Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Serweriya Nêremejî Civaka Mirovahiyê Pêş Naxîne

 


Vejîna Kurd 

    Bêguman ewlehî, aştî û demoqratî stûnên serkeftina  civaka mirovahiyê ne, vajayî wê jî zordarî, setemkarî û lihevnekirin hilweşandina wê ne. Lê mixabin heya roja îroyîn jî hîn zihniyeta dijîtî û zordariyê di mejiyê mirovan de cihekî mezin girtiye, û di jiyana rojane de ew di têklî û danûstandinên de bi kar tê.
Diyardeya zordariyê gelek kevnar e, û her kêlîkekê, li vir an li wir, di meydana mirovahiyê de dijene, aştî û ewlehiyê binpê dike..... 


Eger em bixwezibin wê binasin em dikarin bêjin ku ZORDARÎ şêweyek an lebateke mirovan e, ku hêz, zor û dijayetî ji aliyekî ve dertên " dibe ew alî mirovek, civakek an jî destlatek be" û li dijî aliyekî din bikar tên, armanc jê ew e ku aliyê duyem bindest bike, û bi wê helwestê re jî gelek ziyanên aborî û derûnî derdikevin holê. Di vê gotarê de, me xwest em girîngiyê bidin zordariya "şideta" ku li dijî jinan tê kirin, ji ber ku tu roj derbas nabin û em nebihîsin ku zordarî li ser jinekê, bi awayekî eşkere yan bi rêbazên veşartî diqewime. Ew jî tinazeke mezin e di dermafê rûmeta mirovahiyê de, û windabûna mafên mirovan e, û ew li ser bingeheke kultûrî, civakî, aborî, siyasî û yasayî ava dibe. Belê; zordariya ku li dijî jinê tê kirin pirseke piralî ye, divê ne tenê jin, lê pêwîst e her kesê xwe mirov dibîne di kesayetiya xwe de raweste ku çiqasî li ser jinê destlatdar û zordar e, ji ber ku ev diyardeya di nav hemû pêkhateyên civakê de tê dîtin, û tucarî ew bi aliyek ji aliyên civakê, yan  ol, çand, pêşketin û şaristaniya dewletekê yan jî paşdemayîna wê ve ne girêdayî ye.  
Birastî; şêweyên zordariyê pir in wek lêdan, kuştin, destdirêjiya seksî, bazirganiya jinan, zewaca bi zorê, sinetkirina jinan, recm...... û H.W.D, lê em kanin bêjin ku ew hemû tên ser yek wateyê, ew jî bikaranîna hêza govdeyî, aborî û derûnî li dijî jinê û çandeke ku mafê wekheviya jin û mêran mikûr nîne û rê li pêş bindestkirina jinê vedike. Belê, îro di sedsala bîst û yekê de jî, hîn li gelek welatan jin di warê raman, vîn û fîzîkî de rastî zordarî û destdirêjiyê tê, di bin navê adet û baweriyên kevnar û asayê de, li ser wê hîn pîvanên paşverû tên ferzkirin. Eger  em bûyerên kuştinê "wek nimûne" bişopînin, emê bibînin ku mêr ji aliyê kesên biyanî ve tên kuştin, lê di heman demê de jin ji aliyê hevjînê xwe yan bav û birayê wê ve tên kuştin. Li ser erdnîgariyeke gelek fireh, ji Efrîqya ta Kurdistanê, her roj bi dehan jin jiyana xwe bi dawî dikin, an tên kuştin.. çima?!!!!           
Bêguman gelek sedemên wê yên curbecur hene, lê di rastiyê de ew tev ji kaniyeke dîrokî dertên, ew jî civaka nêremejî ya ku mêr serweriya wê dikin û piraniya cîhanê pê tê rêvebirin. Di hemû serdemên dîrokî de yên ku mêran aborî û serwerî xistine destên xwe, destlatdarî û zordarî li ser jinê hatine kirin. Ji ber ku di serdema neyolîtîk de, dema mêr li çol û çiyan nêçîrvanî dikir, jinê tov li ser erdê diçandin û aborî dida afirandin, û bi wê civaka mirovahiyê bû xwedî hêz.
Ji ber girîngiya rola jinê di jiyana mirovahiyê de, di pir serdemên dîrokî de jin wek xwedêwendan hatin binavkirin, û li ber pûtên wan nimêj dihate kirin. Piştre mêr xwest serûberê rêveberiyê bi dest xwe xîne, û herwisa civakeke nêremejî ava bike, û dema gihîşte wê armancê wî dest bi zordarî û bindestkirina jinê kir.
Ma gelo civakek bi vî mejî, wê çawa bi dadmendî, demokratî û awayekî durust li mafê jinan mêze bike?!! 
Eger em bixwezibin pêşketin û şaristaniyê bistînin, divê berî her tiştî em mejiyê xwe ji hemû ezîtiya nêremejîtiyê bişon û jiyana mirovahiyê bi gulên azadiyê bixemlînin, ta jin û mêr bi hev re jiyaneke azad parve bikin û bijîn. 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark