Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Li ser riya Rojhilat

 


Yekta Uzunoglu

Roja 18.03.1980
Êdî ji bo çûyîna Rojhilat her tiştên me temam bû. Min nameyeke taybet ji Wezareta Karên Derve ya Fransayê re şand û ji bo dayîna bursa îxtîsasê ( pisporîyê) û îmkanên ku dabûn min spasiya wan kir. Min ji wan re got ku derfet û mecalên ku dewleta Fransayê ji bo xwedîkirin û xebatên min ên zanistî dane min, pir girîng in; lê di şert û mercên ku beşeke welatê min ango Rojhilatê Kurdistanê tê de ye, ez ji hêla wijdanî ve nikarim li Parîsê bimînim û xebatên xwe yên zanistî bidomînim. Ji ber ku di şer û berxwedana li dijî Rejîma Îslamî ya Xumeynî de, her roj gund û bajarên me kurdan dihatin bombekirin.


Di destpêkê de ez û hevalê xwe yê Çekî ku wî jî wekî min bursa xwendinê ji Fransayê standibû û li Parîsê li ser tendurustiya Nûkleerê (atom) kar dikir, me bihevre biryara çûyîna Rojhilatê dabû. Piştî avakirina çend bingehên tendirûstiye li çend cihên Rojhilat, ‘Doktorên Sînornenas’ soz dabûn min, Perwîn Qasimlo û Hesen Şetewî ku wê bihatana Rojhilat.
Navê hevalê min ê Çekî Viladimîr Ştîx bû. Ew kurê serokê Xaça sor a Çekoslowakiyayê bû û li du rişteyan de zanîngeha xwe qedandibû, wate hem doktorê tendurustiyê bû, hem jî pisporê xebata atomê. Wê demê welatên sosyalîst li ser pasaporta hemwelatiyên xwe dinivîsandin ku ew dikarin seredana çi welatekê bikin, heger ku hemwelatiyên wan bi destura resmî jî derbasî welatekî rojavayî bûbûna jî nekaribûn derbasî welatekî din ê rojava bibin. Li ser pasaporta Viladimîr jî nivîsandibûn ku bi vê pasaportê tenê dikare sefera Fransayê bike. Wê demê ji bo çûyîna Rojhilat jî tenê du rê hebûn: Yek li ser Tirkiyê re û ya din jî li ser Tehranê re. Helbet hingê riya Tehranê, ji bo kesên porzer û çavkesk ne mimkûn bû. Ji ber ku her roj li Tehranê xwepêşandan li dijî Amerîka û Ewropayê pêk dihatin û ne mimkûn bû ku kesekî Ewropî bi rehetî li Îranê de bigere. Çûyîna Viladimîr bi ser Tirkiyê re jî ne mimkûn bû, ji ber ku ew hemwelatiyê welatekî sosyalîst bû ku tenê dikaribû here Fransayê. Mecala wî ji bo çûyina welatekî din tûnebû. Li ser riyên derbasbûna ji ser Îraqê re jî ji bo Rojhilat haya me tunebû. Ne Kendal Nezan û ne jî Perwîn ji bo mecalên wî sinorî ji me re tiştekî negotibûn. Piştî mehan min fêhm kir ku agahîya her duyan jî li ser riya derbasbuna li ser İraqê hebû le ji min veşartibun û negotibûn. Yanî ez di bihûşta îdealîzmê de bûm û Kendal jî di nav “jiyana xwe ya taybet a realîzmê” de bû. Ev jiyana “realîzma” Kendal min di jiyana xwe de li ba tu birewer-rewşenbirekî kurd de nedit, ev taybetmendiyeke Kendal e.
Min bi xwe jî nikaribû di ser Tirkiyê re biçim Rojhilat, ji ber ku hingê li Tirkiyê wekî sûcdarekî li min digeriyan. Di sala 1970-î de gava ez ji Tirkiyê derketim û ji bo xwendinê derbasî Ewropayê bûm, ez 17 salî bûm û sûcdar nebûm, lê ji ber xebatên min ên welatparêzî yên li Ewropayê ez li Tirkiyê sûcdar dihatim dîtin û hatibûm mehkûmkirin. Bi awayekî Kendal ji Viladimîr re pasaporteke îngilîzî çêkir ku tenê wêneyê Dr. Ştix li ser hebû. Nav,paşnav ,tarîxa rojbune yên kesekî îngilîz bû. Êdî bi xeterî be jî, dikaribû derbasî Tirkiyê bibe û ji wir jî hevalên me yên şoreşger ku nas û hevalên Mehdî Zana bûn bi qaçaxî ji sînor ve derbasî Rojhilat bikirana. Wê demê Mehdî Zana, yekemîn Serokê Şaredariya Diyarbekirê bû ku wekî kesatiyekî kurd hatibû hilbijartin. Pasaporta min ji ya Tirkiyê bû, lê bi alîkariya dost û nasan ve wisa çêkirin ku kesî fêhm nedikir ku saxte ye. Kesê ku ew pasaport dabû çêkirin, kek Medenî Ferho yê birayê mezin ê Derwêş Ferho bû.
Me biryar da ku Dr. Şitîx bi ser Tirkiyê re here Mehabadê û ez jî bi riya Tehranê re. Çiqas me karî me derman û alav û cîhazên tendurustiyê kom kirin da ku bi xwe re bibin Îranê. Me soz da hev ku emê roja Newrozê (Sala 1980-yî) emê li Mehabadê bin û Newroza xwe li ser xaka pîroz a Kurdistanê pîroz bikin.
Dilê min bi vê coş û heyecanê re lê dixist ku ezê newroza xwe li Mehabadê pîroz bikim. Bilêtên balafirê Kendal amade dikirin, ji ber ku bi salan bû ku li Parîsê dijiya û welatên Rojava ji min baştir nas dikir. Kendal got ku ya baş ew e ku tu ji Brûkselê bifirî bi rêhewaya Sabenayê. Wî got heger tu ji Parîsê bifirî, wê li balafirgeha Tehranê te gelekî kontrol bikin. Min jî bawer kir. Bawer im 18-ê meha Adarê, ez û Kendal bi trênê çûn Brûkselê da ku ji wir ez herim Tehranê. Min bi safîtiya xwe wisa bawer kir ku Kendal dixwaze rêhevaltiyê bi min re bike û bi min re heta Brûkselê were. Ji ber ku di wê rêwîtiyê de çûyîn hebû, lê veger tunebû. Her wiha ez û Kendal ji malbatekê bûn. Em hevalên hev ên zarokatiyê bûn û li Ewropayê jî em 9 salan hevalên hev ên herî nêzîk bûn. Ji aliyê min ve wisa bû. Jixwe yek ji sedemên ku piştî dawîanîna zanîngeha Çarls li Pragê, ez çûm Parîsê ev bixwe bû. Ji ber ku êdî Dr. Qasimlo li Parîsê nebû ku ez ji ber wî biçim Parîsê û yê ku Kendal jî bi Dr. Qasimlo re beriya salan dabû naskirinê, ez bixwe bûm.
Em gihîştin Parîsê û em çûn balafirgehê da ku ji bo Tehranê bifirim. Li balafirgehê em haydar bûn ku balafira me wê dereng rabe. Min dît ku Kendal hêrs bû û min jî bi safîtiya xwe xwest wî aram bikim da ku dilê xwe ji ber derengmayîna balafirê nerehet neke.
Kendal bi xwe re çenteyekê anîbû û di rê de got, madem ew diçe Brûkselê, ewê dû sê rojan li wir bimîne û paşê vegere Parîsê. Ji ber ku ez û Kendal dost û merivê hev bûn, nedikarî li balafirgeha Brûkselê min di dema çûyîna bo sefereke ewqas bi rîsk û metisîdar de bi tenê bihêle, lê pir nerihet bû.
Helbet kesên ku Kendal nas dikin dizanin ku Kendal zû bi zû nerehet nabe, lewma ji bo min ev reftar û rewşa Kendal tiştekî nû bû. Kendal neçar ma ku ji min re bêje qasekî din mamosta Mehmet Emîn Bozarslan ji Stockholmê tê Brûkselê. Ez şok bûm! Û min fehm nekir. Ez û Kendal sê saetan di nav trênê de bi hevre bûn û ji min re negot ku wê Seyda Bozarslan were Brûkselê. Di destpêkê de min wisa texmîn kir ku reng e mamosta Bozarslan jî bi min re were Tehranê û ji Tehranê ve jî emê bihevre derbasî Mehabadê bibin. Di dawiyê de Kendal neçar ma vê nepeniyê eşkere bike û ji min re sedema hatina mamosta Bozarslan bibêje. Ji ber ku Kendal zanibû ku ez ji xortaniya xwe de seydayê Bozarslan nas dikim, di dema xwendekariya dibistana Navîn li Stenbolê û li mala xwendekaran ya li bajarê Diyarbekirê li Stenbolê de ku bi birayê xwe yê rehmetî re diman û Seyda Bozarslan ne tenê ji bo semînaran dihat ba me, belkî me ew di cihên din ên Stenbolê de jî ziyaret dikir. Heta şeva dawî ya beriya derketina min ji Tirkiyê di sala 1970’î de, ez û birayê xwe yê rehmetî û Necmedîn Buyûkkaya û Hikmet Bozçalî hemû bihevre çûn mala seyda Bozarslan da ku gorî erf û edetên kurdan xatirê xwe ji mezinê xwe bixwazim û serê 9 salan jî bû min seydayê xwe nedîtibû.
Di rastiyê de gelekî ji canê min nexweş û giran hat. Bi mehan bû me bihevre haziriya alîkariyan ji bo Rojhilat dikir û her tişt ji alî min ve vekirî û zelal bû û ez wekî cangorî diçûm Rojhilat da ku binkeyekê ji bo hatina doktor û pisporan ava bikim û Kendal jî bi min dide hîskirinê ku ev misyon û hevaltiya me çiqas girîng e û bi min re tê Brûkselê û ta deqeya dawîn em bihevre bin, lê dema dibînim ku balafir dereng ketiye, zelal dibe ku ne ji bo min hatiye Brûkselê, lê ji bo tiştekî din û ji bo hatina seyda Bozarslan. Ew yek ji aliyê Kendal ve bo min wekî îxaneteke mezin bi hevaltiya deh salan û xizmatiya me dihate dîtin, yanî tu carî tiştekî min ê veşartî ji Kendal re tunebû û gelê me yê Rojhilat jî di nav şoreşê de bû û rojane diketin ber bombebaranan û me jî seferberiya xwe bo wir dikir û ne tenê ez, belkî hevalê min dr. Stîx jî jiyana xwe dabû berçawan û bi xeterê re rûbirû mabû, lê ji aliyê din Kendal bi dizî ve bernameyeke din daniye û ez jî haydar nekirime.
Ez bi hêviya mayîna li Rojhilat bûm û min riya vegera xwe bo Ewropayê jî digirt û heta mala xwe ya Parîsê ji radest kir û her tiştên şexsî jî diyarî dost û merivên xwe kir û heyecena ku Kendal bi min re pê dijiya û min jî jê bawer dikir, lê Kendal li pişt min ve hin karên din dike û haya min jê tune û bi taybetî hatina kesekî wekî Seyda Bozarslan ku di jiyana min de cihekî wî yê taybet heye û me perçeyek ji çand û dîroka xwe bi siya wî naskiribû ku hingê li Tirkiyê de sûcekî mezin bû.
Min ji Kendal re ku di nava xweydanê de mabû, da hîskirin ku ew tiştên wisa ji alî exlaqî ve ne dirûst in. Hêdî hêdî dema gihîştina Seyda Bozarslan ji bo balafirgeha Brûkselê nêzîk dibû û Kendal neçar ma ku sedemên hatina Seyda Bozarslan ji bo Brûkselê eşkere bike. Kendal bêyî ku raya min yan raya kesekî din bistîne, danûstandin bi Lîbyayê re kiriye û ji ber ku bi xwe erebî nizane, ji bo danûstandina bi Qeddafî re, bi seydayê Bozarslan re têkilî çêkiriye û ew ji bo çûyîna ba Qeddafî qane kiriye. Ji ber wê ku hesasiyeta Qeddafî ji bo zimanê erebî jî zanîbû û nexwestibû ku Qeddafî aciz bibe ku delegasiyona kurdan bi erebî nizane û ji bo alîkariyê, destûra wî ji bo karbidestên Lîbyayê bistîne. Yanî piştî vê hevdîtinê wê Qeddafî destûr bide ku ji Rojhilat re bi riya Kendal alîkarîya diravî bê kirinê.
Ez di cihê xwe de hişik bûm, min heya wê demê bawer dikir ku her tiştê min û Kendal vekirî û zelal e bi taybetî kar û planên ji bo Rojhilat. 
Di wê demê de xwestina alîkariya siyasî ji Qeddafî nemimkûn bû. Ji ber Yaser Arafat dinyaya Ereban piştgiriya Qeddafî dikir. Lewre tenê alîkariya bi dizî û nepenî ya darayî dikaribû bike û wekî min fehm kir çûyîna Kendal ya ba Qeddafî jî, tenê bo alîkariya diravî bû. Min nedizanî çi bêjim û çi bikim jî, lê wekî ku ez ji xeweke giran şiyar bibim, ji xewna îdealîzma bêtixûb û realîteya însanan. Min her tiştê xwe li dû xwe re bexşîn û dan şewitandin da ku biçim alîkariya gelê xwe yê Rojhilat bikimû heta canê xwe gorî bikim, lê Kendal bêyî haya me ketibû dû pere û...
Piştî demeke kurt, Seydayê Bozarslan ji Stockholmê hate ba me. Ew seydayê rûken û tijî jiyan ku bi salan bû min nedîtibû û rêz û hurmeta min a bêsînor ji xebat û tekoşîna wî ji bo gelê kurd hebû, min li hemberî xwe dît.
Bi seyda Bozarslan re em çûn qehwexaneya balafirgehê û me qehweyekê vexwar û cixareyeke Dunhil jî kişand. Piştre dest bi pirsiyarên li ser sefera ji bo Lîbyayê kir. Seyda Bozarslan jî texmîn nedikir ku Kendal ew sefer heya saetek pêştir ji min jî veşartibû. Ji ber ku wî jî wekî piraniya birêveberên kurd, em (ez û Kendal) wekî du birayan nas dikirin. Di sohbeta wan de min fehm kir ku kesên ku diçin Lîbyayê, ne tenê Seyda Bozarslan û Kendal in, belkî kesê sêyem jî heye bi navê Ebdulhemîd Husênî.
Ew agahî û zanîn şoka duyemîn bû ji min re di nava du-sê saetan de. Ez û Kendal ku timî ji her kesî nêzîktirê hev bûn û min hesaba biratî û hevaltiyê li ser dikir, bi kesê sêyem re ku tucarî nas nekiriye, hemsefer dibe ji bo Lîbyayê û min jî ku bi başî nas dike alîkarî dike bo çûyîna rojhilat.
Piştî demeke dirêj min ew kombinasyona Kendal fehm kir. Ew kurdê bakur bû û zimanê erebî jî nedizanî û hewcedariya wî bi Seyda Bozarslan hebû ku erebî dizanî û jê xatircem û emîn bû ku tucarî tu tişt ji devê wî dernakewe û hewcehiya wî bi kesekî ji Rojhilatî jî hebû ku Ewropa nas nake û nikare zirarê bide Kendal yan jî metirsiyek be bo Kendal, lê ji Qeddafî re wekî kesekî ku temsîla PDK-Î dike bide nîşandayîn û xwe bixwe jî wekî serokê şande û delegesiyonê bide nasîn!!!
Piştî demeke dirêj rastî eşkere bû ku Kendal û delegesiyon li gorî plana Kendal li ba Qeddafî liviya ye û Qeddafî jî ferman daye ku alîkariyê bike û piştî ku Kendal li ba Qeddafî bi ser ketiye, carên din bi tena serê xwe û serbixwe li ser Roma re hatin û çûyîna Lîbya kiriye!!!
Bi van hest û hisên tevlihev siwarê balafira Tehranê bûm, firiyam lê dinyaya min tevlihev bibû. Hezar pirsiyar li ba min çêbibûn û li ber çavê min dihatin û diçûn. Çavên min reş dibû, serê min gêj dibû, laşê min direcifiya, meidê min tevlihev dibû û hew mabû ku di nav balafirê de vereşim! Bi rastî ku rojeke gelekî nexweş bû ji bo min. Ew ne tenê xiyaneta hevaltî, hogirtî, biratî û xizmatî bû; lê min fêhm nedikir kesê ku ez xapandime, çawa dikare di vê dema xapandinê de ewqas xwînsar û bêhest jî be!
 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark