Hevpeyvîn: Dildar Qertimênî
Dawî, mamoste
Konê Reş razî bû ku bersiva pirsên min li dor malbata Haco vegerîne.
Wek ku diyare malbata Haco di nav kurdên rojava de, di warê kurdewariya
xwe de ji malbatên navdar e. Konê Reş jî, ji nivîskarên naskiriye di nav
kurdên rojava û Kurdistanê de, digel ku guhdana wî, bi dîroka êl, eşîr û
kesayetiyên rojava baş heye. Min jî xwest van pirsên xwe jê bikim, lê
pîştî 6 heyvan nû razî bû ku bersiva pirsên min vegerêne. Fermo ez û hûn, pirsên min û mamoste Konê Reş:
1- Gelo siltanê Hevêrkan kî bû, rast Haco axa bû?! Û kengî navê Haco di nav kurdan de hatiye hole? *-
Bi rastî, ev hevpevîn ne bi dilê min bû, lê piştî ku Hecî Ehmedê Simê
di roja 16.10.2015 an de ez digel gelek navdarên Cizîrê ji eşîr û
siyasetmedaran, vexwendî mala xwe, ser xwarinekê kirin û Şewketê
Silêmanê Haco ebeya Eşîra Hevêrkan lê kir..! Min ji xwe re got; çima ez ê
bersivên Dildar nedim.. Siltanetiya Hevêrka ji Abdulkerîmê Eliyê
Remo dest pê kiriye, ne ji mala Haco.. Wek ku diyare, piştî kuştina
siltanê Hevêrka Abdulkerîmê Eliyê Remo li Axreşkê – di navbera Mêrdîn û
Diyarbekirê de ye- Ji nû axatiya herêma Hevêrka ketiye destê mala
Osmên; Serhan û Çelebî, pismamên Hacoyê ku pirs li dorê ne.. Berî navê
Haco berz bibe, navê Elîkê Bettê bi kuştina Cimoyê Hêştrekî, yê ku bavê
Haco kuştibû hatiye meydanê û vê paşiyê piştî ku Elîk hebsa Nisêbînî
vekir, bêtir navê wî belav bû, ta hinge navê Haco nebû. Di baweriya
min de, berberiya mala Osmên ya xwebixwe, planek ji planên Osmaniya bû,
da ku kurd hev negrin û nikaribin rojekê doza tiştekî bikin.. Hingî,
Haco bi navê ( Hevêrkan) û pismamên wî bi navê (Dekşûriyan) berberiya
hev dikirin.. wek ku çawa li tora Mihelmiyan, Issa Begî û Xelîl Begî û
li çiyayê Omeriyan jî, Etmankî û Mehmûdkî çêkiribûn û berdan hev û din,
wiha jî di herêma Hevêrkan de Dekşrû û Hevêrî çêkiribûn.. Neyse, mijara
me ne eve.. Piştî serhildana Şêx Seîd û alîkariya Haco bi Kemalîstan re,
ji nû navê wî di nav gel de hatiye meydanê. Belê piştî bidarvekirina
Şêx Seîd di havîna 1925an de û jêxwestina ku Haco kursiyê bin lingê Şêx
Seîd bikşêne.. Di encam de Haco razî nebûye û ji Amedê revyaye ta ku di
sibata 1926an de derbasî Binxetê bûye. Hingî, Sûriyê di bin desthilatdariya fransîzan de bû. Wiha bêtir navê Haco hat naskirin. Li
Binxetê, Fransizan çend gund di sinceqa Xelef Axa de dane wî û xelkên
ku pêre binxet bibûn, ji kurdan; bi Êzdî û misilman ve û Xirstyanan. Hingî,
Haco, tevayî wan gundan li ser navê zarokên xwe tapo kirin, her kurekî
xwe kir muxtarê gundekî..Ku niha ji xelkên ku pêre daketibûn Sûriyê
nerazîbûna xwe diyar dikirin, Haco ji wan re digot; ( Erd di destê we
deye, hûn hiltînin û datînin , ne gur dixwe û ne diz didize…). Vê paşiyê
rêjîma Baas destê xwe danî ser tevayî wan gundan û ji mala Haco
standin. Di baweriya min de ku Haco ew gund li ser navê wan xelkên ku
pêre Binxet bibûn; ji kurd, Êzidî û Siryanan tapo kiriba, wê gelek ji
wan gundan di destê wan de maba .. Tevî ku Haco li Binxetê ji
êlperistiyê derbasî kurdperistiyê bibû jî, lê zarokperestiya wî zoriya
Kurdperestiya wî dibir.. Roja îro, bi tenê ew çend avaniyên mala Haco li
Tirbesipyê mane…
2 – Mamoste! Tu dikarî ji me re behsa rola Haco di nav kurdên Binxetê de bikî? *-
Li Binxetê guhertinek mezin di pêvajoya Haco de hat xuya kirin; ji warê
êlîtiyê derbasî warê kurdayetiyê bû. Ew jî, bi saya Mîr Celadet
Bedirxan.. Piştî derbasbûna Haco Binxetê bi dor salekê, li ser daxwaza
mîr Celadet Bedirxan û hevalên wî, digel Emîn Axa( Emînê Perîxanê), çû
Libnanê, li bajarê Bihemdûnê bi welatperwerên kurdan re beşdarî di
damezirandina (komele Xoybûnê) de kir.. ji wê hingê ve Haco bi duristî
di warê kurdîtiyê de xebitî û li gor daxwazên Mîr Celadet Bedirxan
diliviya.. Gotina Mîr Celadet Bedirxan li cem nedibû dudo.. Di
sala 1936an de, di civînekê de li gundekî ji gundên Sinceqê Haco ji
xelkên beşdar re gotiye: Werin, em wan kesên ku dibêjin ( XUBIZ) anku
nan, di binya çiyayê Şingalê re derxînin.. Di baweriya min de ev
daxwaza Haco ji eşîrên Sinceqê, pêşniyara Mîr Celadet Bedirxan bû. Mîr
Celadet nêzîkî siyaseta Fransîzan bû di Sûriyê de, Vêce wî divyabû
navbera çiyayê Bagokê û Şingalê ji ereban vala bibe, bi ser hev vebe ,
wek herêmek xurû kurdî.. da ku doza xweseriya wê herêmê ji Fransîzan
bike, lê sed mixabin hin êlên Sinceqê xwe nedan ber gotina Haco û ew jî
beravêtî derket.. 3 – Bextê Haco an bextê Hesen? Dibêjin, bextê Hesen ji bextê bavê wî Haco tekûztir bû..? *-
Bêguman, ev gotin ne ji valabûnekê hatiye, ji serboriya Haco û ya kurê
wî Hesen hatiye. Ji zarokperestiya Haco hatiye. Haco zarokên xwe di ser
xelkên eşîra xwe digirtin .. lê xuya ye ku kurê wî Hesen Axa cudahî li
cem nebû; birayên wî, biraziyên wî, xelkên eşîra wî û tev kurd li cem
wek hev bûn, li gor ku min ji xelkê bihistiye.. 4 – Malbata Haco li kû maye, çi bi serê wê de hatiye? *-
Bi mirina Haco re, di nîsana 1940, barê malbatê ket ser milê Hesen Axa
de û wî karîbû bi serketin di bin barê malbatê de rabe û pêş ve bibe,
ta ku wî jî di sala 1967an de çû ber dilovaniya Xwedê. Ez nebawerim
ku yên li pey wan re karîbûn wek wan ( Haco û Hesen), di bin barê
malbatê de bilivin ... Cemîlê Haco an Îbrahîmê Haco an Ekremê haco.. Ji
ber ku rewş gelekî hatibû guhertin û zextên rêjîmê bi dijwarî li ser tev
kurdan û bêtir li ser malbata Haco hebû .. piraniya wan, ji berî 30
salî ve koçberî Ewropa bûne û bi taybetî Swêd.. Dikarim bibêjim ; tevî
wê rewşa xerab Mecîdê Haco di bizava xwe ya netewî de karîbû navê Haco
bilind bihêle. Vê paşiyê jî, Ciwan Haco bi dengê xwe navê Haco
parastiye. Malbat tev baş nînin û tev xerab jî nînin, lê piştî
mezinbûna malbata Haco û zextên rêjîmê û yên rêxistinên heyî di wê hinge
de wek; partiya Komunîst û partiyên kurdan yên ku teqlîda komunîstan
dikirin, şerê malbata Haco bi tundî hat kirin, ta ku kêlên ber serê
miriyên wan li Dugirê tev rûxandin.. 5 – Îro tu wan çilo dibînî? *-
Roja îro, ez malbata Haco bêtir Hacoperest dibînim, her wiha
zimanperestin jî . Hez zimanê xwe dikin û li kû bin di malên xwe de bi
kurdî xeber didin.. 6 – Çima di van salên dawî de, şerê malbata Haco tê kirin? *-
Ez nabêjim ku şerê wan tê kirin, belê dikarim bêjim ku behsa wan bi
neyênî tê kirin. Di baweriya min de ew jî li sê çar egeran vedigere: 1–
Bîranên Hiznî Haco; ku pesnê malbata xwe daye, bêyî ku neferekî jê
rexne bike an siyaseta malbatê û neferên wê şaş bibîne; Bi Barzanî re
Barzanî ne, bi Celaliyan re Talabanî ne, bi Pkk yan re PKK e ne.. 2
– Pirtîka ku Ferhadê Cemîlê Haco bi navê bîranînên bavê xwe Cemîlê Haco
çap û belavkiriye, gelek dibêjin ku piştî mirina Cemîlê Haco kurê wî
Ferhad , bîranînên bavê xwe li gor pesnê malbata Haco berhevkiriye..
3– Ragihandina Şekîb Haco di TVya Sûriyê de sala 2004an, derbarî hebûna kurdan li Sûriyê…
4– Siyamend Haco û ragihandinên wî li Ewropa…
5–
Bêdengiya malbata Haco derbarî koçkirina xelkên Rojava. Ji ber ku ew
xwe dibînin ji kurdperwerên herî resen û heyî di Cizîrê de. rojekê wan
ev koçberî protesto nekirin. Ew berî xelkê derketin… Di baweriya min de
ji ber van sedeman û ji bilî wan, hin kurd bi neyênî behsa malbata Haco
dikin… Bi hêvî me dilê kesî ji bersivên min nemîne. 08. 11.2015
|