Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Feqî yê Tîran.. Jiyan û helbest û helbestvanî .. Xelek 14 (3/4).. Têkilyên civakî

 


Heyder Omer

Feqî yê Tîran di helbestên xwe de dîmenên têkiliyên civakî yên serdema xwe diyar dike. Fewdala kurdî wê hîngê gîhabû tepelê, û destpêkên berhema êkirinê ya sermiyanî rû da bû, û îna (ebebozan) li bajaran bê kar peyda bûbû. Her weha ji bo bidestxistina gepa xwarinê awayên ne durist rû da bûn, û mirov li gor hebûna mal û milk û diravan dihate nirxandin, pê re jî mirov hewesdarên têkiliyên xapînok bûn, û bala xwe nedidan pend û zanînê, bi ser de jî  pendiyar û zana wek dînan dihatin nirxandin:


Wextê bext here ji bal.
Xeber bide weke misqal.
Wê bêjin i dînekî bê Kemal.
Wextê bext bê ser serî.
Bizire mîna kerê nêrî.
Wê bêjin sed aferîm, te camêrî[1].
Eger evan xêzên jorîn didine xuyan, ku nirxên mirovane, di civaka înî de, dagerîne bîreke bê binî, di heman demê de dagerîna hemî têkiliyên civakî jî didine xuyan. Li kêlek vê yekê pirê caran têkiliyên êlîtî jî ber bi elmisînê de diherin, da awayekî têkiliyên civakî yê nû li þûna wan rû bide. He ye ev têkiliyên civakî yên nû heya demekê þûna xwe nestînin, lê ev yeka riyê li ber pêþeng û ronakbîran nagire, ku ewana mizgîna wan cûreyên têkiliyan nedin.
Helwesta Feqî yê Tîran vê ramanê bi awayê zelal û numa diderbirîne. Helwesta wî dijbera têkiliyên êlîtî yên serdema wî ye. Civaka fewdal têkiliyên êlîtî hembêz û gumreh dike, lê helbestvanê me bi bivirê xwe  bi ser wan têkiliyan ketî û hildiweþîne, û cînarê dilsoj di ser bav û bira re digre:
Cînartî he ye bera dila.
Ew êtir e ji bav û bira[2].
Feqî yê Tîran, bi vê helwestê, rê li pêþ helbestvanan vedike, da bi awayê fireh vê diyardeya civakî, ya ku pêþveûna ramana civakî kurdî diyar dike, þirove bikin.
Ev helwesta dijbera awayê têkiliyên civakî êlîtî, yê ku karînên tekekes berz dike, di navbera pesna gel re xuya dibe:
Cimaet timê namînin tengezar.
Wê hildin tîr û kevan binar.
Wê biteqînin qeyd û cîdar.
Wêran bikin hepsa mîrê zihar[3].
Ev awayê pesnê nîþana baweriya bi gel e, û dupat dike, ku gel hêza hukardar e. Pêzanîna ku gel dikare daxwazdar û hêvîdar be, hezkirê jiyaneke êtir be, mêldarê duhatuwa, ku sedemên rexnelêgirtinê û lawaziyê tê de nebin de be; ev pêzanîn di rehên vî cûreyê baweriyê de zîl dide û dipiþkive.
Ev awayê pesnê dide xuyan, ku gel dikare ji jiyana hestan û agehan ber bi ya kartêkirinê de here, û ji jiyana xewnan ber bi ya pêkanîna xewnan de here, imkê her ku qedexekirin gumreh dibe, teqîn jî gumrehtir dibe.
Wusa jî tê xuyan ku helbestvanê me bi serdestbûna cûreyekî nû yê têkiliyan bawer e; ew têkiliyên ku dikarin civakeke nû li ser bingeha ne êlîtî ava bikin, û dikarin desthilatê ji êlê bistînin, da hêza xwe ya polîtîkî jî wenda bike.
Ev helwesta dijberî awayê êlîtî yê tikiliyên civakî dikare ser tevayê civaka fewdal bigre, ji ber ku ev civak wî cûreyê têkiliyan hembêz û bi hêz dike.
Heyama polîtîkî, ya helbestvanê tê de jiya ye, ewa ku encama dabeþkirina Kurdistanê bû di navbera her du dewletên dagîrker osmanî û sefewî de, û nakokiya tund, ku di navbera dagîrkeran û Kurdan de, ji hêlekê , û nakokiya fewdalên Kurd û tevayê gel ji hêla din de; ev rewþa tehl û dijwar bû sedem, da helbestvanê me hêzê bipesine, û weha bie ku logîka hêzê li ser têkiliyên civakî desthilatdar e:
Dinê qenc e ji mêran re.
ceb mulk e ji þêran re[4].
Ev cûreyê nerîn û baweriyê encama logîk ya hestedariya helbestvanê me bi zorê û sitemê bû; sitema dagîrkeran li ser tevayê gelê Kurd, û ya fewdalên Kurd li ser îna jêr û belegazan. Evan nîrên dijwar bûne sedem, da nerewabûna zagonan bandora xwe bi hêz bide ser têkiliyên civakî yên civaka kurdî. Ev jî sedema wê yekê bû, ku helbestvanê me cînarê dilsoj di ser birayan re bigire, da wêneyê helbestî, tevî ku gelek sade ye jî, bi awayê numa û durist ramanê biderbirîne.

[1] Tenbûr, rû 24.
[2] Heman jêder, rû 39.
[3] Heman jêder, rû 52. Peyvê erebî:  Cimaet: komel, civak. Cîdar: dîwar. Heps: zîndan.
[4] Dîwana Feqî, rû 121.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark