Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Serîxwariya Demokratîk

 


 Hoşeng Osê
 
Di salên 1991-1992an de PKK di nava alîgirên xwe yên li Sûriyê de, qerfeke rexneyî li dijî PDKê û YNKê belav kiribû. Vê qerfê xwe dispart strana Şivan Perwer “Lo me çi kir, me çi kir”. Apociya jî wisa gotinê stranê guhertin û digotin: “Lo me çi kir me çi? Me xwelî li serê xwe kir. Ma ne şerm û ferdîye? Ev hukimê zatî (otonom: xudmutarî) ji bo çiye". Wê çaxê qaşo PKKê Kurdistaneke serbixwe, azad, yekbûyî û sosyalîst dixwest, lê YNKê û PDKê "xudmuxtarî" dixwestin.


 Wê çaxê, PKKê xwe şoreşger û welatperwer didît PDK û YNK oportonîst û welatfiroş didîtin. Zêdetirî 25 sal ser qerfa Apociyan re derbas bûye û li gorî rewş, rol û rojeva PKK, PYD, PÇDK, PJAK...hwd, ne tenê strana Şivan Perwer, lê ew qerfa Apociyan, serê sedî hezar li ser PKKê pêk tê, tu dibêjî qey stran û "qerf" ji bo vê rojê û li ser PKKê  hatiye çêkirin.
Mirov li rewşa PKKê a niha dinêre, êdî nema zane bê çi dixwaze, gelo şer? An aştî? Zêdekirina kêş û probelman? An çareserîyê dixwaze? Ev çima PKK li Tirkiyê şoreşger e, ne xema wê ye, gund û bajar werin rûxandin, hilweşandin, şewitandin, vala kirin, li Sûriye û Îranê oportonist e, qaşo naxwaze rêjîma Beşar Esed gund û bajarên rojavayê Kurdistanê xera bike. PKK dibêje; "Ez partiyeke laîk, çepgir û demokrat im" lê hevalbendê rêjîmeke olperest, nîjadperest, tayfeperest, dîktator... weke rêjîma Îran û  Sûrî ye. Di dema ku rewş û şert û mercên herêmî û navnetewî li dijî dewleteke Kurd bûn û hemû partiyên her çar perçeyên Kurdistanê otonomî dixwestin, PKKê digot: "Na, ev çiye? Divê em ji serxwebûn û azadiyê danekevin. Yê ji vî mafî û ji aramancê dakev e, xayîn e". Dema rêjîm û dewletên komonîst-sosyalîst hildiweşiyan, PKKê digot; "yên ku nûnertiya sosyalîzma rast û dirust dike em in. PKK ji nûve dê sosyalîzêmê vejîne". Jixwe di nava kadroyên jin yên PKKê de navê kod "MELSA" pir dihat bikar anîn; "Marks, Engels, Lenîn, Stalîn û Apo". Piştî şoreşa Frensa ji 1789 heta niha, Europa û Amerîka li ser pêşde birina ezmûneya demokrasiyê dixebitin, PKK dibêje: "Ev çi sîstema demokrasiyê ye. Hûn ne dewlet û civakên demokrat in. Werin ji PKKê hînî demokrasiyê bibin". Niha jî, rewşa herêmî û navnetewî guncaw bûye û alîkar e da ku Kurdistana Başûr ber bi serxwebûnê ve biçe, PKK dibêje; "Em li dijî dewleta netewî ne. Em li dijî îdolojî û bîr û boçûnên netewî ne. Ev kevneperestiye. Çareseriya herî baş, xweş û guncaw ji bo pirsa Kurd; xweseriya demokratîk e". Dema mirov ji van birader û camêran dipirs e: "Baş e, ka ev xweseriya demokratîke çi ye? Çi sîstem e? Mînakên wê li ku hene?" Bersiv jî wisa ye: "Ev proje û teoriya me ye. Li cîhanê tevahî, mînaka weke wê nîne, lewma jî çareseriya herî baş û di cihe de ye". Baş e, eger ev projeya teorîk nekeve warê praktîkê û mirov encamên wê li ser erdê nebîne, çawa dikar bêje; çarseriya herî baş ew e?
Dema mirov dîroka PKKê dişopîne di qûnaxên destpêkê de, bi serhişkî, çi digot û çi dixwest û niha jî, bi serhişkî çi dibêje û dixwaze, mirov dibîne ku çîroka vê rêxistinê eynî weke çîroka wî kesê gundî ku te çi çareseriyê bidana ber wî, lê bersiva wî ya her car ev bû: "Êêê û êzingê min?"
Kurdên Başûr ji salên 60î, ta 90î dixwestin ku Kerkûk û Şingal vergerînin Herêma Kurdistanê, lê rêjîma Baas - Sedam Husên ne dixwestin. Kurdên Başûr di pêvajoya zêdetirî 60 salan de, bi sed hezaran şehîd dan bi milyonan penaber çêbûn, lê ji vê armancê venegeriyan. Eger rehmetiyê Mela Mistefa Barzanî, li gorî aqil û mentiqê PKKê biçûna û dest ji Kerkûk û Şingalê berdana. Kurdistana Başûr ji sala 1971ê dê herêmeke otonom yan jî federe bana. Her wisa Mesûd Barzanî û Celal Talebanî, li gorî teorî û çareseriya PKKê a îro biçûna, dê pirsa Kurda li Iraqê di sala 1991ê de bihatana çarserkirin.
Kurdên Başûr di madeya 140î de, vegera Kerkûk û Şingalê tekez kirin û ji 2005an de li dû pêk anîna vê madeyê ne. Niha jî, ne hikûmeta Bexda tenê, PKKê jî naxwaze Şingal veger Herêma Kurdistanê. Û bi bihaneya parastina Êzdiyan, PKK diçe kanton, mantonan ji xwe re li Şingalê çê dike û "serîxwariya xwe" a demokratîk li Şingalê ava dike. Ji wê zêdetir, PKK hin sînyalan dişîne ku  Kerkûk "qanton"ek bi serê xwe be û tevlî Kurdistanê nebe.
Li gor nêrîna min, ev faşîzima îdolojîk a har ku PKK di nav kurdên Sûriyê û Kurdên Êzdî de, li dijî PDK û Barzanî gur dike, dê ters li PKKê veger. Dibe ku PKK heta demekê karibe ji xwe re li Kurdistana Rojava hin qanton mantonan çê bike, ji ber ku xwediyê Kurdên Sûrî tunene, lê dê PKK nikaribe Şingal, Kerkûk û Silêmaniye bike Qendîlistan-Cemîlistan. Birastî, metirsî heye ku ev "xweseriya" PKK a pir "demokratîk" serê PKKê bixwe.
Di vî warî de, divê birêz Cemîl Bayik gotinên strana Şivan bîne bîra xwe; "Şer bikin li hember romê, pişta xwe nedin Şamê. Dibêjin Şam şekir e. Lê Kurdistan şêrîntir e. Ger pişt bidin Tehranê, bombe tên wek baranê. Ger pişt bidin Bexdayê. Ax, çi şerme lê dayê."
 
-----------------
Jêder: heftenameya rojnama Basnews

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark