Nizar Yosif
Hevpiþt ê jiyana min
Siwarê pesnan
Sade
Ter dikirin xewnên
bixwezî
Bi pêlpakiya canan re
Bawerî di çavan de
diçirisî
Kevir li pêþiyê di
bûn teraf
Girêdayî ma berevanê
tewlê
Bendeman ê sozan
Ǜ piþtiyên xwe
Ji rojên bê aramî
Diweste
Hîviyên gulgulî
Bi rûdanan re veguherîn
Zivêr bî ji giyanê xwe
Doþeka rehetiya þevê
Berda
Gêjiya rêwîtiyê
Di bîrên xeman de
Li xwe digere
Li rêya min a veder!
Qulingê ji refê ketî dipirse
Meyxaneyên galgalên sade de
Ji bê çareyê
Tirî yên virnî digivêþe
Þûþeyan av dide
Mitale,,,
Ji hêlma janan
Ne zelaliya li pêþ mirovan
Tihn neþikestî þûþe zuha dibe
Di zayîna mitaleyên tehil re
Çêj xwe winda dike
Bê hemdî
Bi talanan ve hilpirikî
Wekî bayê bê sewda
Birûska ketî pêsîra Erdê
Di tewên bê dengiyê de
Li tariya þikeftên wê dikeve.
Giha lîsê Qulingê tenê mayî
Taviyên demdijwariyê
Bi hevdîtinê re
Vala dike
Galgal rêz dibin
Efsaneyên goriyan di bêje
Kelegiriyê rojek vekirî
Bi lomeyan
Li rastyariya min û xwe digere.
07.06.16