Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ji dîroka kurdî / Kesayetî û helwest.. Xelek 32/1

 


Dr. Ehmed Xelîl
Werger: Heyder Omer
 
Dîrokzan Şeref Xan Bedlîsî (Destpêkên ramana netewî Kurdistanî)
Bîriya Kurdistanî:
Hişyariya netewî du rûdawên sereke hene:
1. Ageha netewî: Ew jî rûdawa hestewrî xweberî ya mêldariya bi ser miletekî de, û berhema jibermayên netewî ye (resenî, rêwresm, wêjeya gelêrî, muzîk, stiran, cil û berg û hwd).


2. Ramana netewî: Di qoziya lêkolîn û tûjandin û berwirde û nirxandinê re, tê xuyakirin, ku ev rûdaw mêldariya hişmendî hizrî  ya bi ser miletekî de, û berhema têkildariya li gel pêkhatên nasnameya netewî ya milet e.
Di vê qoziya dawî re, emê pirtûka “Şerefname” ya mîr Şeref Xan binerxînin. Ew di pirtûka xwe de ne tenê dîrokzan e, belê bi ser de destpêkên ramana netewî Kurdî jî diderbirîne, lê li gor pîvanên sedsala (16z).
Di pêşgotina pirtûka xwe de Şeref Xan diyar dike, ku jînenîgariyên waliyên Kurdistanê nebûne xema lêgervan û dîrokzanan, vê lomê wî ev kar hilda ser milên xwe, û nûçeyên mîrên Kurdan ji nav pirtûkên dîroka Farisan, û ji devên pîremêrên Kurd, ên pê bawer, û ji tiştên, ku bi xwe dîtine, beref kirin û dane ser hev “da jînenîgaeiyên malbatên kurdistanê, yên resen û dêrîn û gewre di paş perdeya bêdengiyê de nemînin”.
Dêmek bi Şeref Xan giran bû, ku di serdema wî de, pirtûkeke dîroka Hukumdarên Kurdistanê tune ye, û pê giran bû jî, ku dîroka kurdî di paş perdeyên bêdengiyên bê veşartin. Vê lomê wî biryar girt, ku vê kêmasiyê dagire, û bibe hevparê damezirandina bîriya netewî Kurdistanî.
Rûdawên destpêka ramana wî ya netewî:
Rûdawên ramana netewî Kurdistanî li ba Şeref Xan di van warên jêrîn de diyar dibin: 
Yekem: Kok û şaxên miletê Kurd:
Şeref Xan diyar dike, ku li ser koka gelê Kurd boçûnên cuda û hevdijber hene; hêjayî gotinê ye, ku em bînin bîriya xwendevanan, ku têrma (gel /gelan) di serdema Şeref Xan de carcaran bi wateya (şaxên mezim ên êlan) dihate bikaranîn. Şeref Xan li ser koka miletê Kurd sê boçûnan ji jêderên Farisî werdigire:
1.Efsaneya qeral (Dehhak) ê Farisî, û ejderhayên, ku li ser milên wî peyda bibûn, û ew dêşandin, û iblîs bi durvê bijîşkekî hate ba wî, û gotê, ku dermanê derdê te e w e, ku tu her rojê mejiyê du xortan bidî wan ejderhayan, lê wezîrê ku ev kar dabûne dest wî, dilovan bû, carê xortek dikuşt, mejiyê wî tev li yê berxekî dir, û xortê din jî serbest berdida, ew xortên serbest hatibûn berdan li çiyayan pir bûn, û zewicîn, û Kurd ji wan peyda bûn.
2. Kurd beşekî pêriyan in, veşartî bûn, lê Xweda ew li pêş çavan diyar kirin.
3. Pêrî û dêw bi jinên mirovî re zewicîn, û Kurd jî berhema wê zewacê ne.
Şeref Xan rewşa xurafî ya van  boçûnan gengeşe nekir, û  nerîna xwe jî bo efsaneya Dehhak (Ezdehak), a ku entilcêsiya Farisî çêkiribû, diyar nekir, tenê wek piraniya nivîsevanên wê demê, got ku: “(Xweda dizane”.
Di pey vê re, Şeref Xan şaxên gelê Kurd diyar dike, û dibêje: “Gelê Kurd çar şaxên mezin in, zaravayên zimanê wan û rengê rû û sincên wan cudan in,  şaxa yeken (Kurmanc in) û ya din (Lur in), û ya sêyem (kulhor / kulor in), û ya çarem (Goran in)”.
Duyem: Wateya navê Kurd:
Şeref Xan ji bo yekê dibêje: “Xuyaye, ku Kurd bi vî navî hatin navandin, ji ber ku wateya wî wêrekî û lehengî ye, pirên wêrekên demê û lêhengên navdar ji nav vî miletî diyar bûn”. 
Ji vê pêve, Şeref Xan sê lehengên navdar û dêrîn, ên Kurd bi bîr tine:
 Lehengê yekem: Rustemê Zal e, yê ku di serdema qeral (Keyqubad) de jiya ye, û ji ber ku li (Sîstanê) ji dayikê bibû, bi navê (Rustemê Zabîlî) navdar bû, û navê wî ji forma xwe hate guhertin, û bû (Rustemê Zal).
Lehengê duyem: Behramê Ҫopîn e, serhêzekî qeralê Îranî (Hurmiz kurê Noşeyrewan) bû, li Tirkistanê û Xurasanê hatibû perwerde dikin.
Lêhengê sêyem: Gorgîn Mîlad e, ku bi wêrekiyê navdar bû. Şeref Xan bi bîr tîne, ku neviyên wî hîna ji derdora çar hezar sal de,  bi awayê xweser hukumdarên îyaleta (Lar) bûn, dirav bi navê xwe lêkirin, û navên wan di xutbeyan de hatin xwendin, û qeralên Farisan qayîl bûn, ku hukumdariya Farisan li ser wan lawaz be, û kêm bace û diyarî ji wan digirtin, bê ku wan talan bikin, an jî sînornê welatê wan derbas bikin.
Şeref Xan zanyar (Taceddînê Kurdî) bi bîr tîne, ku ew li bajarê (Burûsa) mamoste bû, û di pey re bû şalyarê sultan Orxanê Mezin, û paşê bi navê (Xeyreddîn Paşa) navdar bû. Her weha Şeref Xan bengînê navdar (Ferhad), lehengê çîroka (Ferhad û Şîrîn)ê bi bîr tîne, ku ew  kesekî Kurdên şaxê Kelhur  bû, di serdema qeralê Farisî (Xusro Perwêz) de diyar bû.
Tiştê balkêş ew e, ku Şeref Xan dîroka Kurd, ji serdema xwe de  vedigerînê berî çar hezar sal. Ev yeka dide xuyan, ku wî dîroka Kurd bi derdora sala (2400 b.z) sînor kiriye, ev dîrok jî hemdema şahnişînên Somer û Îlam bû, û wê demê  Sobarî û Gotî berztirîn pêşiyên Kurd bûn.
Sêyem: Erdnîgariya Kurdistanê:
Ji bo vê jî Şeref Xan dibêje: “Sînorê Kurdistanê ji jêr deryaya Hurmiz, a gîhaye deryaya Hindî de dest pê dikin, bi xêzeke rast heya herdu îyaltên (Meletiyê û Meraşê) dirêj dibin; û îyaleta Faris û (Îraqa Ecem) û Azerbeycan û herdu Ermenistanên Biçûk û Mezin li hêla bakur, û ji hêla başûr de jî (Îraqa Ereb) û Mûsil û Diyar Bekir dikevin ser sînorên wê. Û gelek xelkên vî miletî li dinyayê, ji welatên rojhilat heya bi welatên rojava,  belav bûn”


Erdnîgariya Kurdistanê, yak u Şeref Xan diyar dike, hema hema li ya Kurd a halî hazir dibane, ewaya ku kendavê heya deryaya Spî dirêj dibe. Ev erdnîgarî, li gor Şeref Xan digihêne oqyanûsa Hurmiz li ser delavên deryaya Hindî; ji hêla ciyopsteratîcîk de ev zanyariyeke pir giring e.
Ҫarem: Kesyetiya Kurdî:
Şeref Xan bi bîr tine, ku piraniya Kurdan bi wêrekiyê, coşê, camêriyê, mêrxwasiyê , serbilindiyê navdar in, û li gorî wî, Kurdên xwe davêjin ber metirsiyan, û keleşiyê û dizînê, ji ber daxa belengaziyê neçareyî van karan dibin, û da ku destên xwe li ber derûn-nizman û bê sincan venegirin. Her weha bi bîr tine jî ku Kurd “li hember pêdiviyên vê dinyayê kêmtevdîr in”.
Bi kurtahî, mirov dikare weha biçe, ku Şeref Xan bi piranî mêla xwe da ser wê yekê, ku Kurdan û şaxên miletê Kurd û erdnîgariya Kurdistanê û hinek navdarên Kurd, û hinek rengdêrên kesayetiya Kurdî bide naskirin. Ev tiştana jî, di kelepûra her miletekî de,  pêdiviyên raman netewî ne. Ev mijar, di rûpelên ku wê bêne de, berdewam e.
 
Jêder:
Mîr Şeref Xan Bedlîsî: Şerefname, rû 28, 40, 41, 42, 43, 46.
                     20. 05. 2017.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark