Amedekar: Paşa Amedî
Min gotinê pêşiyan tenê ji devera gundê xwe(Gundê
Qerto) berhev kir. Ev gotinên ku min berhevkirinin hinek gotin bişibe gotinên
heremê dinan jî lê min dîsa berhev kir. Ji bo ku gotinê pêşiya ji nav gel
derkeve holê ku lêkolîner gotinan bidin berhev ku çavkaniyek ava
bibe. Keremkin bawer dikim hûnê pir sûd jê bigrin. Paşa Amedî
1. Bêhna bava tê ji apa, bêhna dêya tê ji xaltiya 2. Bêhna Xwedê fireh e 3. Bi aran xwe pa, bê aran jî got: “Em bê ar in” 4. Bi bendê xelkê nere avê 5. Bi du tengasiyê firehî heye 6. Bi kerê nikarin li kuriyê dixin 7. Bi xwe xwedî kir, berda canê xwe 8. Bi zimanê xwe bigre cihê xwe bikire 9. Bila mirîşka min spî be bila qe hêka neke 10. Bila ne bi dilê me, be ne bi milê me be 11. Bîne, bibîne lê derdê hêwiyê nebîne 12. Bira mirin hebe bira yextiyarî tunebe 13. Bûk ji sêrgo dewlet ji Xwedê 14. Çavê bizinê tim li çilo ye 15. Çiyê mêran jibîr neke 16. Çûk dibêje: “Goştê min pariyek gunehê min barek” 17. Derdê hêwiyê giran e, mîna jana dizana ye 18. Derziya wê bi serî wî re ye 19. Destê xwesiyê nagîhîje keziyê 20. Dev ji şîrê germ şewutiye pifê dew dike 21. Devê pisikê negihîşt parzin, got : “Bira xêra dê û bavê min be” 22. Di rêya mirov de çi heye wê bibîne 23. Dijminê xwe bi doskî dikuje 24. Dîn e lê dînan baqil dike 25. Dinya etariye çi dipirsî heye 26. Dinya ji kesekî re namîne 27. Dinya xweş bûye, însan ne rind bûye 28. Diriyan bi destê meriva derdixe 29. Dît nedît bi xwe de rî 30. Dixwe û narî 31. Diz ji dizan dizî, erd û ezman lerizî 32. Ê ku fêkiyan dipejrîne tav e 33. Ewlad guz e torn kakil e 34. Firî alçax ket 35. Giyayê hewşê tahl e 36. Golikê malê ji gayê mezin natirse 37. Hay haya wî çûye, way waya wî maye 38. Hê bîna sîra ji dev tê 39. Hê hesp tune afir çê dike 40. Her meywe di wexta xwe de xweş e 41. Herkes bi refê xwe re ye 42. Heya heriya jin û mêr ji hev nebe hevdu nagre 43. Hinekên bikin hinekên bixwin 44. Ho deve, ho deve, milikê min û te her tim biheve 45. Îşê jina weka îşê mirîşkê ye 46. Ji bo ku însan hevdu nas bike; tu ya bi cîran bî an bi heval bî 47. Ji bo nefsê, xwe avêt hepsê 48. Ji tirsê sûc, ji sûcê ceza çê dibe 49. Jin malan çê dike û xerab jî dike 50. Kê kiro kê xwaro 51. Keran çêkir hespa jî xwar 52. Keran kir, hespan xwar 53. Kerê xurt ço bi xwe nake 54. Kevçî ma bi kodê, mal ma bi hodê 55. Kî baş e ji xwe re baş e 56. Kî bûk e ew berbû ye 57. Kî çiyî bike ji xwe re dike 58. Kosî hêkan dike, hêkan dixe erdê û dere 59. Ku hat diyarê, wê were nav malê 60. Ku şev li pişt be îş çi tişt e 61. Kuriyeke mirov hebe bar li erdê namîne 62. Li kerê siwar e li kera xwe digere 63. Li mala bavê teq û req, mala mêr timû req 64. Li zarokan bigurijin lê lê mexin 65. Ma tu serê pisikê yî 66. Mîna malê bavê xwe bixwe 67. Mirov bi çekan, can bi eşya, heywan bi goşt xweş e 68. Mirov bi xûyê heywanê xwe zane 69. Mirov ku ji yekî hez bike ji kuçikê wî jî hez dike 70. Mirovan bi pemî serjê dike 71. Mirovê ku bi nîşanî dibe êleka xwe darda dike 72. Mirovê xerab weka qîra Şamê ye ji meriv zû jê nabe 73. Nan dan ber, ço dane ser, nan bidin ber ço bidin ser 74. Nanê mêr bê mînet e 75. Ne ji defê re ne ji zirnê re dibe 76. Neyarê bavan nabe dostê lawan 77. Nifir bi nivî ye 78. Nifir di carekî de naqewime 79. Nigê xwe li koda xwe dixe 80. Paş stûyê xwe xurand û çû 81. Pîrê bawernekir mêr bike, dawa heştekê kir 82. Qe nebe wê Xwedê bidyê 83. Qey pêlê hêka dike 84. Rizqê salê bi salê re ye 85. Roviyê geriyayê ji şêrê veketî çêtir e 86. Sola goşkar her tim qetiya ye 87. Tehm bike fehm bike 88. Ter û hişk bi hev re dişewute 89. Têr xwar tê hilda 90. Tir li bin goha ketiye 91. Tiştê bi nêvî jê neke hêvî 92. Tiştê çû nede bi dû 93. Xêran bike lê ne bi malê min 94. Xwarin keviran nerm dike 95. Xwedê li çiyê mêze dike berfê dibarîne 96. Ya xwarinê xal û xwarzî, yê piştê ap û birazî 97. Yê ku nemre wê bibîne 98. Yên ku malan xera bike bê mal dibe 99. Zarok mirovan dibe ber deriyê dijmin 100. Ziman xweş e, lê zik reş e Amedekar: Paşa Amedî-ÇANDNAME
|