Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: BIHUŞT

 


Salih Bozan
 
Homêros/Homer/ ne bes helbestvanekî yonanî bû, xwediyê pirtûka binavûdeng(Iliad û Odessey) bû, belam ew ramyarekî mezin bû. Ta niha fêlosefevan vedigerin pirtûka wî û ramanên cûda jê derdixin. Di olên ezmanî de doza Bihuşt û Dojehê dozeke sereke ye. Gellek ramyar dibêjin jiyana Bihuştê û tirsa ji Dijehê xelk mecbûr kirin li pey Pêxemer Muhemmed herin û baweriya xwe bi ola îslamî bikin.


Gava nejdevanên Ereb ên îslamî ji girava erebî derketin û êrîşe welatên gelên din kirin, çavên wan li ser du tiştan bûn. Ku serfiraz bibin, dê ji xwe re jin û malên pir bînin, a ku şehîd bikevin dê herin Bihuştê bi sorperiyan re cawîdan bijîn. Pêxember bi xwe weha ji wan re got.
 Lê çawa Homîros Bihuşt nirxand?
Gava Odesyos ji cenga Tirwade (troy) vedigere, bi rê ve pêlên deryayê yên girgîn keştiya wî dişikîne, û hevalên wî giş noq dibin. Ew tenê li giravekê derdikeve. Ew girava ya Yezdana jin Kalîpos bû. Odesyos heft salan bi Kalîpos re jiyan dibe. Jiyaneke sêksî û hemû xweşiyê. Ev girava nişana jiyana Bihuştê ye. Kalîpos xortanî û jiyana cawîdan pêşniyarî Odesyos dike. Di wan heft salan de Odesyos ji wê jiyana cawidan a bi Kalîpos re acis dibe. Bîriya war, jin, û kurê xwe dike. Ew dibîne ku di vê jiyana cawîdan de guhartin û nûyêtî tine ye.  Odesyos ji Kalîpos dixwaze wî berde, ji bo vegere welatê xwe. Vegere cem jin û kurê xwe. Û vedigere.
Homêros dixwaze ji me re bibêje, ku jiyana li ser Zemîn ji ya Bihuştê xweştir e, û watedar e. Ji berku ev jiyana guhartin tê de heye, xweşî û nexweşî. Bi hemû tiştî zengîn e. Bi zanistiyê, bi êş û kederê, bi hêviyên ku dilê mirov gerim dikin, bi tirsa ji nezaniya pêşerojê, bi razên ku yek bi yek deriyên wan vedike. A jiyana cawîdan a di Bihuştê de, jiyaneke weke jiyana lawiran e. Karê mirov tê de bixwe, vexwe û sêksê bi sorperiyan re bike. A tewr girîng ku li wêderê mejî bê kar e.   

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark