|
|
|
|
|
|
|
Reþad Þeref - Swêsra
Em îro 13.3.2016 salvegera yekemîn wexera dawî ya rojnamevan û serokê sandîkeya rojnamevanên kurdistana sûrî, xwedê jê razî: Ciwan Mîranî bi dilek xemgîn li bîr tînin.. Em îro li pêþberî kesayetiyek kurdistanî radwestin, yê ko jiyana xwe kiribû mûmek jibo serkeftina gelê xwe, feqîr û maldar, rewþenbîr û cotkar, kal û ciwan bê cudahî heskirinek bê hempa ji her kesî re. Rojekê zikreþî û çavnebarî derbasî dilê wî nebûye û kesek jê aciz nebûye!.
Ev kesayetiya kurdistanî: Elî Þeref di sala 1971 ê li gundê sewêdiyê navçeya dêrikê hatiye dinê, bi navê Ciwan Mîranî hate naskirin weko pêþmerge, rewþenbîr û rojnamevan. Di salên ciwaniya pêþîde di pazdehsaliya xwede tevlî hêza netewiya kurdî bû, di destpêka serhildana 1991ê hestên wî yên kurdewarî hiþt ko di þevek tarî de li ava mezin bide û tevlî hêzên pêþmergeyên kurdistanê bibe û li hemberî leþkerên Sedam ê faþist çekan hilgire.. û dema aramî kete kurdistanê vegeriya herêma dêrikê. Di sala 2003 an de careke din derbasî baþûrê kurdistanê bû û di warê rojnamevaniyê de karkir. Di sala 2013 an de, weko serokê sandîkeya rojnamevanê kurdistana Sûrî hate hilbijartin. Xemxwarê merovatiyê û kurdewariyê bû, piþtgir û alîkarê penaberên kurd bû, damezrêner û endamê kovara Sewt al axer bû, ji jimara 1 – 522. Hezar silav li giyanê te be Ciwan Mîranî, te ji nav me barkir, lê bîrhatinek pîroz di dilê mede hiþt.
13.3.2016
|
|
|
|
|
|
|
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene |
|
| |
|
|
|
|