Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ji Evîna Rojên Kevin 110 .. Çûna Hotêla Baron li Helebê

 


Konê Reþ
 
  Ji mêj ve min divîbû herim Hotêla Baron ya navdar li Helebê. Ewa ku her dem têkoþerên azadiya Kurdistanê, di sala 1926/1927 an de lê dibûn mêvan û bidim ser þopa Mîr Celadet Bedirxan û hevalên wî dema ku haziriya damezirandina (Komeleya Xoybûnê) dikirin.
  Hotêla Baron; ji hotêlên herî kevnar û navdare li Sûriyê û Helebê. Ev hotêl di sala 1909 an de hatiye vekirin, di sala 1911 an de qata duyemîn di ser re hatiye bilindkirin.


  Xwediyên wê du birayên Ermenî, ji malbata Mezlûmyan in. Kolana ku hotêl li ser hatiye avakirin, di sala 1946 an de bi rengekî fermî navê wê bûye kolana Baron. Berê, bi navê kolana Goro dihat naskirin. Gotina Baron bi zimanê Ermenî bi wateya (Birêz e).
  Hotêl wek dîdevanekê ye ji dîroka Ewropiyan re ya ku bi Rojhilata Navîn û Sûriyê ve girêdayî ye. Ji ber ku gelek kesayetiyên navdar ji qiralan, serokkomaran, wezîran, nivîskaran, zanyaran li vê hotêlê bûne mêvan û problemên xwe tê de gengeþe kirine wek: Qral Feysel, qralê Swêdê, Þahê Îranê, Laurence Ereban, Charles De Gaulle, Cemal Abdulnasir, Hebîb Bûrqêba, Kemal Ataturk, Mîr Celadet Bedirxan û hevalên xwe dema ku wan û Ermeniyan bingehê komeleya Xoybûnê datanîn û her wiha gelek kesayetiyên din.
  Li hotêlê ez çav bi xwediyê wê (Armên Mezlûmyan) ketim, yê ku navê wî li ser navê bapîrê wî Armênê mezin, damezrênerê hotêlê hatiye danîn. Min xwe pê da naskirin ku ez nivîskarekî Kurd im, li dor malbata Bedirxaniyan û rola hotêla Baron di girêdana pêwendiyên Kurd û Ermenan de dixepêrim. Wî, qehweyek ji min re xwest û ev diyalog di nav me de çêbû. Min jê re got:
- Ji sala 1926/1927 an û pê de hotêla we (Baron) li Helebê xweþ pir û bêhinvedan bû ji endamên ku komeleya Xoybûnê re, ew ku di 5ê çêriya pêþî de sala 1927an de li Libnanê bajarê Bhemdûnê hatiye damezirandin.
  Di wê salê de, Mîr Celadet Bedirxan, Memdûh Selîm Beg û gelek rewþenbîr û axayên Kurdan yên ku ji Cizîrê, Efrînê û Kobanî dihatin li hotêla we bi Ermeniyên partiya Taþnaq re diciviyan û kar û barê xwe û damezirandina avakirina komeleya Xoybûnê dikirin û tê re derbasî Beyrûtê dibûn. Gelo ti pêzanînên te li ser vê yekê hene?
- Matmayî û bi tirs li min guhdarî kir û got:
- Ez nizanim. Belê min ji bavê xwe bihîstiye ku gelek ji rewþenbîr û axayên Kurdan li hotêla me bûne mêvan. Bapîrê min ne di partiya Taþnaq de bû. Tu ji kû zanî?!
Min lêvegerand:
- Ez dîroknivîs im. Eger ne endamê wê partiyê be, dêmek ew mêldarê wê bû û ji ber vê yekê navê bapîrê te jî li Turkiyê qedexe bûbû?
- Na, ne bapîrê min û ne bavê min ne hevalên partiya Taþnaq bûn. Navê bapîrê min hat qedexekirin ji ber ku ew hevalê tevgera Erebî bû di Sûriyê de.?!
  Piþtî ku min qehweya xwe vexwar, wî hotêl jî þanî min da û têra xwe ji min re behsa  dîroka hotêlê û navdariya wê kir.
Min jê re got: Ez ê herim.
Wî got: Bela em hev bibînin.
Min got: Ser çava..
 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.3
Bi Tevahî Deng: 10


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark