Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Ziman: Ji Kêşeyên (pirsgirêkên) Zimanê Kurdî .. Kêşeya Navlêkirina (Elfabê, Alfabe) û Bilêvkirina Tîpên Kurdî. (Xeleka yekem)

 


Merwan Berekat
 
Ziman giyanewerekî zindî ye, ew jî mîna mirov tûşî nexweşiyan dibe, lawaz dibe û carina jî dimre. Belê ev rastiyeke dîrokî ye, ji ber wê jî zor pêwîst û girîng e, ku bendewarî bi hemû warên jiyana zimên bibe, taku ew ji nexweşiyan were parastin, û li gor demê rola wî hebe. Dema ku ziman bi pirkêşe be û ew kêşeyan netên çareserkirin, wateya wê ew e miletê ku wî zimanî bi kar tîne miletekî paşdemayî ye. 


Zimanê kurdî zimanekî kevnar û resen e, û di dirêjiya dîroka xwe de, belkî ji hemû zimanên ku di dema niha de bi kar tên rastî nexweşî û hewildanên tunekirinê hatibe, lê bi keda ronakbîr û zimanperwerên Kurdan û hin sedemên din ên erênî zimanê me ji lawazbûn û piraniya nexweşiyan hatiye parastin. Lê hîn jî pir kêşe û pirsgirêk di jiyana zimanê kurdî de hene, ew jî bûne cihê nakokî û lihevnekirinê di nav zimanzan û saziyên ku di warê zimên de mijûl in, û yek ji wan: Kêşeya Navlêkirina (Elfabê, Alfabe) û Bilêvkirina Tîpên Kurdî ye. Ji ber wê jî emê li ser vê herdu kêşeyê rawestin û hewil bidin ku wan şirove bikin, nihrîna xwe bidin û hêvîdar im, ku em bigînin encameke rast.
- Tîp Wêneya Deng e:
Her zimanek ji zimanên ku di nav civaka mirovahiyê de bi kar tê, ji komek deng pêk hatiye û tevlî ku hin deng di gelek zimanan de mîna hev in, lê ji her zimanekî re dengine wî yên taybet hene. Ji ber ku zimanê kurdî ji zimanên malbata Hindo-Oripî ye, bêrtir dengên hevbeş bi zimanên vê malabatê re hene, mîna: P, ç, o, k, r… H.W.D, belkî wêneyê wan dengan ne mîna hev bin, lê bilêvkirina wan yek in.
Zanyarên zimanzanînê dibêjin, zimanê mirovahiyê di destpêka xwe de kêmdeng û kêmbêje bû, lê bi pêşketina mejiyê mirov û pêdiviyên jiyanê re ziman hêdî hêdî bi pêş ket, û gava yekem ya wê pêketinê nayabdariya nivîsandinê bû, ango nivîsandinê firkeke zor hêja û pîroz xiste jiyana zimên. Lê taku mirov karibe binivisîne ji her dengekî re wêneyek hate danîn (çêkirin).
 
Deng + wêneyek ji deng re = Tîp. Komek ji dengan + Ji her dengekî re wêneyek = Abêya zimanekî
 
Herweha wêneyê dengên zimên jî bi demê re dihatin guhartin, xweşik û hêsantir dibûn, ta gîhane yên ku di dema niha de bi kar tên.
Dema ku mirov li dîroka zimên vegere û raçav bike, dê bibîne ku pir bêje û têgeh jî di wan qunaxan re derbas bûne, û hertim jî mebest jê serastkirin û hêsankirin e. Dema ku mirov dibêje ziman, seranser radeya (Deng + bêje + wate = ziman) tê meydanê. Ango ji dengan bêje pêk tên, her bêjeyek wateyeke taybet dide, û ji bêjeyan ziman pêk tê.
- Tîpên Latînî Û Têgeha Elfabêta (alfabêt):
Her tiştê ku mirov bixweze lêkolînekê li ser jiyana wî bike, zor pêwîst û girîng e, ku li dîroka wî tiştî vegere, herweha dema ku em bixwezin  jêdera têgehekê nas bikin, ya rest ew e ku em dîrok û jêdera wê ya zimanewanî nas bikin.
Tîpên latînî yên ku bi şêweyê xwe yê niha bikar tên, ew berî zayînê li kendavên Îtaliyaya kevnar bi kar dihatin, di wê dem de û di riya bajarê (Latyom) re derbasî Yûnanistanê bûn. Dema ku Yûnaniyan tîpên latînî bi kar anîn, wan ji herdu dengên zimanê xwe ``alfa`` û ``bita`` yên yekem û duyem ji rêzkirina dengên zimanê xwe têgehek (navek) ji (Elfa + bita = Elfabêta) çêkirin. Ango têgeha (Elfabêta) ji aliyê jêdera xwe ve têrmeke ji zimanê yûnanî ye.
Di pişt re, ev têgeh ji pir Elfabêya zimanan, nema yên ji malbata Hind-Oripî re bûye navlêkirin. Lê çendî têgeh (bêje) ne ji zimanekî biyan be, ewqas di ferhenga zimanê xwe de cih digire, wateya wê ji her kesekî re zelal dibe, pirtir dijî û li pêş pêlên guhartinan pêdar dimîne.
Rast e, di dîroka zimanên mirovahiyê de, nemaze di yên ku hevsînor jiyane de wan bandorên zimanî li hev kirine, lê hertim jî miletan zimanê xwe ji wê bandorê rizgar, serast û zelal kirine. Belkî ziman ji wan bandoriyan tam netên zelalkirin, lê bêguman ew karekî erênî û rast e.
 Eger em bi gotina ku dibêje: (Yên berî me her tiştek rast gotine, kirine û pêwîstî nîne ku em li ser rawestin û serast bikin). Hîngê tê wateya ku em pir li paş mane, û em nikarin bigînin miletên pêşketî. Ji ber wê jî ya baş û rast ew e, ku em di hemû warên jiyana miletê xwe de wek rast e bixebitin û ziman jî yek ji wan xebatên zor girîng û pîroz e.
- Kêşeya Navlêkirina Elfabêya Zimanê Kurdî:
Di zimanê kurdî de gelek kêşe û pirsgirêk hene, û piraniya wan ta niha çare jê re nehatine danîn, û yek ji wan kêşeyan navlêkirina elfabêya zimanê kurdî ye. Ango ji aliyê zimanzan, zimanperwer û saziyên ku di warê zimên de xebitîne û dixebitin ve pirtirî têgehekê ji navlêkirina elfabêya kurdî re hatine bikaranîn. Ma gelo kîjan ji wan rast e, yan tevan jî wek têgeh cihê xwe di zimanê kurdî de negirtine?!
Li 15 Gulanê sala 1932an, Mîr Celadet Bedirxan tîpên kurdî yên latînî bi navlêkirina (Elfabê) di kovara Hawarê de weşandin, û ji hîngê ve têgeha (elfabê) derbasî jiyana zimanê kurd bû, belkî berî Mîr Celadet jî hin kesan bi kar anîbe, lê em ji cem Celadet de dest pê dikin, ji ber ku bi keda wî ya zor hêja tîpên latînî derbasî jiyana zimanê kurdî (kurmancî) bûn, û di rêzimanê kurdî de jî em li ser rêzimanê ku wî daniye fêrbûn, fêr dikin û mîna jêdereke sereke û bingehîn ji xwe re dibînin.
Li sala 1938an Dr. Kamîran Bedirxan pirtûka xwe bi navê (Alfabeya Min) çap kir. Ango wî (alfabe) bi kar anîye. Prof. Qanata Kurdo yê ku li salal 1940î de li Lînîngirada berê doktora di zanistiya wêjeya kurdî de standiye, wî di pirtûka xwe ya ``Zimanê Kurdî (rêziman)`` de (elifba) bi kar aniye. Mamoste Samî Tan di pirtûka xwe ya ``Rêzman û Rastnivîsa Zaravayê Kurmancî`` de (Alfabe) bi kar aniye. Dr. Mihemed Ebdo `Elî di pirtûka xwe ya ``Ji Bingeha Rêzimana Kurdî`` de (elfabê) bikar aniye. Hin kesên din jî hene (abece) û hinan jî (abêcê) bi kar anîne. Ji ber wê jî ev navlêkirina ku ne bi yek têgeh hatiye, bûye kêşeyek ji kêşeyên zimanê kurdî.
- Çareya Vê Kêşeyê Çi Ye?
Taku em karibin vê kêşeyê ji jiyana zimanê xwe rakirin, pêwîst e ku bi berpirsiyarî em li ser têgeha navlêkirina dengên zimanê kurdî rawestin û bi têgeheke ji zimanê kurdî wê bi nav bikin.
Di vî warî de em pir ji navlêkirina (Elfabê) dûr nakevin, lê emê hewil bidin ku têgeh û navlêkirin tam bi zimanê kurdî be, ango emê wê têgehê (têrmê) bi wateya wê ya kurdî bi kar wînin, û em hêvîdar in, her kes û saziyên ku bi zimanê kurdî mijûl in baş li ser vê rastiyê rawestin û wê piştguh nekin.
Ya rast ew e, ku têgeha navlêkirina dengên kurdî ji herdu dengên (tîpên) zimanê kurdî û li gor rêzkirina wan ya yekem ``a`` û ya duyem ``b`` pêk were, û navlêkirin bibe (Abê), ango ji dêvlî (Elafabê, alfabe) emê (abê) bi kar wînin. Çima (abê) û ne (abe)? Ji beku tîp navdêr e, zayenda wê mê ye, û parkîta tewangê ya yekejimariya zayenda navdêra mêza ``ê`` ye. Ji ber wê jî em dibêjin: Vê tîpê. Ango,  dema ku tîpa ``b`` wek navdêreke mêza û yekejimar bi alava tewangê ``ê`` tê tewandin. Herweha têgeha (abê) navdêreke mêza û nebîna ye, û alava tewanga wê  ``ê`` ye. Dema ku tîpên kurdî bi têgeha (abê) werin binavkirin, encamên wê ev in:
1 - Têgeh çi ji aliyê wateya xwe , û çi jî ji aliyê rêzimên ve dibe têgeheke  
      kurdî û ji her kesekî re zelal dibe.
2 - Bilêvkirina wê sivik û hêsantir dibe, nemaze ji bo zarokên ku di destpêka  
     fêrkirinê de bin. Di vî warî de zimanzanîn dibêje: Çendî têrm hêsan û 
     sivktir be, ewqas çêtir e, û taku hêsaniya wê were naskirin, divê li ser
     zimanê zarokên ku nû fêrî zimên dibin were bilêvkirin, hîngê hêsanî û  
     nehêsaniya wê baş tê naskirin. Eger herdu têgehên (elfabê) û (abê) ji
     aliyê zarokên ku nû fêrî zimanê kurdî dibin ve werin bilêvkirin, ma gelo
     kîjan ji wan hêsan û sivktir e? Bêguman (abê).
3 - kêşeyek ji kêşeyên zimanê kurdî tê çareserkirin.
4 - Bi çareserkirina vê kêşeyê re, serast kêşeke din jî çareser dibe û ew jî 
      bilêvkirina tîpên kurdî ye.
- Kêşeya Bilêvkirina Tîpên Zimanê Kurdî:
Ji aliyê zimanperwer, saziyên fêrkirina zimanê kurdî û kesên ku bi zimên mijûl in ve nakokî û kêşeyek di bilêvkirina tîpên zimanê kurdî de heye, û ew bi du şêweyan tên bilêvkirin.
A - Şêweyê yekem: Zimanperwer û saziyên fêrkirina zimanê kurdî yên ku têgeha (alfabe) bi kar tînin tîpa dengdêr ``e`` li dawiya her tîpekê bilêv dikin, ango wisa: Be, ce, çe, de, ge, he…. H.W.D. Ev şêweyê lêvkirinê ji aliyê rêzimên ve şaş e. Ji ber ku tîp navdêreke mêza ye û alav tewanga yekejimariya mêza ``ê`` ye. Nimûne: Vê tîpê. Vêca tiştê seyr hin zayenda tîpan dikin nêrza, nimûne: Ev tîpekî kurdî ye. Di baweriya me de ev şêwe ji zimanê tirkî hatiye wergirtin, ji ber ku di zimanê tirkî de zayeda nêr û mê nîne.
B - Şêweyê duyem: Zimanperwer û saziyên fêrkirina zimanê kurdî yê ku têgeha (elfabê) bi kar tînin, bilêvkirina tîpên dengdar bi dengdêra ``ê`` li dawiya her tîpekê bilêv dikin, ango wisa: Bê, cê, çê, dê, gê, hê…. H.W.D. Bilêvkirina tîpên zimanê kurdî bi vî şêweyî ji aliyê rêzimên ve rast e, û şiroveya wê li jor hatiye. Ji ber wê jî divê ev şêwe were bikaranîn.
Hêvîdar im, ku ev herdu kêşeyan bi şêweyên xwe yên zanistî û zimanewanî û wek me daye xuyankirin werin çareserkirin, û roj bi roj zimanê zelaltir bibe. Ya din hêvîdar im, ku me ev kurtelêkolîna bi şêwakî zelal gandibe ber destên we.
 
Efrîn: 06. 05. 2017z – 2629k.   

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark