Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Feqî Tîran.. Jiyan û helbest û helbestvanî.. Beşê sêyem.. Xeleka dawî.. Hevbandor

 


Heyder Omer

Hemî nimûneyên ku di vê lêkolînê de me ji helbestên Feqî veqetandine, didine xuyan, ku  ta i radeyê kelepûra kurdî gelêrî siha xwe kişandiye ser berhema wî. Ev bandor di hemî helwestên wî de li hember bûyerên realîteya civak û serdema wî de xuyan e, eger em diyardeyên vê yekê li vir jî dubare bikin, em bawer in dê xemsariyê bixin derûnên xwendevanan.
Em bawer in, ku tê bîra xwendevanan, her ku me mijareke helbestên wî vedikoland, me bala wan dikşand ser wan cih û mofirkên, bandora  wê kelepûrê  tê de xuya dibin; ew kelepûra ku siha davêt ser ramanên wî, i ew ramanan li yên kelepûrê diguncîn, û i jî tiştekî nû bi ser ve dikirin, wek awa me dîtibû, ku pend û metelokên kurdî di wateyên naveroka hin helbestan de dubare dibin, û hin caranî efsaneya kurdî tîne bîra me, û hinek wêneyan jê werdigire, nemaze wêneyê (jin /tav)[1].


Her weha pêjna efsaneya kurdî pirêcaran ji helbestên wî tê, wek awa gava kurikek dimire, ew dibêje:
Mirina decal.
Stêrkek rijiya ji rşa.
Silav da ax û ferşa[2].
Efsaneya kurdî  weha die, ku her mirovekî stêrkek heye, gava mir, ew stêr ji ezmanan ber bi erdê (xak) de dirije.
Wêneyên efsaneyî li ba Feqî her tim di wî qalibê raste rast de namînin, belê pirêcaran efsaneyê ji realîteya civakê û mirov ve nêzîk dike, gava sitema zordaran diwênîne, xwe bi ser efsaneya weha die, ku mirov wek jêdera xêrê  ye, de pal dide, lê gava şer û neqencî di formê mirov de bercest dibe, Feqî weha die, ku bivê nevê ew mirov yan mîr e, yan jî hakim an şah e.Li hember vê yekê, efsaneya kurdî her tim kesayetiya (Xizir / Xidir), diyar dike, ku ew şîretkarê, ku şîretên xêrê û qenciyê li şahên zordar dike,  wek ku em di destana Memê Alan de dibînin. Lê Feqî yê Tîran, tevî ku wek efsaneyê, die ku şer û di hukumdaran de bercest dibe, lê ew ji bo serkeftina xêrê, xwe navêje bextê Xizir, û pirsgirêkan di riya şîretên wî re aresernake, belê ji realîeyê dest pê dike, û Gel li ba wî şûna Xizir distîne, lê ne ku şîretan bide hukudarê sitemkar, û wî ber bi qenciyê de bikşîne, belê da ala raperînê bi rûwê wî ve bilind hilde:
Ê bên rojek rojê amindar.
Ê hişyar bin Sêfîl û jar.
Ê qalbikin pêşiya mîrên xedar.
Ê textê wan bikin wêran[3].
Her weha ev wate pirêcan di helbestên wî de dubare dibe:
Cimaet time namînin tengezar.
Wê hildin tîr û kevan binar.
Wê biqetînin qeyd û cîdar.
Wêran bikin hepsa mîrî zihar[4].
Pirê ramanên Feqî li ba helbestvanê mezin Ehmedê Xanî, di Mem û Zîn a wî de deng vedidin. Em bawer in, ku tê bîra xwndevanan, me gotibû zimanê netewî qulegaha Feqî yê Tîran bû:
Bona wetenê bavê xwe şer bikim.
Zimanê dayka xwe ziyaretî xweykim[5].
Lê ramana Feqî ji vî awayî derbas nebû, û negîha diyarkirina rola zimên di jiyanan miletan û parastina hebûn û kelepûra wan de. Ev wate li ba Xanî aşkere û gelek numa ye, gava sedema nivisandina Mem û Zînê bi zimanê kurdî diyar dike, weha dibêje:
Da xelq nebêjin ku Ekrad.
Bê merîfet in, bê esl û binyad.
Enwai milel xwedan kitêb in.
Kurmanc tenê di bê hesêb in[6].
Gava Feqî yê Tîran, têkiliyên civaka serdema xwe bi tundî rexne dike, ku ew têkiliyan nirxên civakî erzan dikin, guh nadin wan, û didin pey diravan, û pend û zanînê paşguh dikin, Ehmedê Xanî wê ramanê bi awayê hissî diderbirîne:
Ger îlmî temam bidey bi polek.
Bifroşî tu hikmetê bi solek.
Kes Nakete meyterê xwe Camî.
Ranagirtin kesek Nîzamî.
Weqtê ku me dî zeman ev reng.
Fîlcumle li ser diravî bû ceng[7].
Feqî Tîran hewl dide, ku têkiliyên civakî yên serdema xwe hilweşîne, vê lomê, me dîtibû, ewî cîranê dilsoj di ser birayan re girtibû. Ev raman li ba Xanî jî deng vedide, ku ew dostê jidil di ser mirovê malbatê yê du rû û xiniz digre:
Yarê bi te re muwafiq.
Sed xizimêd xayîn û munafiq.
Qurban bike mebê mixabin.
idikey bi kesan ku bê wefa bin?
Qurban bide qet mebêje kî ne.
Bê kîn e bira eger bi kîn e.
Yarê te ji bot e re bira ye.
Hem av e ji bot e, hem ira ye[8].
Diyar e ku wêne li ba herduwan heman wêne ye; li ba Feqî cîran sindan e, di rojên teng de û li hember dijwariyan palpişta wî ye, û dostê dilsoj ira û avê Xanî ye, û hilweşandina têkiliyên êlîtî û rûxandina civaka fewdal, a ku wan têkiliyan hêzdar dikin, jî mebesta herduwan e, da hineke nû li şûna wan ava bikin.
Her weha me dîtibû, ku Feqî rûmeta mirov li gel kar dibestîne[9], va ye Xanî jî wê wateyê diderbirîne, û kar gelek bilind dinerxîne. Kar li ba Xanî qelenê jiyanê ye:
Pirsî ji dinê min bi hikmet:
Mehra te i?Gote min:Ku himet[10].
Wek diyar e, ramanên Feqî li ba Xanî hema hema raste rast dubare dibin, lê Xanî boûna Feqî ya li ser hukumdaran ber bi pêş de dibe. Helwesta Feqî li hember wan ji awayê hêrsa hestewerî û gef û guran derbas nebûye. Tevî ku ew helwest pêşengiyê di vê mijarê de dide dest wî jî, lê nagihêne asta hişyariya helwersta Xanî, ya ku derûna hukumdaran analîze dike, û dibîne, ku i di hundirê wan derûnan de veşartî heye, û wusa die, ku Hukumdar ji celebê şahmaran in, kenê wan jehr e, û ramûsana wan kîn e, her iqasî mirov li ba wan rûmetdar be jî, lê gava rewşa wî were guherttin, ewana pişta xwe tê yal dikin[11].
Weha diyar e, ku bandora Feqî li ser Xanî ber bi av e, pê re jî hukariya wî li ser wêjeya kurdî tê xuyan, û heya vê serdema me hinek helbesvanên şêweyê kilasîk, wek Cegerxwîn, Tîrêj, Bê Bihar û hinên din, li pey şopa wî ûne, bi cihkirina navên xwe di helbestê de parastine.
 
        
 

[1] Biner not 104 di mijara sirûştê ya vê lêkolînê.
[2] Tenbûr, rû 2.
[3] Tenbûr, rû 22.
[4] Tenbûr, rû 52.
[5] Heman jêder û heman rûpel.
[6] Mem û Zîn, vekolîn û şirovekirina Mihemed Emîn Osman, apa yekem. Rû 54, 55.
[7] Heman jêde, rû 56, 57. Polek: Qurişek, sêntek…Hikmet: Pend. Solek: Pêlavek. Camî û Nizamî du helbestvanên Farîsî ne. Meyter: Xizmetkarê hespan.  Ranagirtin Nîzamî: Wî ji xwe re nakin xizmetkar.
[8] Jêdera navborî, rû 180.
[9] Biner nota 149, di mijara kar de.
[10] Mem û Zîn, rû 51.
[11] Mem û zîn, şirovekirin  û apkirina M. B. Rudenko, digel wergera bo zimanê rûsî, Moskowa, 1965, rû 135.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark