Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Qamiþlo û 119 Saliya Rojnamegeriya Kurdî

 


Konê Reþ
 
Ho bajarê Qamiþlo.. Xelkên Qamiþlo.. Bihara Qamiþlo.. Azadiya Qamiþlo..! 22ê nîsanê ye, cejna rojnamegeriya Kurdî ye.. 119 saliya derçûna rojnameya dayik (KURDISTAN)e.. Cejna ziman û peyva kurdî ye..  Bajarê Qamiþlo, xelkên Qamiþlo! Werin em silavê li giyanê wan pêþengan bikin, ewên ku bingeh danîn û ev roj nedîtin.. Werin em silavê li canê mîr Miqdad Medhet û Abdulrehman Bedirxan bikin, yên ku çira ronahiyê li pêþiya me vêxistin..


 Welatîno Werin! Werin em silavê li canê Mîr Celadet, Dr. Kamîran Bedirxan, Dr. Nûreddîn Zaza, Cegerxwîn, Osman Sebrî, Hesen Hiþyar, Mele Ehmedê Namî, Tîrêj, Keleþ, Bêbihar, Omerê Lalê, Mele Nûriyê Hesarî, Palo, Mihemedê Mele Ehmed, Rezoyê Osê, Rêwî, Ferhadê Çelebî û tev rewþenbîrên ku xwe di ber peyva kurdî de westandine, bikin.. Werin em gul û kulîlkên vê bihara rengîn li ser gorên wan deynin.. Werin em li Apo Osman Sebrî guhdarî bikin dema dibêje:
Xwe danînim ber sîtem û zorê
Divê serbilind ez biçim gore
Gava bi rûmet biçim goristan
Hêjaye bibim lawê Kurdistan.
Mihemed Þêxo jî, bi dengê xwe yê xemgîn (Azad e þêrîn..) dibêje..
Ji xwe seydayê Cegerxwîn pesnê xwe dide û dibêje:
Kîme ez!  Ez im rojhilat
Tev birc û kelat 
Tev bajar û gund 
Tev zinar û lat .... 
Bejin bilindim
Wek dêw bilindim 
Ez dest dirêjim 
Serbest dibêjim
Dixwazim bi lez 
Gavan bavêjim 
Kîme ez.. kîme ez..
Îro roj, di bajarên rojava de, xortên me ji nû ve bi dûv navê Mîr Celadet Bedirxan, Cegerxwîn, Mûsa Anter, Edîb Karahan, Nûrî Dersimî, Memdûh Selîn, Hemze begê Muksî de dibezin.. Li huner û þanên wan digerin.. Ew heyamê ku qedexe bû, em li strana (Gulê mehrûmê gulê.. çiya bilinde gulê.. berfê lêkir..) guhdarî bikin, barkir û çû.. Nema vedigere.. Ew salên ku Osman Sebrî 12 caran, di wan de hat zindankirin, barkirin.. Erê, wek ku kurdan gotiy: Giha di bin keviran de namîne û hem jî gotine: Dinya siya darê ye..
 Erê erê.. Were Qamiþlo were, were em sed û nozde saliya cejna rojnamegeriya kurdî li rojnamevanên Kurdistanê û hezkerên peyva kurdî pîroz bikin.
Konê Reþ
Qamiþlo, 21.04.2017

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark