Mûsa Qulîkî Mîlan
Fermana heftê sisêyan, Rev û revbez mera anî; Kuncê hêmin me bû hesret!
Doþeka me bû axa sar, Lihêf esman, balgî zinar; Xewên þevan me bûn hesret!
Bi þûrê ol û enfalê, Serê gul, rihanan birîn; Defn û kefen me bû hesret! Bi navê ol û enfalê, Keç û bûkên me revandin; Hewar, gazî me bû hesret! Mija mirinê hev rabû, Girte ser rûyê Þengalê; Derfeta þînê bû hesret! Di kelekela germê da, Devziha man mirovên me; Þîrê zarokan bû hesret! Em in rojreþên Þengalê, Perîþan bûn serê çiyan; Nanê tisî me bû hesret! Em in bextreþên Þengalê, Termê zarokan ser milan; Axa welat me bû hesret! Rûmeta me kirin bin pê, Li ser axa þaristanan; Mirovahî me bû hesret! Em bûn penahber û hejar, Di bin çadirên bêkêr da; Serþok û þûþtin bû hesret! Di rewþa penahberî da, Zarokan xwandin ji dest dan; Pênûs û lênûs bû hesret! Gelo ka Dewrêþê Evdî? Gelo ka Qeymezê Êzdî? Mêrên mêrxas me bûn hesret! Gelo ka yekîtiya me? Gelo ka berxwedana me? Îro cî, war me bûn hesret! Divê ku em piþt bidin hev, Û bibin mertalên zindî; Lewra hebûn me bû hesret! Divê ku em dest bidin hev, Rizgar kin hêlîna welat; Lewra jiyan me bû hesret! Senar Mûsa Qulîkî Mîlan 16 Desember 2014
|