Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Landika Azadiyê

 


Senar (Mûsa Qulîkî Mîlan)
Eylûl - 2002
 
Seh dikim ku rojekê,
Ji dorhêla Rojhilat,
Navbera Dicle, Firat,
Weke dewrên bihurî,
Wê porê me, þe bike,
Wê dilê me geþ bike;
Sirweya azadiyê.


 Ewê berê xwe bide,
Besta hiþka rojava.
 
Wê li pey xwe bihêle,
Tim gêdûk û astengan.
 
Wê bi xwe re bihere,
Ewrên gorîkirinê.
 
Wê demê dê bibare,
Barana hizkirinê,
Barana dadmendiyê,
Barana hêminiyê,
Barana wekheviyê,
Barana azadiyê.
 
Yeksanî û ewleyî,
Tevî dêmokirasî,
Bi mafê azadiyê,
Wê bigîjin her kesî.
 
Þitlên mafê min û te,
Wê demê dê têrav bin.
 
Wê gavê timê pirsan,
Wê bigîjin bersivan.
 
Wê demê kes nakire,
Berçavka neyîniyê.
 
Bîr û nêta her kesî,
Wê qasê erênî ye.
 
Belg û darên jiyanê,
Hêdîka wê kesk bibin.
 
Hawirdorê wê demê,
Dê bêhna taybet bide.
Dewsa bêhna barûtê,
Bêhna pûngê, beybûnê,
Bêhna pêqask, mendikê,
Bêhna siping, tehnîþkê,
Bêhna gûlik, sincikê,
Bêhna meyro, ribêsê,
Bêhna tirþo, cehtirî,
Bêhna rihan û sewzê,
Bêhna hewþanê ware.
 
Êdî dewsa rengê þîn,
Erd û esman reþ nabin.
 
Wê demê zer, her zer e,
Kesk û sor û qîçik jî.
 
Keskesorê pêþkêþ ke,
Hemû rengên xwezayî.
 
Wê gavê dê bikene,
Sirûþt hezar awayî.
 
Dewsa teqînên çekan,
Dengê bilbilê ware,
Sewta þalûlê ware.
 
Kewê bi qibeqibê,
Nêçîrvanan mest bike.
 
Pepûk bi dengê popo,
Wê mirov mat bihêle.
 
Emê hêsanî bibhên,
Stranên çem, kaniyan.
 
Êdî cûcikên kewan,
Êdî cûcikên betan,
Êdî zarên min û te,
Him têjikên kêvroþkan,
Di xewê de natirsin,
Ziravê wan naqetin.
 
Gava encam wê ev bin,
Ev nûberên biha bin,
Wê çêbe þehrê qencan;
Ezê we bidim sondê:
Bi mafê ronakbîran,
Bi heqê kal û pîran,
Bi mafê aqilmendan,
Bi heqê belengazan,
Bi mafê jinebiyan,
Bi heqê teyr û tûyan,
Bi mafê tim ruhberan;
Nehêlin ku tu demê,
Ji heja xwe bikeve,
Landika azadiyê.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark