Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Kurdên Libnanê û Libnan û Beyrût

 


Konê Reþ

 Ji bo standina Vîza bûka xwe û þandina wê Elmanya, divîbû ez pêre herim Libnanê, bajarê Beyrûtê, Qunsilxaneya Elmanî. Û wiha min ev çend rojên xwe li Beyrûtê derbas kirin (18-23 gulana 2015an).
  Piþtî ku çûm û min karê xwe qedand, min xwest di rojên xwe yên Beyrûtê de bidim ser þopa kurdên Libnanê û wan ji nêzîk ve bibînim û her wiha jî, li seyrangehên wê bigerim.. Û wiha di wan rojan de ez li gelek cihan geriyam wek; Rewþê, Eynmirêsê, kolana Hemra, Eþrefiyê, Burc Hemûd, Rabiye, Sebra, Þatîla, Fenar, Berbîr, Por..


   Libnan; hêlîna hejar û belengazên Rojhilata Navîn e.. Warê penaber û azadîxwaza ye.. Dilê dîplomat û dek û dolabên gelek dewletên dinyayê ye.. Siwêsra miletên ereba ye.. Beyrût; pirreke mezin û qûnaxeke giring e di navbera Rojhilat û Rojava de.. Beyrût Libnane û Libnan Beyrût e..
  Erê, Libnan Beyrût e û Beyrût Libnan e. Libnan dewletek herî biçûk e ji dewletên Rojhilata Navîn, paytezta wê Beyrûte. Mirov dikare bibêje ku Libnan Beyrût e û Beyrût Libnan e. Libnan, bi erdnîgariya xaka xwe, bi piranî çiya ye, kêm deþt e û bi hejmara xelkên xwe ku sê ribên xelkên wê, anku dor 10 melyonan ji xelkên wê, li dervî Libnanê jiyana xwe derbas dikin û bi tenê dor 4 melyonan têde dijîn. Ew çar melyon jî, ji 18 nijad û tayîfeyan pêk tê; Maronî, Siryanî, Ermenî, Aþûrî, Durzî, Erebê Sinî, Erebên Þîa, Elewî û Kurd.. Li gor sîstema dewleta Libnanî, divê serokkomar Mesîhî (Maronî) be, serokê perlemento Þîa be û serokê wezîran Sinî be. 
Libnan dewletek torîstî ye, li ser derya Spî ye, bi çiya û þînahî ye. Her sal dor du hezar torîst serdana wê dikin û her weha mirov li Libnanê pêrgî gelek kesên biyanî dibe, ewên ku têne serdana wê û lê kar dikin wek; Sirîlenkiyan, Hebeþiyan, Filîpîniyan û Ewropiyan. Libnan wek nîv dewleteke Ewropî ye.
Kurdên Libnanê:
  Sebaretî kurdên Libnanê, dikarim bibêjim ku, ji destpêka çerxê 20an û virde sê pêlên penaberên Kurdan, ji Kurdistana bakur û Rojava xwe li Libnanê girtine; pêla pêþî di sala 1925an de bû, piþtî têkçûna serhildana Þêx Seîd Efendî li Amedê, hingê pir kesên kurd koçberî Libnanê bûn û niha piraniya wan bûne wek Libnaniyan, û gelek ji wan bi zimanê erebî xeber didin. Pêla din, piþtî derbeya Kanan Everîn di êlûna 1980î de bû, wê hingê jî gelek ji kurdên me koçberî Libnan û Beyrûtê bûn û hin ji wan têre derbasî Ewropa bûn.
  Û pêla sisiyan ji sala 2004an dest pê kiriye û bi rengekî xurt ji berî çar salan ve dest pê kiriye, ew jî ji encamên þoreþa ku di Sûriyê de li dare. Di vê pêla sisyan de, gelek ji kurdên Rojava koçberî Libnan û Beyrûtê bûne û ji tev herêmên Rojava ne wek; Efrîn, Kobanî û Cizîrê û wiha Libnan bûye xweþ hêlîn ji Kurdan re.
  Dawî, dikarim bibêjim ku roja îro dor melyon û nîvek penaber li Libnanê dijîn digel penaberên kurdên Sûriyê. Piraniya penaberên kurd li Libnanê, yên pêlên pêþî ku di salên 1930 û 1940î de hatine Libnanê, bêtir bi zimanê erebî bi hev re xeber didin. Bi çand û civaka Libnanî re bûne yek, bi tenê kalemêr û pîrejin bi zimanê Kurdî xeber didin. Hin ji wan bi Libnaniyan û Filîstinyan re zewicî ne û gelekan ji wan nasnameya Libnanî wergirtine û gelek jî hêj li hêviya wergirtina nasnameyê ne û pir ji wan jî derketine Ewropa.
 

Qamiþlo, 25.05.2015

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark