Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Ferînaz xesrewanî

 


Narîn Omer
narinomer76@gmail.com 

Meyane tiliyên þevê
ji ramûsanên sipasiyê 
mestyar dikê di peymangeha 
mêbûniya dilpakiya te de
bang li evîniyê dikê û 
bi hevre dilê te di "Tesnîm" ê de
pîroz dikin


 

Nimêjên hevdengiyê
di amojgeha giyanê te de
bilindtir dibin
Zumêna çiya bi nalîna te re
bê deng jiya
Kelha mêraniyê bi yek carê
xirecira halana xwe wenda kir
Ferînaz xesrewanî!
Çi nifir dikare reþtariya
sitemkaran sergon bikê?
Çi ava gemar dikarê gemara
cendek û cînava bê ojdanan
veþêrê?
Tenê tu bûyî kelema xwestekên
bêcanan
Tu bûyî rêbaza evîniyê
di himbêza evîndaran de
silavên ji dilopên çavan bêtir
ji lehiyên deryaya bi leztir
ji giyanê te re.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark