Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Çima Bi Kurdî? !!

 


Vejîna Kurd

Li sibeheke têrhêvî, berbangê ne ji zû de xatir xwestibû, û rojê bijangên xwe yên têrevîn di govdeya asîmên de serbest berdabûn. Bakî hênik li rodanka dilê min xist, û bi bêhna qehwê ya ku ji fîncana min difûrî, û bi awazên tembûra Mihemed Şêxo re, rewanê min sermest dibû. 
Kêlîk bi kêlîk.. ez di buhişta vê heyamê de noq dibûm, û weke her car, min dest avêt newqa pênûsê û min xwest ez hinekî ji kela dilê xwe birjînim ser rûpela keçîn.


Çirûska ramanan perda demê dibirî, û li ser spehiya rûpelê tîpên kurdî dikeniyan, û rengereng gol vedidan. Di mejiyê min de, pirsa (Çima bi kurdî dinivisînim?!!) jenî û bersiv hêvî kir. 
Ez li berhema ku bi hestên zelal û hêsayî ji pênûsa min herikî bûn vegeriyam, min hîs kir, ku ev ziman wek pêlên hênkahiyê xwe berdide nava hinavên min, û ew tîpên latînî dikarin deşt û çiyayên hêviyên min bi ber bikin.
Li vî welatî; her tiştek bi kurdî reng dide… Solîn bi kurdî dibişkuvin, mêrg û çîmen bi kurdî şîn dibin, Buhar bi kurdî geş dibe û Payîz bi kurdî serê xwe dişo. Li ber dergûşan.. dayîk bi kurdî dilorînin û zarok bi kurdî dikenin û digrîn. 
Ji bilî zimanê kurdî, tu ziman nikare tabloyên me bi rengên xweşik wêne bike, germahiya hestên herikî binoşe û wergerîne nivîsandinê.
Belê.. Tenê mirovên ku ji ava kaniya zimanê Kurdî vexwerine û pê sermest dibin dikarin têbighên û binirxînin. Lê hîn bersiv bi dawî ne bûye.
Kurdî.. deryayeke kûr, fireh û bê dawî ye. belkî niha melevanên wê kêm bin, lê ez bi bawer im, di paşerojê de, ew dê pir û pir bibin.   
Nivîsandina bi Kurdî şanazî û serbilindî ye. Ew pirsa sar a di kêlîkekê de, ku di mejiyê min de hatiye meyandin, dê tucarî min nequfilîne, pênûsa min sar neke û heya ez hebim ezê xama wê ji av û heyama Kurdistanê bistînim û lênûsa xwe bi wan tîpên zêrîn germ bikim. 

 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark