Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Halana Qamişlo

 


Mihemedê Seyid Husên
 
    Di helkefta xweşwaniya 40 rojiya nemirên felaketa komkujiya Qamişlo de, bi taybetî vê wêjenivîsa xembar bo Yekîtiya nîviskarên Kurdistan li gel rêz û silavan dişînim.
 
    Vame ez: ji dara beriwê me, sabûna şînok û qizwana me, ji nav pencên dêwên dirinde felat bûme, ji dîroka nefretê hatime, pizika ser zimanim, nifira qederê me, Mîdî me, ji kurtepista reşkerazên Avesta pîroz afirî me.


*  *  *
    Vame ez: hezar carî min pelgnameyên bi darvekirina xwe emze kirine, hezar carên dîtirê bê sûc û tewan gawir bûme, bê guneh min şehîdên bê jimar qelen danîne, sed carî poşman bû me û ji dermanan re carekê bi lêborînê şa nebûme.
*  *  *
    Vame ez: cerdevanê eniya bê aso me, girtiyê zindana Qamişlo me, ewareyê beybaneyên seqema serma zivistanê me, di hindurê tara tabloya xwe de biyanî me, sêpila simê hespên heyaman, tenha rêzikên gelêrî bi rivîna agirê Nîrozê re min nas dikin.
*  *  *
    Vame ez: kaş û newalên te, baxistan û genavên te, zevî û sinceqên te, kuç û kolanên te, perav û çîmenên te, pirtûkxane û çayxneyên te, gasîn û yarîgehên te, tev min nas dikin.
*  *  *
    Vame ez: ji çaxê ku çavên min li ronahiyê vebûne, bamişt û baroveyên te, xumxuma çemên te, xuşxuşa daristanên te, goşiyên dêliya tirî, berbatên şepêla lehiya te, tev pelemarî bûneweriya min bûne.   
    Vame ez: şûna nenûkên te yên hişk, di guliyên  dara biyê de, halana jinê, ji paş perdeya şevê, babilîstokên dêranê eşkere li wateyên evînê mikur hatine.
*  *  *
    Vame ez: xewnên ku avjeniyê di ber mircaqên xênî de dikirin, rêya kadizan û nameyên evînê, ku ji banê xênî mişext diçûn, gernejîn di reviyan, keser li dûv dibeziyan, gişê arîşe û qedexeyan rêya xwe bi me xistine.
   *  *  *
    Vame ez: revendim ji bihuşta êmîşên werzên te, ji hejîrên te yên kerrik, ji biyok û hirmiyên bexçeyên te, ji qewxa şer, rim û şûrên Mîtanî, zergeşa rengê xwîna min, xatûn u zeriyên tîtal, yên ku ji bo mirinê kefenê min nimûş kirine û bê mirêk min di meşqînin.
*  *  *
    Vame ez: li wê deverê çîroka bobelatê gufugo dibe..û ez li vê derê teşiya zîmarên dayikên nemirên Qamişlo hûrik hûrik dirêsim, avde û deziyên tevneke rengîn ji nû ve dihîvêzim.
*  *  *
    Vame ez: di tarîgehên xewlecîyan de qof bûme kilor, berfa giran hemdemî pencereya min bûye, gişê çerxan di ber deriyê min re derbas bûne, mame bi tenê li vê derê li şûnwarên berê, bi hêwaya çemê ceqceq re evînê dikim, şehîdên xwe dilorînim, destên xwe dirêjî rokê dikim, li ser rikinkên ku keçkaniya wan ji dest çûye, li ser devê birînê meya me, wisa li ber perê duryanê şilfîtazî mame.
*  *  *
    Vame ez: bêqidoşim min ne bexte, min ne male li ser qada xwe niştiwarim, di nêv hoza xwe de bê reng, deng û henasim, mîna tîra ku bê sîper ji kevan bipengizî, min ne hevaljiyane ku her êvar gazinên xwe pê bikim, jê bi pirsim..? çima roka xawer ji rojhilatê nema hiltê, û heyvê jî di hetavên mûrangirtî de rêya xwe winda kiriye, qurix û gelawêj nema weke berê diçeyisînin.
*  *  *
    Vame ez: xewna min ewe ku nasnameya netewê di bêrîka xwe de bibînim, di tenaya nependî de, di gumanên derizî de, di paş çeperên velerzî de ji çavpêlan dipelikînim, pencereya şevê digirim, paxavan ji dengê gurgura şapazê dikim. bi tena xwe dixwe de tavlî mame, li hêviya serê lehiyê me, ji bo ku mûjde û ramûsanan pê re biparvekim, danê sibehê û evarê xwe pê re liba bikim.
*  *  *
    Vame ez: di werselê nexşeya xwerista xwe ya helbestyane de, bi xwîna lawên xwe tême şûştin, bi ax û ava kaniyên ceqceqê birîndar re hatime hevîr kirin, kevalekî evra me, ne bi tenê ji malzaroka Kurdistanê afirîme.
*  *  *
    Qmişlo: her sibeh hest dibim ku şarê Qamişlo di nêv seqa û mercên taristanê de, li ber gurra baroveyên kîndar kêlekê ji keçkaniya xwe wenda dikî, reqreqa cezmeyên zînatkaran li kolanan, li gel kurtepista felaket û berbatên kesanedî, zergernejîna guranxaneyê bi kîna tundutûjiyê bêhna wê çikandine, bi kerafiya jehra maran temenê wê yê rewal qesifandine, çeyisîna şevnemê ji ser kulîlkên wê daweşandine, û sitêrka ku me her êvar çavdêriya hilatina wê dikir nema xuya dibî.
*  *  *
    Qamişlo: takrîhana ku di tehtê de şîn hatiye, bi xunava çemê ceqceq temenê xwe avda ye, bi daseke evsaneyî paleya zexeliyê ji ziman û zemîna xwe kiriye, lê mixabin hêj aşê çavnebarên noker dest û lingên wê bi saxî dihêrin, yarîgeh, gulîzar û gasînên wê girevtar û mangirtî mane, xaka çandinî û avdêranê lê kirine tiraf, hîç ne mîna heyamên berê  karxezal ji serê kaniyê avê vedixun, bajar bi şênewarên xwe giştî ve bûye qurbana Ejdehakê bedkar, lê hema qada wê ya pîtdan her baranê dixwazî, tenha ji bo ku berbang şevnemê li nêrgizê bibarînin.
*  *  *
    Qamişlo: demdar dêwên noker şopa min digerînin, bê hedn û tebat xewê ji çavên te jî direvînin, naxwe ku tolaziya bêjeyên derewîn, li ber sura bayê dengvedanê di hev de werdibin, dizanim ku qamçiyên zînatkaran min û te zikûpişt diqulipînin, razên qedexe ji çavên me diwerêvin, me bi hev re diavêjin cîhaneke kesanedî, lê her emê hewl bidin ku Qamişloka evînê, bi nasnameya kurdewariyê bidine nasîn.
*  *  *
    Qamişlo: binav bûme ji bo ku li gupgupa dilê xwe guhdarî bikim, ji ser rikinkên xweşxaneyên xwe, li jora pêlên ceqceq, li kolan û gasînên taxa rojava, li orta mezelê Qidûr beg û Hilêlîkê li binxetê, li bedenê, li rex qubika newrozê. hatime Qamişlo çiku bi cîgehê zayîna xwe ve girêdayî me, bi xaka xwe ve, bi yadîgarên xwe ve, bi welatê xwe ve, warê xoşewîst yê ku bi navê Kurdistan, li şarê Qamişlo sîmbola evînê û dayika nemiran vegeriya me.
*  *  *
Qamişlo: bûka şaran, cîwarê xoşewîst, lehenda şêran, çibikim îro bêganeyên tundrewên hişkol û teroristên regezperest lê derketine xwedî, û şênewarê xaknîgariya resen lê ma ye mêvanekî sîgiran, û çendî li zeviyên ziman yên kaleşûv paşaxa pyeva resen dikim tucar bi dawî nabî, çendî li nav gulîzarên şêwezariya zimanê mader, paleya peyva çêjer ya hevwate û wateguhêz, ferhengî û rewanbîje, rastnivîsî û rêzimanî, xwecihî û rêwefermî, tucar gencîneya zimanê dîrokdêrîn vala nabî. lê her cîyê mixabinî ye, nemaze ku zimanê bê sazî û kêmrêber her dê bimîne yadiyeke kulneder.                                      
*  *  *
    Qamişlo: ezê li ser te bigirîm, ezê şînê li ser nemirên te bikişînim, ezê hewar bikim sitêrkan ku ew jî li ser te bigirîn, ew cendekên birîndar di kolanên te de bê xwedî û xemsar mane, bê pêjiniya sikakên te, saw û sawêrên metirsiyê, reş û peşên bê reng, vepeşkîna seravê bi giştî li ser te digirîn, keservedana şînê li ser nemirên te, ahenga giryanê li ber şevçiraxên kêlên şehîdan li dardixînin, lê mixabin hêj şevên Qamişlo bi mirinê avisin, herwe mafê mergan jî heye ku bi hêsirên şevnemê re bigirîn, di wê tariya sawgirtî û sêwîmayî de, ji mafê Qamişlo ye jî ku ji kûraya dîrokê ve bigirî, dilê xwe bavêje devereke dûrtir, belbî destên dirindyên har û noker negihênê, da qena azad û serbixwe bigirî û bigirî, bê navbirk tîr bigirî…û her bigirî….sorsipas ku we xwend.
 
Sersaxiyê bo dê û bav, xûşk û bira, xizm û kesukarên nemirên gorbihuştî yên Qamişlo lawên hemrahên xwe dixwazim. û canxweşiya birîndaran serbest berdana girtiyan her bo min çakbextirîn mujde û mizgîniye.
 
….komara Çîk…2-9-2016

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.66
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark