Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Berfa Reş!

 


Hêmin Xoşnaw
 
Çawa ji we re behs bikim, berf ji bo min ne geşt û seyran e. Dema ku xweza xwe bi wî kirasê spî dixemilîne, berf ji bo min dibe bîranîneke tehl û bi min wisa tê ku xwezayê reş bi xwe ve girêdaye. Ji ber ku wî rûyê hûn wekî spî dibînin, ruhê hevxem û hevalên min ên eniyê bi xwe re bir.


Tam 15 sal berê, bawerîya şoreş û Kurdewarîyê li navçeyeke çiyayî û nîv zozan em kom kiribûn. Herçiqas çanda me û asta me ya civakî û çînî ji hev cûda bû jî, vegotina şoreş û sembola “Her tişt ji bo şoreşê ye" cûdahiyên me kêm kiribûn. Me bi hev re dest pê kiribû û bi hêviya siberojeke baştir pêngav diavêtin. Evrazî û nişîvî, giranî û zehmetî, birçîtî û tênêtî nedikarî me ji bihevrebûnê sar bike.
Ez ji her tiştî zêdetir ji aşîtên berfê ditirsiyam. Ji ber ku du bîranînên min ên li ser aşîtên berfê hebûn. Yek ji wan zivistana 1997’an li dola Xişolan a li navçeya Xakûrkê bû û em bêyî ku zererekê bibînin rizgar bûbûn. Ya din jî sê sal piştî vê bûyerê di sala 2000’an de li dola Xirpapa ser sînorê Başûr-Rojhilatê welat qewimî û wê demê Soran û Mahîr bûn qûrbanê wê aşîta ku ji nişkê ve pêk hat.
Tirsa dubarebûna van du bûyeran bandoreke derûnî li ser min hişt. Min dijwariya berfê dîtibû. Min fikra wê yekê dikir ku eger ji nişkê ve berf bi ser me de were û ber bi aliyekî ve birevim, yan jî di nîvroyeke  nîvtav de ku demarên zeviyê sist dibûn, ez nediçûm cihên ku berfê rêya wan girtîbû.
Sala berê li piraniya eniyên navçeya ku em lê bûn, bermayiyên aşîtê mabûn. Yên ku berî me li wê navçeyê bûn, çawa aşîta berfê ji zozanan hatiye xwarê û çawa xwezaya navçeyê serûbin kiriye. Tevî vê yekê jî hevxem û hevalên min ên eniyê, di vî warî de ji min aramtir dixuyan. Yan jî dibe ku nexwestibin hestên xwe nîşan bidin. Gelek caran min hesûdî bi aramiya wan dikir û min di dilê xwe de digot, wan xwe radestî qederê kirine.
Diyar bû ew gelek bi mangeyên me bawer bûn. Ji ber ku sala borî tenê aşîtê li mangeyên me nedabûn. Darên guz û berûyan ên li derdora hersê mangeyên me, cihê goristana çend pêşmergeyên Hizba Şûî (Partîya Komunîst) jî çend cihên din bûn ku demeke dirêj aşît nebûbû mêvanê wan ê bêbext.
Bi bidawîbûna çileya zivistanê, demjimêrên rojê dirêj dibûn. Têhniya rojê zêdetir, demarên erdê jî nermtir dibûn. Bi vê yekê jî metirsiya şemitîna berfê zêdetir dibû. Ji ber vê jî nearamiya dilê min zêdetir dibû, tu yê bêjî qey hestên min ên pêşwext min ji karesatan agahdar dikin.
Şeva borî Derya ji bo dîtina birayê xwe Dr. Dana hatibû ba me. Bêhna kundê li ser dara gûzê ya tenişt cihê me, bala wî kişand ser xwe. Berî ku were hundir, li ber deriyê naylon ê ku êzing lê hatibûn danîngot: “Hevalno ev kund li vir çi dike? Erê hûn nizanin ew bê yom e?” Ev gotina Derya ji bo me gotineke herdemî bû. Ji ber vê jî me bi ken got: "Ma tu bi wan tiştan bawer dikî?"
Piştî barana biherî, rengek tevli wê berfê kir ku berî çend rojan barîbû. Careke din berfê dest bi barînê kir. Ber bi êvarê me berfa li ser mangeya xwe malişt. Demjimêr 12:52’ê şevê bû, ez li ser textê xwe yê ji dara berû hatibû çêkirin rûniştibûm. Bi awayekî dudilî min ronahîya lempeya xwe dida ser saeta, da ku ez bizanim çend maye ku ez nobedarê piştî xwe ji xewê rakim. Ji ber ku me rojeke gelek bi tevger derbas kir hemû endamên mangeya me û du mangeyên din gelek westiyabûn. Lewre min di dilê xwe de got, "Ez wan ranekim." Lê ez bi xwe ji wan zêdetir westiyabûm. Min êdî xwe nedigirt û ez di navbera du biryaran de diçûm û dihatim. Ji nişkê ve bêhna kêliyên mirinê hat û bêdengiya di nav mangeyê de şikand. Ligel qirqe qirça şikandina daran, serban hate xwarê! Bêyî ku bizanim çiye, min yekser xwe da aliyekê mangeyê. Di wê kêliyê de gotina Derya û dengê kund hat bîra min. Heval ji xew şiyar bûn, min jî bi gotina "Tiştek nîn e" yek bi yek dilê wan fireh kir. Me karî Givarayê Ereb ê ku li bin darê  asê mabû û Pîrê Tirk ku ketibû di bin nalînan de rizgar bikin. Dar û banîya mangeya hilweşiyayî, dîwarek di navbera me û Loqman de dirûst kiribû, ku nêzî sobeya daran radiza. Lê dengê wî dihat guhê me. Min kir hawar. Me yê Loqman rizgar bikira. Ti tiştek nebû û divê wî xwe hinek bigirta. Wî jî got: “Baweriya min bi we tê.”
Dûyê sobeyê yê ku mirov dixeniqîne diket hundir û em zêdetir bêzar dikirin. Hewce bû em qulek vekin da ku em bikarin bêhn û hewayeke paqij bistînin. Heta wê demê me nedizanî ku aşît bi ser cihê me de hatiye, me wisa dizanî ku ji ber germiya sobeyê ev bûyer qewemîye. Berfa li ser ban helîyaye û serban hilweşandiye. Ji ber vê yekê me digot, wê niha hevalên ji mangeyên din werin hawara me.
Yên li mangeyê bûn, hinek nexweş û hinek jî birîndar bûn. Dest an jî pêyekî xwe winda kiribûn. Yên saxlem ez û çend kesên din bûn. Me karî bi alîkariya Çîya şivikeke dirêj ji nav heriya li ser banî bikşînin. Min xwest qulekê vekim û pirsgirêka bêhnvedanê çareser bikim. Lêbelê şivik di gelek cihan re derbas nedibû. Dema ku min careke din ceriband, şivik derbas bû. Lê ewqas dar, herî û berf ketibûn ser hev, dirêjiya şivikê têra wê yekê nedikir ku serbanê hilweşiyayî qul bike. Lewre min bi qayîşa xwe parçe şivikek din lê girêda û min di heman cihî re ceriband. Vê carê hewayek sar û xweş hat jêr. Me hev himbêz kir û bi dengekî tijî girî û bi çavên tijî rondik me dirûşmeyên şoreşgerî gotin.
Dîsa min bi alîkariya Çiya (Kesek bi ezmûn û yek ji wan kesan bû li girtîgeha Erziroma Bakûrê Kurdistanê piştî kolandina tûnelekêji girtîgehê reviyabû) xwe bilind kir û min ew qul mezin kir. Delîlê ku heta wê demê digot"Pişta min diêşe" û xwe ji karên mîna birîna êzingan, çêkirina taştê û nanpahtinê didiziya, berî me hemûyan di qulê re derket derve. Ez jî li jêr bi rizgarkirina Loqman ve mijûl bûm. Wan daran dîwarek di navbera me û Loqman de dirûst kiribû, ewqas stûr bû, hêza min têrê nedikir. Lewre min serê xwe di wê qulê re derxist derve da ku ez gazî yek an jî du kesan bikim ku alîkariya min bikin. Min dît Xemgîn li ser wê qulê rawestiyaye. Min xwe lê aciz kir, tiştê ku hat ser zimanê min, min jêre got. Xemgîn wiha got, “Bêdeng be tenê nehatiye serê we.” Piştî vê gotinê min li derdora xwe nihêrî. Darên gûz û berûyan winda bibûn. Ew cihê evrazî bûbû meydaneke rast, te yê bigota qey hatiye rastkirin. Min wê demê zanî ku mangeya me hilneweşiyaye, aşît bi ser de hatiye. Min berê xwe da Xemgîn û min jê mangeya Sîpan pirsî. Wî jî got:"Em bi rizgarkirina wan ve mijûl in. Ez bawer nakim tu tiştek li wan hatibe."
Loqman bi alîkariya çend kesên din hat rizgarkirin. Em bi pêxwasî ji bo mangeyên li jora me hatin veguhastin. Ew mange nêzî sed metreyan ji mangeyên me dûr bû. Nû gihiştibûn mangeyan, yek an jî du kes bi vêxistina sobeyê ve mijûl bûn. Yek ji wan hat, bi dengekî nizm di bin guhê yekî din de got: “Bila haya wan bi şehîdbûna Sîpan nebe!” Ez di cih de rabûm ser pîyan û çûm mangeya Sîpan. Dîmena ku min qet xeyal nedikir, dît. Ne yek, ne du û ne jî sê, cenazeyê hevalên ku heta berî çend demjimêran jî ligel min bûn, li kêleka hev hatibûn rêzkirin. Ez pirsa kê bikim, ji bo kê bigirîm? Ez kêliyên xweş û nexweş ên kê bînim bîra xwe? Ez ji bo Sîpanê kurê ciwanê bajarê xwe û birayê Bîlalê Nemir ku demekê ji bo me çavkaniya îlhamê bû bigîrim an ji bo Dr. Danayê gotinxweş û aram û sade ku ji bo demeke kurt bûbû mêvanê Şoreş... Yan ji bo Ariyê nerm û nazik, ji bilî xema Şoreş ti xemeke wî ya din nebû... Yan ji bo rêberê Babe Gurgur û hevalên rojên teng ku dikarî bûyeran bixwîne û çareseriya wan bibîne... Welat ji bîra min neçe, tim çavkaniya moralê bû. Di warê islûb de sade û aram û xemrevîn bû. Polayê ji Helebceyê xwediyê gewdeyeke lawaz bû ku tê de bermayîyên karesata Helebceye dihat dîtin. Erê Çekdarê lêv biken ê ji Amedê, hemû kes ji wî fêrî pejirandina cûdahiyan bûbûn. Ednanê Qamişloyî, yek ji şervanên bê hempa bû. Di dawiya salên 1980’an de ji Rojavayê ji bo rizgarkirina welêt, berê xwe dabû Bakur. Erê Xelîlê ji Rihayê, bi ciwanan re ciwan û bi gundiyan re jî gundî bû. Bi berdewamî fikra wî li ser destkeftên zêde bû û bi serkeftinên xwe serxweş nedibû. Delîlê ji Dêrika Hemko bi ti awayî nayê jibîrkirin, ew hostayê wesfkirin û berhevkirinê bû. Wî dizanî kîjan şêwaz û rê hêsantir e û herî kêm qurbanî tê dayîn. Mihyedîn bi temen hinekî kal, lê bi rihê xwe ciwan bû, bi berdewamî xwe wekî deyndarê şoreşê bi nav dikir. Lewre bi berdewamî şeydayê têgihiştin û fêrbûneke zêdetir bû.
Zarokên min... Ji min fêm bikin... Ez ne li dijî geşt û seyrana di nava berfê de me, ez bi spîbûna xwezayê ne dilteng im. Ez ji gulatanêya berfa we û wan ne dilgiran im, ez ji bûyerên çaverênekirî natirsim. Lê divê em bizanin berf ji bo min bextreşî ye, ne dilxweşî... Ji bo min berf ne spî ye. Li min biborin, ez nikarim di karwanê we yê ku berfê spî dibînin de bibim heval. Ji ber ku berf ji bo min Reş e Reş!
 
Têbinî:
1-Ev bûyer şeva 23 li ser 24’ê ya Sibata 2002’an li Dola Kokê ya ku dikeve ser sînorê Başûr û Rojhilata welêt qewimîye. Di wê bûyerê de 11 zarokên vî welatî di encama aşîta berfê de jîyana xwe ji dest da.
2-Ji wan 11 şehîdan 6 ji Başûrê Kurdistanê, 2 ji Rojavaya Kurdistanê û 3 jî ji Bakurê Kurdistanê bûn.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark