Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Zaravayên (Têrmên) Hevbeþ û Xewna Zimanekî Yekbûyî

 


Deham Ebdulfettah

Rast e, çi gelê heye bi zimanê xwe tê nasîn û bi zimanê xwe jî xewn û xeyalên xwe dibîne û þirove dike. Bi vê têgehê zimanê her gelî nasnameya wî ya neteweyî ye.
Bo vê egerê jî dema ku dagirkerekî regezperest dest bi biþavtina gelê bin destê xwe dike, berî her pêngavê destê xwe dirêjî tunekirina zimanê wî dike û li þûna wî zimanê xwe di serê wî gelî de diçîne!
Lewra ziman ne tenê alaveke derbirrînê, bo têgihiþtin û ragihandinê ye. Zimanê her gelî dîroka bîreweriya hebûna wî ye? Gencîneya çand, kelepûr û þaristanîya wî ye. Vêca, eger ziman bê tunekirin; hemû hêmanên taybetmendiyên neteweyî jî pê re tên tunekirin.



Li ber ronahîya vê rastîyê, ew têkilîya hevdengî ya ku di navbera navê mêjû (dîroka mirovan) û mejî (mejiyê mirovan) de xweþ zelal dibe. Em dizanin ku dîrok (mêjû) bîrewerî û berkêþanên mejî ye. Berhevkirina dîrokê jî bi çalakiyên zimên pêk tê û bi zimên jî mêjû û pêgirên mejî tên parastin. Anku eger zimanê neteweyî têk biçe, ji xwe mêjû û mejîyê netewî jî dê têk biçin.
Ev girêdana di navbera mejî û zimên de, gelek diyardeyên tarî ji me re ronî dike, wek helwesta hinek Kurdên ku di nav civaka dagîrkerên xwe de hatine biþavtin û di rêza dijminan de þerê gelê xwe û mafên gelê xwe dikin.
Helbet ev jî encama biþaftina kesayetiya wan a neteweyî ye. Rastîya dîtir jî ew e ku diyardeya hebûna þêwezaran di zimanan de diyardeyeke suriþtî û asayî ye. Ev diyarde di pirraniya zimanên cîhanê de heye.
Vêca ku ew þêwezar di radeya axaftina devkî de bin, jixwe dibin gencîneyeke giranbuha û ferhenga ziman, çand û kelepûra neteweyî zengîn dike.
Lê eger bigihêjin radeya zimanê xwendin û nivîsînê, hingê ew ê bibin pirsgirêk û rê li ber zimanê yekbûyî teng bikin.
Bêguman zimanê kurdî jî yek ji wan zimanan e ku ji çend þêwezaran pêk hatine. Lê belê ew derfetên dîrokî yên ku ji wan zimanan re peyda dibûn û kêþeya þêwezarên xwe di jîngeha wan derftan de çareser kiribû, ji zimanê kurdî re nehatin û hîn jî, ev ziman li ser çar-pênc  þêwezarên sereke parve dibe. Di bin sîwana her þêwezarekî sereke de jî çend þêwezarikên piçûk hene. Hin ji wan þêwezaran di qonaxa zargotina devkî de ne û hin jî ketine qonaxa zimanên xwendin û nivîsînê.
Pirsa ku raberî rewþenbîrên Kurd radiweste ev e: Beranberî vê rewþa zimanê me ya aloz, gelo çi ji me tê xwestin ku em bikin? Yan jî, em karin çi bikin?
Nifþên berî me jî rastî vê arîþeya þêwezaran hatine û li gor derfetên dema xwe hewl dane ku xwe nêzî pêngavên çareserkirinê bikin?
1. Di zaroktîya mîr Celadet Bedirxan û birayên wî de li Stenbolê, bavê wan Emîn Alî Bedirxan jineke perwerdeker ji Cizîra Botan bo wan amade kir. Celadet jî bi wê perwerdekirinê baþ fêrî þêwezarê herêma Botan bû. Lê di warê kiryarî de hemû çalakiyên xwe bi þêwezarê kurmancîya sereke ya berfereh nivîsine.
Ji Celadet hate pirsîn: Çima tu çalakiyên xwe bi þêwezarê xwe yê botanî nanivise?
Celadet bersiv da:
Min xwest ez ji çarçova þêwezarê teng derbasî meydana þêwezarê kurmancîya sereke ya berfireh bibim û ez wî þêwezarî bidim pêþ!
Bi bawerîya min, ev pêngava Celadet Bedirxan li gora merc û derfetên wê demê hewldaneke serkeftî bû, di rêka çareserkirina arîþeya þêwezarên zimanê kurdî de.
2. Di destpêka salên þêstiyan de (ji sedsala çûyî), sê mamosteyên Kurd li zanîngeha Bexdê (beþa kurdî) li hev civiyan û bo çareserkirina arîþeya þêwezarên kurdî komîtek ava kir. Ew komît ji van kesan pêk dihat:
Cegerxwîn, ji ber þêwazerê kurmancî ve
Nûrî Elî Emîn, ji ber þêwezarê soranî ve
       Kamil Beþîr, ji ber þêwazara hewramî ve
Projeya komîtê ew bû ku ferhengeke bijarte ji têrm û navlêkirinên hevbeþ di nav þêwezarên zimanê kurdî de bê amadekirin.
Bêguman mebesta yekemîn ji avakirina wê komîtê û pirojeya wê damezirandina rêbazeke neteweyî bo pevxistin û amadekirina zimanekî neteweyî bû. Lê ji ber ku ew planâ hêvîdar ne di jîngeha þert û mercên xwe yên pêdivî de hatibû; ew di qonaxa wê hewldanê de bê encam mabû.
3. Di destpêka sedsala bîst û yekê de bizaveke germ derbarê kêþeya þêwezarên zimanê kurdî li bakur û baþûrê welêt tevgeriya.
Çend konfiransên salane û peyapey (li pey hev) li Amedê û hindek jî li Duhokê lidardiketin.
Endamên wan konfiransan ji her çar parçayên Kurdistanê û ji Ewrupayê beþdar dibûn. Ew konfirans di bin duriþmên ‘’Bo Zimanekî Standard berû Zimanekî yekbûyî ve’’ û hin duriþmên nêzîkî van têgehan lidardiketin.
Di wan konfiransan de endamên beþdar, rewþa zimanê kurdî û pirsgirêkên þêwezaran û hin mijarên dîtir jî di ber çavan re derbas dikirin.
Digel ku ew rewþenbîrên ku beþdarî van konfiransan bûbûn ji axêverên  
 þêwezarên cûrbicûr bûn. (kurmancî, soranî, mukrî û zazayî/zazakî) Lê di encamê de nikarîbûn bi qasî gavekê jî nêzîkî armanca xwe bibin.
4. Di destpêka sala 2015ê de hêzeke kurdî (HDP) xwest zanîngeheke taybet li Amedê bi navê (Zanîngeha Mîzopotamya) damezirîne.
Berpirsên wê pirojeyê xwestin ku zaravayên perwerdekirinê li wê zanîngehê bi zimanê kurdî bin.
Bi wê mebestê komîtek ji þazdeh kesan hate destnîþankirin.
Komît di 14-15ê avdarê (xaklêweyê) de civîna xwe ya yekem li Amedê lidarxist û dest bi karê xwe kir. Civîna duwem jî di 30-31ê gulanê (cozerdanê) de, li heman cihî geriya.
Bi dîtina min, ev komît çiqasî berdewam bike û çiqasî li ser nerînên xwe rijde (sûr) be jî; ew ê negihêje encameke mufadar bo paþeroja zimanê neteweyî..!
Di çarçova derfetên vê serdema me ya nuha û li gora mercên îroyî, hingava herî serketî bo ku em þêwezarên kurdî nêzî hev bikin, ew e ku em karibin þêwazekî rasteqîne û bi siyaseteke zimanî yî neteweyî (ji nû ve) bingeha têrmînîlojîya zimanê kurdî damezirînin.
            Mebesta me ji gotina (siyaseta zimanî) destnîþankirina armancên pirojeya zimanî û nexþerêya  bidestxistina wan armancan e. Anku em dixwazin bigihêjin çi ji vê pilana zimanî û em ê çawa bigihêjin wê xwestekê?
Bi vê têgehê, Eger siyasetên damezirandina zimanên cîhanê ne wek hev bin, jixwe rêbazên karnameya wan jî wê ne wekî hevbin.
Nimûne:
Zimanê `erebî li hemû dewletên Ereban zimanekî fermî û yekbûyî ye. Þêwezarên `erebî pirr in, lê xwecih û devkî ne. Ji ber vê rewþê jî dema ku zarava û navlêkirinên nûjen di vî zimanî de tên damezirandin;bi armanca zengînkirin û pêþxistina zimên tên damezirandin.  Her wiha heman tiþt ji bo zimanê tirkî, farisî û yên wekî wan jî durist e.
Zimanên ku ji çend þêwezaran pêk hatine û hin ji wan þêwezaran gihiþtine radeya zimanên serbixwe (wekî zimanê kurdî), mirov dikare bi du armancan nêzîkî damezirandina zaravayên wî bibe û siyaseta karnameya xwe jî li gora wan armancan destnîþan bike.
Vêca di vê pêvajoyê de, eger em zimanê kurdî di ber çavan re derbas bikin em ê bibêjin:
a. Eger em li þêwezarê kurmancîya jorîn weke zimanekî serbixwe binêrin, gerek em bi armanca zengînkirin û pêþxistina zimên nêzîkî zaravayên wî bibin û siyasta rêbazên karnameya xwe jî li gor wan armancan destnîþan bikin. Anku divê hemû regez û keresteyên (madeyên) amadekirina têrmînîlojîya kurmancî ji çarçova pêkhatîyên ferhenga wî bêne standin, bêyî ku em destên xwe dirêjî þêwezarên kurdî yên dîtir bikin. Bi vê têgehê kurmancî dibe zimanê kesên kurmancîaxêv.
b. Lê eger em bawer bikin ku kurmancîya jorîn þêwezarekî zimanê kurdî yê neteweyî ye, hingê divê em armanca damezirandina zaravan, li gora wê bawerîyê destnîþan bikin û siyaseta karnameya xebata xwe jî li gora þert û mercên heyî, berû wan mebest û armancan vekin. Anku em regezên damezirandina zaravayên zimanê neteweyî ji þêwezarên kurdî yên mayî werbigirin. Heman tiþt bo þêwezarên dîtir jî dirust in.
c.  Çi mirovê heye hêvîyeke wî heye û bi wê hêvîyê dijî û bo bidestxistina wê jî berdewam dixebite. Xwazyarîya zimanekî yekbûyî û welatekî azad û serbixwe hêvîya hemû rewþenbîr û bîrewerên Kurd e. Lê belê ne her xwazyarî pêk tê û ne her hêvî jî dilên hêvîdarên xwe hênik dike!
Vêca ku em rewþa zimanê Kurdî û baredoxa Kurd û Kurdistanê di ber çavan re derbas bikin em ê bigihêjin wê bawerîyê ku di vê rewþ û baredoxê de hemû rê û rêbazên zimanê yekbûyî li ber me girtî ne.
Ev jî nayê wê wateyê ku em destên xwe ji ber xwe berdin û wan hêvîyên derizî binax bikin.
Eger di jîngeha van merc û derfetên vê dema me de, me neþîya em zimanekî yekbûyî pêk bînin û ew hewldanên me bo vê armanca neteweyî tev berbad û bêsûd bûn. Bêguman ev rastîyeke tal e. Lê digel vê rastîyê jî em karin di çarçoveya þêwezarên heyî de pêngaveke pirr giring berû wê armancê ve biavêjin. Ew pêngav jî ew e ku em þêwezarên kurdî di rêka dînana (danînîna) zaravayên hevbeþ nêzîkî hev bikin.
Reng e(Dibe) ku hin bibêjin: Ma ev nêzîkkirina þêwezaran, kêþeya wan þêwezaran di zimên de çareser dike? Hingê em ê bibêjin: çînîyan berî me gotiye: ‘’Rêya hezar mîlan bi gavekê dest pê dibe.’’
Li gora þert û mercên îroyî em karin vê pêngavê tenê biavêjin. Ev pêngav jî destpêka rêya hezar mîlan e.
Zaravayên ku ta nuha hatine dînan; gavekê tenê jî em nêzîkî wê armanca ku me amaje pê kirî, nekirine. Ji ber ku her nivîskarekî navlêkirinên xwe -nemaze yên rêzimanî- ji çarçoveya þêwezarê xwe amade kirine û di pirtûkên xwe yên rêzimanî de belav kirine.
Li vê gorê hemû zaravayên heyî  encama xebata kesayetîyeke yekta ne. Ev diyarde bixwe jî bûye arîþeyeke dîtir. Ji ber ku her mijareke rêzimanî bûye bi çend navlêkirinên têvel (ciyawaz). Em dizanin ku nav bo danasînê li kes, mijar û tiþtan dibin. Her yek bi navekî tê nasîn. Lê eger gelek nav li mirovekî, mijarekê yan li tiþtekî bibin; gelo ew navlêkirî wê bi çi navî bê nasîn?
Di pirtûkên rêzimana kurdî de, beranberî navê ‘’verb,fi’il’’, ev têrm (navlêkirin) hatine nivîsîn: ‘’Lêker, pîþk, kirin, ferman, kar, kardar û fi’îl.’’ Hêmanên hevokê yên dîtir jî wisan, gelek nav li wan bûne.
Ev pirbûna navan ji bo yek mijarê þermezarîyeke zanistî ye, ne di þêwezarekî de û ne di zimanekî de jî nayê pejirandin.
Dîsan em ê li pirsa xwe ya derbasbûyî vegerin û ji xwe bipirsin: Bo çareserkirina vê kêþeya aloz, gelo çi ji me tê xwestin ku em bikin û di van þert û mercên heyî de em karin çi bikin?
Berî 50 salan Mamosta Nûrî Elî Emîn ji Cigerxwîn re gotiye : ‘’Seyda, xwe newestîne, xelkên Silêmaniyê pirojeya komîta me ya zimanî qebûl nakin.’’
Piþtî 50 salan hîn jî gotina ‘’qebûl nakin’’ ji hin rewþenbîrên Kurd tê bihîstin.
Di sala 2003yê de konfiransa zimanê kurdî li Amedê lidarket. (Ez jî endamekî konfiransê bûm.) Di wiçanekê (bêhnvedanekê) de ez û mamostayê zanîngehekê, em ketibûn gengeþeya zimanê yekbûyî. Mamosta li min nerî û got: ‘‘Ma dibe ku em zimanekî zindî û tekûz ku hezarên pirtûk, govar û rojnameyan pê hatine çapkirin, tune bikin. û li þûna wî zimanekî tune çê bikin? Ma ev dibe, hê…?’’ Wiçan bi dawî bû û gotebêja me jî pê re hate birrîn.
Eger (hûn) xwazyarî vî hestê raperyayî, ‘’qebûl’’ bikin, jixwe Kurdistan ne Silêmanî û Amedê bi tenê ye, belkû Kurdistan… Kurdsitan e û zimanê wê jî, ne soranî û ne kurmancî tenê ye, lê ew jî kurdîyek e… kurdî ye.
Di vê pêvajoyê de pirsa ku xwe dide pêþ ev e:
Gelo em ê çawa pirên derbirrînên bêsînor di navbera hemû herêmên zimanê kurdî de ava bikin?
Em ê çawa þêwezarên xwe yên ji hev cuda nêzîkî hev bikin?
Li gora þert û mercên jîngeha me ya îroyî, endezyarên avahîya zimanên cîhanî tekez dikin: Eger zarava di nav þêwezarên têvel de hevbeþ bin; ew ê þêwezaran nêzîkî hev bikin.
Em dizanin ku rê dirêj e û qonax dûr e. Lê eger bawerîya me bi me û bi hêvîyên me hebe, em ê bi qasî giranîya wê bawerîyê berê xwe bidin avakirina pirên xewnan!
Di çanda Îranî ya dêrîn (kevin) de hatiye: Rojekê Þah Xisro derketibû nêçîrê, Þah di ber zevîyekê re derbas bû, dît ku cotyarekî kal derxikên darxurmeyan diçîne.
Þah ji cotyarê kalemêr re got: ‘’Ma gelo tu yê ji berên van derxikan bixwî?’’ Kalamêrê pendeyar got: ‘’ Wan çand û me xwar, em ê jî biçînin bila hin bixwun!’’. Anku bapîran ji me re kir, em ê jî ji nevîyan re bikin.

Bêguman em nagihêjin wê dema ku em karibin li ser wan pirên hêvîyan pîyaseya þanazîyê bikin. Lê bila di pey me re jî, hindek kesên me wê sirûda mayinde bixwînin: Wan çand û me çinî, em ê jî biçînin bila hinek dîtir biçinin!
Di vê jiyanê de her kes û her tiþt jî bi bîr û bawerî ye. Her bizavek jî hêzeke bawerîyê li pey wê heye, wê bi pêþ ve yan bi paþ ve dide. Hemû rengên sirûþtî jî bi bawerî ne û li gora bawerîyên xwe ew dûrî hev dikevin, yan jî nêzîkî hev dibin, hev himbêz dikin û bi hev re dibin yek reng.
Li gora yaseya pîvanên rengan û pêwendîyên wan, dibe ku du rengên bawermend yan jî pirtirî du rengan, ji xwezaya zimanê kurdî bibin ‘’ta û po’’[1] yên tevna derbirrîna hemû rengên siruþta Kurdistanê.
Reng e ku hin kes di ber xwe de bigirnijin û bibêjin: ‘’Ev xewn e, leylan e! Geþbînî ye, xweþkirina dilan e!’’
Eger na! Ma kî dikare pireke zêrîn di navbera Kirmanþah û Amedê de ava bike? Yan zimanekî hevbeþ di navbera çarbendên (çarînên) Baba Tahirê Hemedanî û helbestên Melayê Cizîrî de peyda bike? kî?

Erê rast e! Em jî dizanin ku tu kes neþê sînorên nekarînan[2] derbas bike. Lêbelê em dizanin ku gelek kesên bawermend di çarçoveya karîn û zanînên xwe de, pêngavine giring ber bi çespandina hêmayên hebûna xwe ya taybet ve avêtine. Ew pêþengên wek Celadet Bedirxan û Tewfîq Wehbî, yên ku bi qasî bawerîyên xwe tovên hêvîyan di jîngeha welatê xewnan de çandin. Wan tovên pîroz ber girtin û bûn bingehên gelek zanyarîyên cûrecûr.

Di warê zimên de gelek mijarên sereke hene wek: Rêziman, rastnivîs, hevoksazî û hinin dîtir jî, li ser wan bingehan hatine avakirin. Ew xebata ku di ber zimên de bûbû, ji çarçova þêwezarên kurdî (soranî, kurmancî, hewramî, zazayî/zazakî) derneketibû. Ev rewþ jî li gora xwesteka siyaseta zimanî ya wê qonaxê digeriya. Çikû di wê qonaxê de çespandina hebûna zimanê kurdî û parastina wî; ji armanca siyaseta zimanî bû. Ji hêleke dî ve jî, ew ciyawazîya di navbera zimên û þêwezarên zimên de baþ xuya nedibû. Bi vê nerînê ew þêwezarê ku hebû zimanê kurdî bû, ne ku ew ‘’ji’’ zimanê kurdî bû; lê ew qonaxa destpêkê bû ji bo demezirandina bingehên mijaran.
Nuha em di qonaxaeke dîtir de ne: Di vê qonaxê de hin ji þêwezarên kurdî gihaþtine asta zimanên serbixwe û axiverên wanþêwezaran jî bi wê nerînê li wan dinêrin. Ev jî rê li ber hewldanên ber bi siyaseta zimanekî neteweyî ve, digire.
Bêguman di vê qonaxê de em nikarin pirojeyeke bi qasî damezirandina zimanekî yekbûyî li ber xwe dînin, lê em karin ji dil û can hewl bidin da ku em van þêwezarên kurdî yan jî hinekan ji wan nêzî hev bikin.
Em dizanin ku dema þêwezarên kurdî, bi hin hêmanên zimanî hevbeþ bin; bêguman têgihiþtina derbirrînên wan jî wê hêsantir be.
Bo vê rastiyê jî, divê em bi hemû hêza xwe hewl bidin da ku em þêwezarên kurdî bi baþtirîn þêwaz nêzîkî hev bikin.
Di vê pêvajoyê de þêwazên herî rast û mufadar ev in: Zaravayên Hevbeþ, Þêwezên Ragihandinê.

1- Zaravayên Hevbeþ:
Têrm bi wateya navlêkirinê tê xebitandin. Her têrmek jî bi dirêjahîya demê re dibe wek navekî giþtî û mijara navlêbûyî dide nasîn.
Li vê gorê, her mijareke serbixwe di zimanekî serbixwe de têrmeke cuda,li gora taybetmendîya wî zimanî zaravayekî werdigire. Bi vê egerê em tekez dikin ku çiqasî kokên zimanan nêzîkî hev bin wiqasî jî zaravayên hevbeþ di nav wan zimanan de peyda dibin, wek mînak: ‘’Malbata zimanên Îranî.’’
Li dawîya vê ronîkirinê em cext (tekez) dikin ku dînana (danîna) þêwazên hevbeþ di nav þêwezarên kurdî de wan þêwezaran nêzî hev dike. û têgihiþtina derbirrînên wan jî hêsantir dike.
2- Þêwazên Ragihandinê:
Rola ragihandinê di warê belavkirina hizr û ramanan de roleke sereke ye. hizra hevnêzkirina þêwezarên kurdî hizreke neteweyî ye. Lê ku ev hizir bibe piroje hingê pêwîstiya wê bi ragihandineke berfireh hebe. Di vî warî de jî ragihandin bi gellek þêwezan pêk tê.
Di ser ê wan þêwazan de berkêþanên (berhemên) çapemenîyê tên xebitandin, wek rojname, govar û pirtûkan.
Ji mêj ve berkêþanên çapemenîyê bibûn meydanên ragihandinên hizir, pêþniyaz û pirojeyan.
Hîn jî ew meydan li ber ramanên cûrecûr vekirî ne û ragihandinên bêsînor jî hîn berdewam in.
Mijareke giring bi qasî giranîya tevdana pirsgirêkên þêwezarên kurdî, bi mebesta ku em wan hinekî binasin û wan wirde-wirde nêzîkî hev bikin, bêguman pêdivîya wisan mijar bi ragihandineke berfireh heye. Anku em rojnameyekê yan jî govarekê bo wê terxan bikin, gengeþeyên xwe, bîr û bawerîyên xwe tê de biweþînin û wê li ser rûberê nexþeya zimanê kurdî belav bikin.
Bêguman, rola radiyo, telefizon û amûrên eliktronî yên pêwendîyên civakî jî di warê ragihandina pêwîstîyên mijara me de roleke kûr û berfereh e. Lê rola herî giring di nav wan þêwazan de; rola telefizyonê ye. Pirranîya telefizyonên kurdî bi du-sê þêwezaran bernameyên xwe diweþînin. Hin caran jî nûçe û hin mijar bi du þêwezaran li pey hev têne weþandin. Carnan jî hevpeyvîn di navbera bêjerekî soranî û mêvanekî Kurmanc de, yan jî berûvajî vê, çê dibin.
Ev þêwazê xebitandina telefizyonê, ne tenê þêwezaran nêzîkî hev dike, lêbelê dilên me bi paþeroja zimanê kurdî xweþ dike. Vêca ku em vê pirojeya giring bipejirînin; gerek em wê bispêrin dezgeheke rewþenbîrî ku ji çend þêwezaran hatibe bijartin, da ku wê himbêz bike û pêdivîyên serkeftinê jê re pêþkêþ bike û wê heta dawî destek bike!  

[1] - ‘’Ta û Po’’: Du coreyên sereke yên benên tevinê ne.
- Ta: Ew benên ku bi dirêjahîya tevinê re li rex hev tên raxistin
- Pa: Ew benên ku bi panahîya tevinê re di nav benên (ta) re derbas dibin û her du coreyên ben bi hev re tên ristin. (Ferhenga Estêrî Geþe)
[2] - Nekarîn: natwanî (mustehîl)

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark