Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: hesreta dîdariyê

 


Majêd A Mihemed
 
Di Perçe wêneya rojê de
Tu ne mîna kevokên þaristaniyê
kedî bû
ne jî ew hovê çola bû
na tu ne yekser ji xunava geþiyê çêbibû
ne jî ew bi tenha xwa
ji hêrsa bejatiyê peyda bibû


li ber çavên niçîrvanê qedera xembar
bûn e ajelên gelkî zîrek û har
sibe çû
êvar hat
lê armanca hestan bicî nehat
û hîn li benda te mayî neçar
ne bi firînê
ne bi bezê
ne bi xuþandinê
dighê pêlên giyanê te
ne jî bi roniya çava diramûsê hulma govdê te
ne bi tundî derbas kir avsîna te
ne jî bi berger û lava
karibû bi dirêjiya kîtekê
an bi hembêza dilopekê
biba mêvanê dilê te
herweha tava jiyanê di ser we re derbas bû û çû
tu tev barê hêviyan di asîmanên çerxê de winda bû
ew jî bi hesreta dîdariyê
mîna peykerekî herî kevnar
li pê te
li ser rûwê gozemînê
zuha bû
û hate xwar.
20/5/2016

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark