Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Melle Ehmedê Palo di bîranîna 24 saliya koçkirina wî de

 


di bîst û çar saliya koç kirina  ,helbestvan û  ziman zan  û þano nivîs ,û toredar ê kurd :Mele Ehmedê
Palo,divaye em hinekî li ser  ,taybet mendiya wî ya toreyî û asta afirandina wî,rawestin.
lê berîher tiþtî ;palo kiye?
mele ehmedê palo di sala 1920an de hatiye ser riwê  dinyayê,li gundê sêraçorê,  ku girêdayî  palo ye li kurdistana bakur,di dema zaroktiya xwede sêwî dimîne,û di jiyaneke pur zehmet de, xwe ji bakurê kurdistanê  gihande  binxetê,û demekê li gundê weysîkê û demekê li amûdê jî dimînê,û her wiha li gundê xizna  jî,û dawî li bajarê qamiþlo bi cî bûbû.

Di pê hezar û nehsed ûbîstan
min ji diya xwe ber daye bistan
Gula baxê min di hingî geþbû
bextê gelê min ne qenic reþbû
Bavê min çûbû cenga kufara
serbaz û leþker jibo neiyara
Min ew nadîbû derdê dilêmin
Jêbê xwedî bû bax û gelê min
Piþtî sê salan diya min diçû
ez hiþtim sêwî li ber dar û tû
Jar û belangaz pêxwas û tazî
Nîne jibo min hewar û gazî
Xeman didêrim kulan dihêrim
bê bav û bê dê dûr we dinêrim
Diçim ser darê gava dibê þev
pelê darê ez li xwe didim hev
Naskirin a min ji Mele Ehmedê Palo re di vegere sala 1988 an,di wê çaxê de dest pêka Mijûlbûn a min bû bi tore û wêje  ya kurdî ve,bi riya memoste yê xwe ,yê xwedê jê razî Ehmedê huseyn,ku memosteyê rêziman a erebî bû,û dostê Mele Ehmedê Palo bû,û Nêzîktirîn kes ji  palo re di nav civaka kurdî de ew kes bû,ji serpêhatiyên wî bi Palo re:ku carekê min jêre behsa pirtûk a  bi navê (risalet el xufran) kir a nivîskarê Ereb ê navdar (Ebul ela el me errî).û wî ji minre got mele Palo ew pirtûk ji min xwest;û min ew dayê. dibêjê  derdeora du mehan Palo nema xuya kir;û carekê piþtî du mihan hat û go wa bi sedan pelê dagirtî ji helbestan bi destrene,û jiminre got:ha vaye ya ji Risalet el xufran mezin tir û xweþ tir û bi zimanê kurdî,10 000 malik nîvisandibûn,di efsaneyeke helbestî de,bi navê Civîna Nemiran.
her wiha ewî rehmetiyê memosteyê min hin helbestên Mele Ehmedê Palo dane min ,lê ne pirtûk bûn,hê wê demê tu pirtûkên Palo nehatibûn çap kirin,wek melzemekê hebû li se Engaza nivîsandinê hatibû nîvisandin,dora 20 pelekî hebû.
bi rastî min gelek helbestên Cigerxwîn xwendibûn,û her wiha min yê Melayê Cezerî jî di xwendin,her wiha Mem û Zîn a Ehmedê Xanî jî, min xwendibû,lê dema min helbestên Mele Ehmedê Palo xwendin,min  di wan de, asteke dî didît,û taybetiyeke dîtir hebû,di kît û hevok û bêje,û þêwe û wêne û gêþan ,û malik û wateyên bêjeyan,    min dolemendiyek di dît,ji bilî hemîrengiya raman û  agahiyan di nav pêlên helbestên wî de,helbesteke mîna tabloyên bi rengên bê hempa hatibû damezirandin,ji lewra min ew helbest ezber kiribûn û mîna berbejnekê ew melzeme ya wî her tim bi minre bû,û min ew dixwend û di xwend
çira ya dewletê pêket
cihê min berdida xwînê
diva ya rû metê rêket
cihê min ber dida xwînê
bi xiþt û teplik û saza
bi pîb û bend û tolaza
berî daye li xerçînê
ji bilî agaedariyên ku min ji memosteyê xwe bihîstibûn li ser Ehmedê Palo,min ew bi çavê xwe dît,dema ku di rojê de demjimêrekê ji xwere li dora zad di geriya li gundê min Cirnikê,min her car ew didît ,weke latekî ser bi jor de, ji gundê Mehetê yê kevin ber bi Cirnikê ve dihat û diçû ta nik demir yê tirênê û dîse di zîvirî mala xwe,ew wêne yê wî hê di mêjiyê min deye.
her wiha tîkiliyê min bi kurê wîre yê bi navê Rêzan re çêbûbûn,û ez bi wê helkeftê çend carekê çûme mala wan,hê Mele Palo saxbû, lê mixabin ji ber ku nikarîbû biþtexilê bi mere me guft û go  di gel wî ne dikir,çimkî problemin di damarên seriyê wîde çêbûbûn,dema istixbaratên Sûrî,carekê girtibûn ser mala wî ,tirseke mezin xwaribû,û ji wê rojê ve,  bandor li karînên wî yê axaftinê hatibû,û êdî hew dikarîbû bi axivê bi wî rengê berê.
  Ez dibînim tê xuyane 
Gewher û zêr û dirav
Rewþen û ronî vedane
Ser kelat û her deran
Giv giva bayê seba ye 
Raserê çiyayên bilind
Xuþ xuþa zad û giya ye
Me, me a berx û miyan
Qirçe qirça qirþ û qala 
Bin piyê þêr û beran
Zim zima dengê newala 
Lim lima avê çeman
Tip tipa sêv û hinaran 
Teq teqa berq û birûsk
Ding dinga lat û xaran 
Gum guma topê giran
Gim gima xap û palan e 
Pir pira têr û tilûr
Çinge çinga þûr û dasan 
Zinge zinga hesinan
Qij qija çûk û çivîkan
Xum xuma þîp û geran
Bax û bistank bijare 
Gul sitêrê asîman.
dolemendiya Mele Ehmedê Palo a  wêjeyî û taybetmendiya ferhenga wî ,ji çanda wiya kûr û cûre cûr û fireh  hatibû,ji ber ku zaravên kurdî yên sereke, kurmancî û zazakî û soranî ,hersê bi kar tanîn,û her wiha zimanê tirkî, û erebî û farisî  jî.
ji aliyekî dîve jiyana wî a pur zehmet û dest tengiya wî û gera wî a ji palo heta amûdê û xizna û dawiya dawî qamiþlo,kir ku di serê wî de ferhengeke pur fireh ji bêje û hev wate û jêder û wêneyan çêbibê,mîna kaniyên ava zelal,pirsên wî,di herikîn û ji vê yekê em dibînin ku hevokên wî hevgirtî tirin,bi wate tirin,dibistaneke taybet di awayê nîvisandinê de afirandibû ,di bin duriþma:,ez vame,û kî werê hevrikiyê, ev qoça wî,wilo em tînin der ji asta bêjeyê li cem wî.
ferhenga mele  ehmedê palo,ne ji þaxên cegerxîn û ne jî ji þaxên cezerî kat daye,lê belê ferhengeke taybete,bi moral û naveroka xwe.
 
Dîtina palo daxwaza mine

cih û warê minî palo           ji bona min tu hêlînî
Bi vî rengî nedî halo           ji bo cavê mi dûr bînî
Ti daxwaza dil û canî         dikim nakim te nabînim
Divoka canê heyranî          gul û reyhan û nisrînî
Di qada top û napalî          dibînî qumbelê jehrî
Di kox û kozika halî           ji lewra bê hiþ û dînî
Cih û ware birîndarî          di mayî xendeqa tarî
Tek û tehna li ber darî       tenê bê rûmet û jinî
gelek berhemên wî hene,weke milletê kurd wî nas dikir ,ew tenê helbestvanbû.
lê mele ehmedê palo ziman zan bû,di gramatîka zimanê kurdîde pirtûkek çêkiribû ,li ser rêziman a kurdî,her wiha ferhengeke tirkî kurdî heye,her wiha wegerandina pirtûka bi navê pendên ettar ji farisî kirbû kurdî ,ew pirtûka nivîskarê farisî  yê bi navê ferîd eddîn ettar bû,lê ew jî istixbaratên sûrî  dest danîne ser û birin ,ew jî cihê mixabiniyê ye,çimkî pitûkxaneya kurdî  pêwêstiya wê bi her pirtûkekê hebû.
her wiha pirtûkên wî yê îro di nav destê malbata wî de hene ;heft dîwanên wî yên helbesta ne tevlî ferhenga  tirkî û kurdî ,û pirtûkeke rêzimane
tenê ta niha du pirtûk ji wan berheman hatine çapkirin,dewr û gera kurdistan  ya ku helbestin naveroka wê,û pirtûka rêziman a kurdî.

Hinan welat firotin                     bi erzanî birader
Hinek mirtal û rotin                    ji bo zehak û ejder
Hin rêberê neyarin                      welat kirî perîþan
Jibo dijmin hewarin                    xistin ber derd û êþan
nêrîna wî a netewî ne dûrî xewna milletê wî bû,daxwaz û ûmîdên wî ,her tim di çarçove ya 
ramana azadiya Kurdistanê bû,bi hemû hêza xwe,bi þoreþa Berzaniyê nemir rebû.
heta  dawî ,di helbesta xwede  bawerî bi riya Berzanî di anî.
ew mereqa serxwebûna Kurdistanê pêre çû gorê,weke mereqa çapkirina pirtûkên wî .
û  di roja 9-5-1991 ande koça dawî kir,û çû ser dilovaniya xwe.

swîsra 
6/5/2015

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark