Nizar Yosif
Ji evînê re tu
pêjindar î
Ez ê vî dil î
bikim tûrik ê xemên te
Û xeydan di kuncikên
wî de perde bikim
Li ser kuçk ê
bîranînan
Bi xweþiya wan kêliyan
re bi sotînim
Jêdera bînahiya
min
Þevên te
serkaniyên xewnan in
Guhêz ê dikin zeviya
aferînan
Ka ew demroniya ku singê min balgehê te be
Û Gumlek ê min Çarçevparêz ê sermilan be
Lêvên te meywexane yên serxweþiyê bin
Dev ê min berdax be
Ranên te bergên wêne yên pêjindarbin
Dil ji ber te jenvan e
Ji firk ya heskirinê
Evin a min pêçayî ma
Lomeyan neke
Ji dilgeþiya vî gewdeyê bê hêz
Min bi Doþav a devê xwe kedî bike
Li ber deriyê feraþînên te
Jê dixum
Digivêþim
Na tevizim
Li tengên þevan re sermestim ez
Awazên min ji þabûna rondikên te saz dibin
Gul li ber hestên wî ditewin
Mom di kederan de di sotin.