Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Şerê Şingalê û kiriyarên li Rojava

 


Akif Hesen
 
Hin dibêjin şerê di navbera PDK û pkkê de ye. Hinek jî dibêjin şerê di navbera Îran û Tirkiyê de ye.
Nexêr, nexêr!! Ev şer şerekî gelek kevn e û şerê di navbera Başûrê Kurdistanê û Îraqê de ye. Ev sed sal in şer ji bo vê herêmê tên birêvebirin. Berê di navbera dewleta Îraqê û kurdan de bû, weke şerê liser Kerkûkê.


Bi şeran ti alî bi ser neket û bi riya diyalogê jî herdu alî negihan ti çareyan, lewma ev dever jî weke devera nakok tê binavkirin (herêma liser nehatî lihevkirin- ( المناطق المتنازعة عليها ).
Yanî, mirov dikare bêje ku şerekî netewî bû di navbera netewperwerên kurd, ku li perçeyek erdê xwe xwedî derdiketin, û hêzên Îraqê yên nijadperest de. Piştî 2003an dewleta Îraqê şepirze bû, kurd bûn xwedî herêmek federal, lê belê dîsa jî yekî ji herdu aliyan nekarî valebûna li şingalê dagire, lewma wusa daleqandî ma. Daleqandî ma am çavên herdu aliyan tim liser wir bû.
Piştî DAÎŞ di tîrmeha 2014 de dest danî liser Mûsilê û cebilxaneya leşkerî bi dest xwe ve anî, fersend dît, di tebaxê de, bavêje liser herêma Şingalê û dagir bike. Rast e DAÎŞ îslamîstên radîkal in, lê belê nijadperestên radîkal in jî. Belê, ev jî şerê Ereban liser herêmeke kurdî bû.
Di kûrahiya meselê de ne şerê li hember Êzidiyan bû, ew şerê ji bo xakê bû. DAÎŞ ola Êzidiyan dida pêş ji bo mîlîtanên xwe pê dax bide, motîvasyona wan a şer bilind bike. Jenosîda li hember gelê me yê Êzîdî kirîn ji bo tirsê bikin dilê gelê herêmê û dilê hemû kurdan de ji bo dest nehilînin û careke din li vegerê nefikirin. Xwestin nakokiya sed salan dirêj bi cenosîdekê ji holê rakin.
Şert û mercên navnetewî û berxwedana hêzên herêmî DAÎŞ şûnde dan û pîlanên wê vale deranîn. Dewleta Îraqê bi hinceta DAÎŞ xwest Heşd-al-Şabî bişîne herêmê û bi vî awayî bi des xwe bixîne. Hem Emerîkîyan, hem Kurdan, hem cîhana îslamî û hem Tirkan li hember vê yekê nerazîbûna xwe dan nîşandan û nehiştin ev pîlana Malîkî-Îranî (MARANÎ) biçe serî.
Lîstik bi dawî hat? Tiştên em niha dibînin xelekên ji lîstika kevn in, lê bi lîstvanên nû. Dewleta Îraqê berê gelek hewil dan, û di navbera wan û Herêma Kurdistanê de gelek caran digiha noqteya şer, lê biser neket. DAÎŞ hat û weke hatî çû, biser neket. Heşd-al-Şabî nekarî were, û ev yek wek girêkkekê di gewiya wê de ma.
Vêca dora pkk ye. Heger pkk gotiba: Ez hêzeke kurdî me, ev herêm biser Kurdistanê ve ye, ezê her hewlê bidim ji bo lîstikên Malikî-Îranî (MARANÎ) vale derînim, ezê her hewlê bidim ku Kurdên Başûr bigihin mafê xwe yê dîrokî, wê demê me jî digot „AMÎN“. Heger PKKê bigota: Min alîkariya Êzidiyan di rojên reş de kiriye, lewma gelek ji wan ji min hes dikin û ez dikarim vê yekê bikim di xizmeta Başûrê Kurdistanê de ku Şingalê bi herêmê ve girêbide, me jî digot „AMÎN“. Heger pkk bigota: Ezmûneke min di warê şer de heye, ez dikarim hêzeke leşkerî li devera şingalê ava bikim ji bo Kurdistan bikaribe baştir xwe û sînorên xwe biparêze, me jî digot „AMÎN“. Lê belê…
Lê belê, pkk jî weke hêzeke dagirker dilive. Hêzên leşkerî çêdike, gel bi propagandayên nerast bi xwe ve girêdide û rojê 24 saetan li hember Herêma Kurdistanê xebat dike. Hem heybeta Kurdistanê dişikîne, hem jî hêviyên wê ku Şingalê vegerîne û serxwebûna xwe pêk bîne tarûmar dike.
Her wekî din jî, Êzidiyên bi wê ve girêdayî, serleşkerên wê bi destên xwe çêkirîn her roj derdikevin li ser televiziyonan û bangê li Îraqê û Heşd-al-Şabî dikin ku werin wan ji „zilma herêmê“ xelas bikin. Bang dikin ku rêjîma Îraqê çekan bide wan ku bikaribin şerê Hrêmê bikin, nexwe herêm dê wan bi xwe ve girêbide û biçe serxwebûnê.
Yanî hûn dixwazin ku Herêm şerê sed salan ji bîr bike û çavên xwe liser vê yekê bigire? Dibe ku di felsefa te de dewleta netewî tune be û tu vê yekê şaş dibînî, lê belê nabe tu projeyên Herêmê yên dewletbûnê xerabikî.
Bi kurtî, livên pkk dikevin xizmeta nijadperestên Ereb û xewna wan a sed salan ku bibin xwedî Şingalê. Yanî berjewendiyên Herêma Kurdistanê yên stratijîk dibin qurbana hinek livên pkk yên tektîkî.
Sedemên şerê rû dayî ev bi xwe ne. Ev ne şerê di navbera pkk û pdkê de ye.
Her weha, pkk Rojavayê Kurdistanê weke milkê xwe dibîne û gelek aciz dibe gava pdk bandora xwe li wir berfireh dike. Ew dibêje: Min bi hezaran şehîd dane, min ewqas ked daye, nabe tu wusa bi hêsanî werî liser rûnî. Dibêje: Dev ji me berde, çawa başûrê te heye, bila wusa Rojavayê me jî hebe.
Ev paranoyeke ecêb e û kurdên Rojava jî di siya vê paranoyayê de kabûsan dibîne.
Di dawiyê de, hêviya min ew e ku hemû nakokî bi riya diyalogê werin çareserkirin, ji ber ku:
Diyaloga herî xerab ji şerê herî „baş“ çêtire.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark