Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Du Durûtî:

 


Ezîz Xemcivîn
 
1
Ew Kesên ko li dijî piştgiriya birêz Demîrtaş derdikevin bi behaneya (PKK û PYD) û mijarê bi hev ve girêdidin ji bo Girtiyên Rojavayê Kurdistanê, li gora ko ez dibînim ev pir şaşîtî ye, çimkî (HDP) an çi Kurd be li bal Dijmin ew her Kurd in..
Mijara Tirkan dijayetiya çi Bihn û Bayê Kurdayeîtiyê ye.
Eger hinekan ji HDP helwestin li dijî Kurdistanê dane û avakirina dewleta Kurdî îro roj heman ew Kesanan bi destê Mît û Leşkerên Tirkan li Kolan têne kişkişandin û êşkence kirin.. 


Ev tê çi Wateyê?
Eger tu Kurd bî, tu Kurdistanê bixwazî an nexwazî, tê her û her amanc bî.. ya baş tu serê xwe ji Dijminên xwe re neçemîne û bibêje: Ez Kurdistaneke serbixwe û azad dixwazim.
Demîrtaş û hevalên xwe Simbolin Kurdî de ne û lidijî faşîstên Tirkan em dê piştgiriya wan bikin.
2
Ew Kurdên ko Hêsiran li ser girtina Endamên HDP dibarînin û ji bo wan derdikevin Xwepêşindanan û Kolanan dihejînin bijî ji wan re ez bi xwe jî digel wan im, lê dixwazim ko ew Kêlîkekê tenê bi hestên Zarokên Girtiyên Kurd di Zindanên PYD de biramin, bi Hêsirên wan Zarokên bendewar li hêviya Bavên xwe yê ko di Zindanên birayê xwe de girtîne. Ma gelo Qamişlo nêzîk e an Amed.. 
Yên li Amedê têne girtin bi destê Dijminekî faşîst e, lê yên ko li Qamişlo, Kobanî û Efrînê têne girtin bi destê Kurdan e..
Azadî ji bo hemû Girtiyên siyasî ko bêsûc hatine girtin..
 
06.11.2016
Ezîz Xemcivîn
 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 2.33
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark