Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Feqî yê Tîran.. Jiyan û helbest û helbestvanî.. Xelek 14 (4/4).. Hukumdar û Mîran

 


Heyder Omer

Rorla Hukumdar û mîran di xapandina gel û xwarina keda wî de gelek berz bû, ji ber ku ewana bi dek û pilanên polîtîka osmaniyan hatin xapandin. Berî pêşî awayê polîtîka osmaniyan nerm bû û dihate pejirandin, da wan mîran bi hêla xwe de bikşînin, û di cengên dij dewleta sefewî de bi kar bînin, nemaze piştî cenga aldîran (1514), ya ku sefewî tê de bi awayê tund hatin gêrkirin, û di dîroka Kurdistanê û mîrnişînên kurdî de bû xala guhertina mezin.
Kurdistan, bi vê serkeftina osmaniyan re bû qada nakokiyên tund di navbera wan û sefewiyan de, û evê rewşê bi salan dom kir, pê re jî Kurdistan bûbû goka, ku wan her du dewletan ber bi hev de davêtin, û bûbû êregeha, ku her yekê ji wan hewl dida ji xwe re bistîne.

Dabeşkirina Kurdistanê yekemîn car di dîrokê de, li pêş avên hukumdar û mîrên Kurd, ên ku nirxê polîtîkî û erdnîgarî yê welatê xwe di navbera wan her du dewletên hevdijber de, nizanîbûn, û hewl nedan ku li hember wan dagîrkeran federasyoneke berxwdaner ava bikin.
Ev yeka û gelek nexweşiyên civakî, wek nezanîn û xizanî û lihevnekirin û perebûn, û bêtarên netewî yên kavilkar, ku bi sedema cengên li ser zemîna Kurdistanê diqewimîn; evan rûdawan hemî bûn sedem, da arenûsa dijwar zora xwe bide ser gelê Kurd, û bi kelpedana, ku ew her du dewlet seriyek, û mîr û hukumdar seriyekî  wê bûn, wî biguvêşe.
Feqî yê Tîran wê hîngê hevjiyê bûyerên giran bû, bînerê qelsî û lawaziya mîrên kurd bû, ku bi sedema hevdijberî û berjewendiyên xwe, yên ku li berjewendiya gel nediguncîn,  nikarîbûn bi hev re bigirin, û berevaniya gelê xwe bikin. Her weha ewana guh nedan banga Îdrîsê Bedlîsî, da yekîtiya polîtîkî ava bikin, û eniyeke hevbeş ji hukumet û mîrnişînên Kurd wek federasyonekê, ku navenda wê Cezîra Botan be, damezirînin[1].
Her weha Feqî yê Tîran bînerê wê yekê bû jî, ku hem mîrên fewdal û hem jî her du dagîrkerên osmanî û sefewî keda piraniya gelê Kurd dixwarin.
Bi bandora van tiştan hemiyan ewî helwesta xwe aşkere da xuyan, û tev li gelê xwe bû, xwe da kêlek belengazan, û helbesta xwe ji bo wan terxand, û nebû bilbilê mîran û hakiman, neû ber deriyên wan:
Ez naim civata mîran,
Nabin bilbilê sera û dîwanan[2].
Feqî yê Tîran, bi vî awayê aşkere helwesta xwe li hember mîran û hakiman diyar dike, ev helwest berevajî ya gelek helbesvanên dine, ku beriya wî hatibûn dinyayê. Di dîroka helbesta erebî de Ebû El-tahiye, helbestvanê  serdema Ebbasiyan,  gelek navdar e, ku bi tundî dijberê hakiman bû, lê helwesta wî ji şîretan derbas nedibû, û tenê rewşa gel pêşberî wan dikir. Her weha wêjya farisî jî hinek helwestên Sedî Şîrazî, ku wek ên Ebû El-tahiye bûn, şanî me dide, û di wejeya gel a kurdî  de jî ev helwestan he ne, wek ku destana Memê Alan  kesayetiya Xizir, a ku di pirtûkên olan de navdar e, raberî me dike, awa şîretan li mîrên welatê Murxrûbiyê dike, da xêrkar bin, gencîneyên xwe ji bo belengaz û xizanan vekin[3].
Tevî ku em nikanin bandora wan berhemên rojhilatî li ser Feqî yê Tîran û aferîna wî paşguh bikin jî, lê helwesta wî li hember hakiman gelek tund bû, bê ku guh bide gef û gurên wan, tevî ku ew dizane ewana vê yekê ji wî re bi hêsanî nahêlin:
Êdî bila goştê gewdeyê min per per bikin.
Tîrên xwe di min wer kin.
Ez naim civatên mîran û hakiman[4].
Xwediyê evê helwestê bi carekê ji dest hakimên sitemkar  nafilite; ew hakimên, ku di wê serdema sitemkar de hukumdar bûn, metirsiya wî baş dinasîn. Ewana ew bi halê xwe nehêştin, ji ber ku behreya wî agir bi ser wan de dibarand, ew agirê ku, bivê nevê, dê sitemkaran bisotîne, û dê xulmaşan jî şiyar bike. Vê lomê ew avêtin tariya zîndanan, ne ji bo ku tola xwe hildin,belê ji bo dengê wî bibirin, û wî ji xelkê bi dûr de bixin.
Feqî kirin zîndana zewal.
Defter û qelem nehêştin bal..
Bila hepsê de bimîne ker û lal[5].
Lê ev îşkence û zîndankirin wî li gel helwesta xwe zor dibestînin, pê re jî ew dest ji têkoşînê bernade, û dîwarên zîndanê jî nikarin li pêş dengê wî bibin kend û bend, û ne jî dikarin wî lawaz bikin:
Ew hepsa mîrê xedar.
Min re bûye mal,
Ezê bikime qal qal.
Bira bê dengê minî zewal.
Rica tu kesî nakim, tobedar im[6].
Her weha tê xuyan, ku ew li xwe digre, ku dê her tim dijminê hakimên sitemkar be, û helbesta wî dê her tim alav û eka têkoşînê be, pê re jî xuya dibe, ku erka wêjevan û helbestê baş dinase, û dizane ku helbest, di jiyanê de, nameya helbestvana ye, û li hember sitemkaran jî şûrê wan e:
Hûn bizanibin mîrên xedar.
Ezê ji dinê herim yekcar.
Lê ew beytê mine zêrîn
Ji dev û lêva nayêne birrîn.
Ewê bikin gujîn û şingîn.
awa birûska rşê ezmîn.
Li rda awa şûrê hêşîn.
Wê dilê we bikin birîn[7].
Di zîndanê de awayekî din ê tiragêdiya gel diyar dibe, ev gelê ku hukumdaran pişta xwe tê yal kirine, û li ber destên dijminan lawaz hêştine, bi ser de jî pirê caran bûne hevparên azar û îşkencekirina wî. Li wur di paş deriyên hesinî de, gelek lawazên bê guneh hatine avêtine qirika tariyê, he ne:
Ew bende tê da girtî ne.
Her bê sûce, bê gilî ne.
Ewan haj tiştekî nine[8].
Ji ber vê yekê, ew bi tundî bi rûwê hukumdaran de derdikeve, lê gava berê xwe dide cemawerê gel, û dibîne ku bandora helbesta wî li wan xuya nabe,bi nazenîn li gela wan daxife, ji ber ku ew dizane, ku deriyên xwendin û zanînê li ber wan hatine girtin, lê ew bawer e, ku helbesta wî dê rojekê li wan hukardar be:
Wextê bê zimanê meriya.
Aqilê bê mejiyê seriya.
Wê bîr bînin Feqî yê Teyran[9].
Evê tundiya li hember hukumdaran, û evê baweriya bi alakiya hişan, ango raperîna gel, derûna wî ji hêviyan û baweriya bi serkeftina gel û şikestina sitemkaran, dagirtine, ev jî realîteya ramana wî, berî peydabûna rêbaza realîteya huner û wêje, dide xuyan:
Wê wêran bin dengê xedar.
Wê tunebin mîrê zinhar.
Wê derê hepsan ve bin.
Girtiyê hepsa wê azad bin.
Wê bên rojê kibîr.
Edî em nabin hêsîr[10].
Wêneyê hukumdaran di helbesta Feqî yê Tîran de, bi vî awayî  xuya dibe, ku ewana sitemkar in, Ji bo gel derd in, hemî awayên sitem û zorê dixebitînin, da berjewendiyên xwe yên înî û xweziyên xwe yên kesayetî biparêzin.
Ev yeka behaneya qêrîna Feqî yê Tîran bû bi rûwên wan de, da her dem wek şûrekî, li ser serên wan daleqandî be, bê ku sitema wan wî gem bike, ji ber vê jî ew hin caran, wek helbestvan û ramanbîrên berî xwe, û yên di pey wî re hatine, rengdêrên hukumdarên layiqên gel dide xuyan. Ji ber ku wêneyê hukumdaran, ku di helbesta wî de xuya ye, dide xuyan, ku ew hukumdarên, ku doza gel ne xem û qisaweta wan e, napejirîne, vê lomê gava mîrê, ku rêvebirê keleha Dimdim bû, dipesinî, ew ji rêbaz ramana xwe derneketibû.


[1] Mihemmed Emîn Zekî: Dîroka Kurd  û Kurdistan, rû 202, 203.
[2] Feqî yê Tîran: Gulbuhar, rû 7. Hêjayî gotinê ye, ku  me ev xêz an ji ber pirtûka Prof Dr. Îzedîn Mistefa Resûl (Realîteya wêjeya kurdî) bi zimanê erebî, girtiye, û ji erebî bo kurdî wergerandiye.
[3] Memê Alan, daneheva kurdologê navdar Rojê Lîsko, apxana Kerem, Dîmeşq, 1958. Biner kurtahiya wê destanê di pirtûka   me (Ehmedê Xanî  di destana helbestî Mem û Zîn de) bi zimanê erebî .
[4] Gulbuhar, rû 7. Heman  jêder û heman  rûpel.
[5] Tenbûr, rû 10.
[6] Heman jêder û heman rûpel.
[7] Heman jêder, rû 22.
[8] Heman jêder, rû 5.
[9] Heman jêder, rû 13.
[10] Heman jêder, rû 21.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark