîne, he ye gava ew ji Miksê dûr ketibû ev helbest nivisandibe, ji ber ku, piştî surûşta wê diwênîne, vegera xwe jî radighîne:
Herim gundê bavê xwe yê kal.
Cem dayika xweyî bejn û bal[3].
Welat her tim xelkên xwe, iqas dûr biin jî, ber bi xwe de dikşîne, hevgirêdana mirov li gel welêt di navbera bîrêkirinê re sayî xuya dibe.. gava Feqî yê Tîran lehengê îraka (Şêxê Sen-an), piştî kû ji bo evîna kea ermenî an jî dota gurcan welatê xwe dihêle, vedigerînê welêt, wê hîngê hebestina mirov li gel war û welêt diderbirîne, her weha vegera bo Miksê; şûnwarê jidayikbûnê jî ev wate he ye; Feqî li gelek bajar û waran geriyaye, û dawî jî li şûnwarê jidayikbûnê vedigere.
Lê têgeha welatperweriyê li ba sînorên gund, an jî şûnwarê jidayikbûnê namîne, belê fireh dibe, û sîwana xwe dide ser tevayê welatê, ku eger tune be, mirov sêwî dimîne:“bê welat,merî sêwî ye[4].
Hezkirin û hevebestina li gel welêt helbestvanê me hildide astên firehtir, pê re jî têgeha welatperweriyê li ba wî fireh dibe, û di ser sînorên navbera welat û miletan de he ne diqevêze, û boûna mirovatî ya teva diderbirîne, û ala hevbiratiyê di bin sîwana mirovatiyê de bilind hil dide:
Em ne dûr in ji hev.
Me silav daye hev.
Sidiqê qenc nav.
Hetanî roja mirinê.
Ez û tu ji axekê.
Av vexwariye kamîke.
Em hogir in ji rêkê.
Hetanî roja mirinê. [5]
Kurdistan di wê demê de bûbû ekrana nakokiya tund û cengên xwûnî di navbera dewleta osmanî ji hêlekê de û dewleta sefewî ji hêla din de. Her du dewletan li ser xaka Kurdistanê pev diûn, û leşkerên wan jî hin caran Kurd bûn. Feqîyê Tîran di wê demê de ji dayikê bû, û di  nav wan nakokiyan de mezin bû, û dît awa gelê wî di wan cengan de tê kuştin, bê ku sûdê jê werbigire, gund û bajarên wan kavil dibin, û mêrên wan jî bi sedan tên kuştin, her weha Feqî yê Tîran hevjiyê wê demê bû, ku hêzên dewleta sefewî keleha Dimdimê sala (1608) bi awayê hovane dorpê kirin, û tevî wê jî hêza parêzer a wê kelehê xwe radestî dijminan nekir. Her weha Feqî yê Tîran hevjiyê komkujiya, ku Ebbasê Sefewî bi ser êlên Mukrî yên Kurd de sala (1610) anî bû, sedema wê komkujiyê jî ew bu,ku mîrê Kurd Qubadxan nebû hevparê dorpêkirina keleha Dimdim, û nebû kujerê birayên, ku bi hezaran ji êlên Mukrî hatin kuştin[6]. Bûyereke dine wusa jî sala (1617) qewimî, gava serleşkerê osmanî Mihemed Paşa yê ku wê sala dabû ser Azerbêcanê, gelek mîrên Kurd jî pê re bûm, nehêşt ew mîran bi hawara Kurdan ve werin, vê lomê jî ew mîran li hember wî rabûn, û bi şerê li dij wî mijûl bûn, û dereng man, pê re jî hêzên sefewiyan bi hêsanî karîbûn gelek Kurdan bikujin, û mişextî bikin, û mal û milkên wan talan bikin[7].
Feqî yê Tîran hevjiyê van bûyeran û pirên dinên wek wan bû, pê re merema her du dewletên osmanî û sefewî, yên ku li ser xaka Kurdistanê pev diûn, baş nas kiribû, ku her du jî di vê cirîda xwûnî de dixwazin mîrnişînên Kurdan bi ser xwe ve kin, bê ku sûda Kurdan di wan pevûnan de he be. Evan bûyeran û dengê realîteya tehl û dijwar, ku sîbera xwe avêtiye ser gelê Kurd, helbestvanê me ji xewna wê nerîna welatperwerî efletûnî şiyar kirin, û pê hay bû, ku wê (biratiya zelal) a ku wî ala wê bilind hil daye, sîbera xwe nade ser gelê wî jî, vê lomê bi dilşewatî û bi êşa giran qêrî dike û dibêje:
Min nivisî ser kaxeza.
Zef û bendê mithey re.
Xuzila yekî bigota:
Dergek vebû Kurda re[8].
Derbirîna vê hêviyê bi vî awayê yekser bi encama rûbirûtiya helbestvanê me li gel realîteya tehl bû; ewên ku helbestvanê me destên biratiyê ber bi wan de dide, lê mixabin ewana wê yekê ji bo berjewendiyên gel û welatên xwe dixebitînin. Feqî yê Tîran, bi bandora vê helwesta wan pê diheste, ku şûna lawazan di nav biratiya gelan de nîne, pê re jî dizane ku erka welatperweran ew e, ku hêz û zanînên xwe ji bo milet û welatên xwe biterxînin, eger wusa nekin, kesayetiya wan jî durist  nabe. Vê lomê ew berê helbesta xwe ber bi  gelê xwe de dide, û ji bo welatê xwe distêre. Helbestvan pê hay bû, ku mirov li gel welatê xwe hevbest e, hebûn û kesayetiya wî di welatê wî de durist dibin, welat mîna malbat a, ku goşeyek ji sê goşeyên wê (dê û bav û zarok) ne be, dê lenger were xuyan, vê lomê jî welêt bi vî wêneyê berhest û sade diderbirîne:
Ziman dê ye, ewled lê ye.
Welat bav e, hukum nave ye.
Bê welat, merî sêwî ye.[9]

[1] Biner: Satêi El-Huserî: Arai we Ehadîs fî El-Qewmiyye we El-Weteniyye, bizimanê erebî.
[2] Pend û melelokên Kurda, Hacî yê Cindî, bi tîpên rûsî dane ser hev û ap kirine.
[3] Tenbûr, rû 29.
[4] Heman jêder, rû 18.
[5] Heman jêder, rû 14.
[6] Tarîx El-Kurd we Kurdistan, rû 194.
[7] Heman jêder, rû 197.
[8] Tenbûr, rû 11.
[9] Tembûr, rû 18.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark