Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ezbenî! Va Payîz Hat

 


Konê Reþ

Ezbenî! Va payîz hat û darên wê têne hejandin.. Ew payebûna derewîn ji wan re nema.. û þev bi dûv þevê de rêz dibin.

Ezbenî! Dergehên me ji xewnên nû û hevalên nû re vekirî ne.. Lê qet em riçin, geha û zexeliya ku di devê deriyê me de, di nav gul û kulîlkên me de þîn tên, jibîr nakin..


Gul û kulîlk, ji kêrên birrînê direvin..! Lê ku kêr mîna kêrên gelac û Bekoyan bin, pêwiste em bi wan re bikenin..! Ji ber ku zerera wan nîne, rojên wan kurt in û dahola wan vala ye.. Ew mîna gehayê ser bêndera ne, tu carî nikarin bibin mîna darên di hewþa min de.. Tevî wilo jî, pêwîste em bi wan re bi gurnijin û bikenin, li wan guhdarî bikin û baweriya wan bînin ku ew rastin..! 

Belê ezbenî bilive pêþ! Li paþ nezîvire.. Jiyan bê rawestandine û her dem dar þipya ne û þipya dimir in..

Ezbenî! Va payîz bi lez û bez êrîþ dike, kirasê daran ji wan dike û rastiya wan þanî me dide.. Dibe sibe an dusibe baran bibare, serpêhatî bibin dengvedan û tevlî xuþxuþa ava çemên ku berê wan li deryayê bibin. Hingê tê ji riçin û gehayê di hewþa xwe de bibehite, bê çawa bûye xwelî û di nav lingên te de kom bûye.

Ezbenî! Razana rastiyê di quncikên tarî de dirêj nake. Lehî û þapa ku ji çiya tê xwarê, zû bi zû razanê ji xew þiyar dike..! Çax û demê xwe bi gelac û Bekoyan re derbas meke, piþta xwe bide wan û were em bi hev re bahozekê bi afirînin.. Erê bahozekê û bi hêviya ku yekîtî di asmanê welatê me de þiyar dibe..
 
Konê Reþ, Qamiþlo, 28.10.2016
 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.90
Bi Tevahî Deng: 11


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark