Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ji Evîna Rojên Kevin: Sinetkirin û Kirîvantî/102

 


Konê Reþ
 
   Di heyamê berê de bêtir zarok di temenê 7/8 salî de dihatin sinetkirin û di encam de kirîvantî di nav du malbatên ku hez hev dikirin dihat danîn. Wan malbatan zarokên xwe di dawa hevûdin de sinet dikirin.
Kirtîvantî ji hezkirinê pêk dihat û çênedibû ku kirîv bi kirîva xwe re bizewice, li hev heram dibûn.


  Sinetkirin, bi aheng, þahî û xwarin derbas dibe.. Ew kêf û þahî li gor halxweþiya bavê kurê ku dihat sinetkirin bû.. Bavê kur xwarin çêdikir, dengbêj, mirtibên dahol û zirnê tanîn û kêf û þahiyê destpê dikir.. Yê ku dibû Kirîvê malê, xelat ji kirîvê xwe re tanîn..
   Sinetçî: Ew mirovên ku her pêlekê li ser kera xwe siwar ji Amûdê an Qamiþlo dihatin gund an li ser dazwaza hina dihatin, vê paþiyê bi motoran dihatin. Çentak bi derman û alavên sinetkirinê di destê wan de bû. Bi pirrbûn ji Qamiþlo dihatin. Zilamên gund ji hev re digotin: (Ev sinetçî Tiloyî ne, ji gundekî nêzîkî Sêrtê ne.. Destê wan sivike, sinetkirina wan yek û derbe..) Dema ku dihatin zarok ji ber wan direviyan..
  Piþtî ku zarok sinet dikirin, her çend rojan ji bo dermankirina birîna wî zarokê sinetkirî dihatin, ta ku birîna wî rehet dibû.
  Gelek caran dema ku di nav zilaman de behsa hezkirin û dostaniya du malbatên bi hev re alîkar dihat kirin, hina ji wan zilaman digot; Yabo mane kirîvê hev yê xwînê ne.. Anku kirîvantî a xwînê ye..  Di wî heyamî de gotina (Kirîv) bi rengekî berfireh di civaka xelkên Beriya Mêrdînê de belav bû..
  Li gundê min, gelek malbatên ku bibûn kirîvê me hebûn. Bêtir ji pênc malên kirîvên me di gund de hebûn, zarokên xwe di dawa bavê min de sinet kiribûn. Di baweriya min de ev adeta kirîvantiyê ji berî Islamê ve ye. Nexasim ku kurdên me yên bi ola xwe Êzidî ne, ta roja îro bi rengekî oldarî bi kirîvantiyê ve girêdayî ne.. Belê min nasnekir çima kurdên Êzidî û Misilman ji hev re dibêjin (Kirîv)?!
  Belê vê paþiyê ev adeta sinetkirina bi kirîvantiyê hin bi hin qels û lawaz dibe, êdî nema wek berê ew kirîvantî maye. Roja îro pirraniya xelkê zarokên xwe li cem doktoran sinet dikin û bê kirîv.
 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark