Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Rewşa Me Zindiyan Bi Ciwan Nebî re

 


Hekîm Ehmed

Tim di hişê me de bû ku afirandin bi azarkêşiya jiyanê geş dibe, êş û bobelat heybereke ciyewaz û bêhempa peyda dike, ji ber wê dema kurdekî digot ez helbestevan im, bi navên Helebçe, enfal û Mihabadê dest pê dikir, navên mezin ên serok û pêşrewan, pakrewan û lehengan tevlî hevokan dikirin bi awayê ku mirov don, xwê û biharan li xwarinê bike.

Bi rastî wefadarî pêwistiyek e, lê carina ku heyber dimîne çend durişmên siyasî û çend navên gewre, mirov xemgîn dibe ku nav lêbike helbest an afirandin. Dîroka vê êşê di wêjeya Kurdî de kevn e, ji ber ku ristên bi navê Şînî mijareke sereke bûn di berhemên kilasîk, di gelek dîwanan de bireke taybet girtine.
Helbet, em jî gihane demekê em karin bêjin ku bûyera gewre ne tim heybereke gewre berhem dide, lê ji aliyekî din ve, wêje dimîne wêneya dem û jiyanê, ev di wêjeyên gelan de tekez bûye, belê berhemên wêjeyê di bobelat û cengan de pir dibin, tevî ku asta wan ne yeksane ye.
Em li çend salên dawiyê li Sûriyê vegerin, em wê himbizbûna berheman nabînin, bi taybet di nav nivîskarên Kurd de yên ku çend rêxistinên wan hatine ragihandin, tevî ku eger em navên xwe çap bikin  yên ku nav li me dibe helbestevan û nivîskar wê çend pirtûk derkevin, tev rêzgirtinê ji pirtûkên ku derketine.
Ciwan Nebî, ciwanekî ku guleyek di vê qadê de teqand, kesek ne kuşt, lê cihekî kûr di dîwarê helbesta kurdî de kola, ew bi xwe, di pirtûka xwe (Weke Gulleyeke Ku Te Nekuje)  de vê mijarê tîne ziman û zehmetiya ku tu di bobelatê de bijî û li ser binivîse diyar dike, Ciwan li ser zarokekî ji qurbaniyan dipirse: (-Tu dikarî binivîsî? -Ka tu ê çawa bixwînî?).
Ger tu nivîser an xwêner, mirovekî hestevan bî (- Tu yê ku xwîn nedîtî – ji pêvî şûna stirîkî di tiliyên xwe de), tê li ser zarokekî ku topbûn e barana wî, çi binivîsî û çi bixwînî?  Ciwan zane ku (Baran di helbestê de naziktir dibare), wilo jî ew heybereke awarte li ser hestên me çap dike.
Di (Weke Gulleyeke Ku Te Nekuje) de Tu bi kude biçî wê gule li dûv te bê, wê ceng xwe li te bigelicîne û çarenûsa te zeft bike tevî ku axêver ne yê cengê ye, lê bi hemû hişkiya xwe ceng wî hişk û har dike, (- Dara ku ramûsanên me vedişartin – pelên wê bi guleyan diweşin),
(- Û tu li bajar dinihêrî – ne çivîkek li ser dareke tiwan dideyne – ne tiwek li ser dilê te). Li cihekî din qîr dike: (- Û gulle qul dikin bêdengiya min – strana min dikujin).
Di vê qerebalexê de, Ciwan naxwaze jiyana cengê bifelsifîne, bi qasî ku ew nêçîra çelengiyê bike, kêliyên helbestê yên veşartî bidest bixe, ev dihêle ku bi çêja hestesazekî bipiste: (- Ceng sibehan radiweste – tu dikarî li Şoban guhdarî bikî) û rê dide zarokê di hundirê xwe de ku kesayetî û pêkhateyên cengê bide nasîn: (- Balafir çivîkên cengê ne, ji serma wilo mezin bûne) û (- Leşker mirovek e, sîka wî ji wî mestir e) û carina yasayeke cengê bi derbirîneke helbestî kifş dike: (- Jiyan tev di cengê de hotêlek e), yan di nava helbestê de biryarekê dide: (Kî bimre ew helbestevan e). Li cihekî din serkêşiya helbestên xwe dike, xwepêşandanekê li dijî cengê derdikeve û durişma xwe ya herî xweş dibêje: (- Birûxin doşka – bijîn piskilêtên zaroktiya me).
Li ber vê êşê, li pêş cenga ku ciwan wê reş, girtî, tarî û zuha dibîne, gunehê helbestevan tenê ku dîdevanek e, mirovekî bi çav û guh û hest e, ew dîdevanê di pirtûkê de weke qurbaniyê herî bi êş diyar dibe, ji ber ku êşên hemû welatê xwe dibîne, ew cuda ye ji kesên din ku di pirtûkê de pesindayî ne weke leşker, kujer, evîndar, penaber, zarok, bav û dayik.
Dîdevan j ber vî gunehê giran ji hêla guleyan ve seza bûne ku ew nekuştine, wilo wê bi zindîbûna xwe her roj bimrin (- Çi ji wilo hişktir, li vî welatê goristan) û ji ber ku (Tu birayên xwe li paş doşkayan dibînî) û (bi aliyan de diterqin term), divê her zindiyek li cengê weke Ciwan bi bawerî bibêje: (- Ez jî şehîd im – cihê min li rêza nûçeyan nema bû).
Belê, eger gule te nekuje, jiyan di rastiya xwe de dibe dubarekirina mirinê. Ev e çarenûsa hevbeş di navbera afrêner û xwênerê (Weke Gulleyeke Ku Te Nekuje) de. Bêguman dîdevanê di van helbestan de bi qedera xwe qayil dibe, lê li pêşiya dîmenên bobelatê û bi dubarebûna mirina xwe, dibe çavdêrekî xwedî ezmûn ku radije pirsên mezin û bi zimanê xwêner li nav çavê ceng û hebûnê dixe yan jî weke ciwan dibêje bi cengê de dipijiqe, bi van rojan de: (Bimrim, tu ê çi li ser in binivîsî?), (Ma kujerê zarokan, li çavên zarokên xwe dinihêrî?) û (- Bajarê dûûûr, teng – wê çawa karîbe rahêje barê cengê?).
Di helbestê de, tevî mijar ewqas girêdayî civakê ye, Ciwan ne ew helbestevanê ku bi pabendiyeke hişk xwe girêbide yan eza xwe di bin stûbarî û erkê de bitewîne, mijara cengê ne weke xwegirêdanekê hatiye, lê ew bandoriya derdorê di wjdana afrêner de ye, ji ber vê em tabetiya nivîskar û derbirînên wî bi gelek şêweyan dibînin weke dîtina bi çavên zarokan (Zarokan naskiribû ku balafir şekirên cejnan belav nakin) ger di quncikên dîmenê yên veşartî de (Niha ger ceng destpê bike, û te hîna kurtikekî xwe yê nû nekiriye) guhestina êşê bi şêweyê nuktê ku azarkêşiya veşartî eşkere dike û xwêner azad dihêle bikene yan bigrî (Di cengê de, dibe dengê telefona te, bêhtir ji dengê guleyan te bitirsîne), beşdariya bajar bi hemû hêlên xwe (Qehwexane, hotêl, goristan, dadgeh, derî, dar..) û gelek derbirînên din weke hevokên navane ku wateyên helbestê weke rêzikekê yan prensîpekê pêşkêş dikin û hevokên pirsyarkî ku bi hestan bar dibin..
Di (Weke Gulleyeke Ku Te Nekuje) de, mirov dikare xwe bibîne, xwe binase, hestên xwe yên pijiyayî bi çavine hestyar di qaqilê helbesteke kurdî nûjen de bixwîne.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 6


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark