Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Gotina Min di 40 Rojiya Bihiþtî Ciwan Mîranî de

 


Konê Reþ

Di navbera 40 rojî de, ez di wefadarî û dilsoziya mamoste Xalid Cemîl Mihemed de, ji rehmetî Ciwan Mîranî re ponijîm; her ku min Net vedikir an derbasî Facebookê dibûm, ez rastî çend gotinên wî, yên bi kul û xem derbarî Ciwan û koçkirina wî dihatim, digel ku wêneyekî wî jî pêre belav dikir.. Tevî ku min rehmetî Ciwan nedîtibû, lê min, di van çil rojên ku derbas bûn de, bêtir û baþ ew nas kir.. Min naskir ku Ciwan Mîranî, ji wan kesan bû, yên ku xwe ji hevalên xwe re dikin pir, da ku hevalên wî bi selametî, derbasî peravê serketinê bibin..

Û wiha di encam de, ji min ve hat diyarkirin ku ew, ne heyranê berjewendiyên xwe bû.. Ew, heyranê zimanê Kurdî yê qedexe bû.. Heyranê peyva kurdî a resen bû.. Heyranê rewþenbîriya kurdî a bê guhdan bû..
Erê, ez van gotinan di pesnê wî de dibêjim, bêyî ku ez wî bibînim, dibe ku niha hin ji we, matmayî dimînin.. Na, matmayî nemînin.. Min ew ji nêz ve, di rêka wefararî û dilsoziya hevalên wî de naskiriye.. Ewên ku baweriya min bi wan mezin e, ewên ku wek mêþa hingiv in, ku ne li ser kulîlkê be danayînin.. Helbet Ciwan Mîranî kulîlkek bi hilm û bîn bû.. ta ku mêþa wan li ser danî bû.. Ez bi hêvî me ku hevalên wî di demek nêzîk de Ciwan Mîraniyekî din bibînin...!
Kurdan ji mêj ve gotiye: (Yek bi sedî ye û sed ne bi yekî ye), helebet rehmetî Ciwan Mîranî bi sedî bû.. Vêca, ez bi hêvî me ku, ev guhdana pê hatiye kirin, bibe guharek di guhê me de û em berê xwe bidin wan xisletên Ciwan.. Hem jî gotine: (Ga dimre çerim dimîne, mêr dimre nav dimîne).. Erê, her wê navê Ciwan Mîranî di nav me de bimîne û besî wî ye ku îro, em li pey navê wî li vir civyane û pesnê çakiyên wî didin..
Bêguman, koçkirina wî di vê dema hestyar, ziyan û xisarek mezin e ji rojnamegerî û rewþenbîriya kurdî a têvel re. Ez omîdewarim ku di demek kurt de, cihê wî bê dagirtin..
Spasiya Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistana Sûriyê dikim ku, di vê roja pîroz de, roja 117 saliya rojnamegeriya Kurdî de, 40 rojiya koçkirina wî, bi rêk û pêk bi bîr anîn..
Silavek gerim ji bo we tevan, sersaxiyên xwe pêþkêþî we dikim, pêþkêþî malbata wî dikim û dibêjim: Serê we sax be, serê gelê kurd sax be, serê rewþenbîriya kurdî sax be û silav li giyanê mîr Miqdad Medhet Bedirxan û Ciwan Mîranî bibare..


Konê Reþ, Hewlêr, 22.04.2015

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark