Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Mîrgeh,hoz-eþîrên Kurdên Êzidî

 


Amer Çelik

Mîrgeha Mehmudî-(Eþîra Mehmudiyan)
Wek me  berî niha gotibû ku Kurdên Êzidî di jiyan û þarstaniyên de, bi hêrz baþdar bûbûn. Ewan li ser xaka xwe(Kurdistan) gelek Mîrgeh damizrandibûn ev Mîrgeh jî(Mîrgeha Mehmudî) yek ji wan mîrgehên kurdên Êzidiyan bû.
Wek me di Mîrgeha Heleb û Kilis  de gotibû ku Mîrgeha Heleb û Kilis gihabû çiyayê Mîrgeha Botanê û her weha  ji rojhilat û baþûr ve xwe gihandibû Êzdiyên Amedê û li ser çemê Botan ê pal dabû û di riya baþûrê Helebê re xwe gihandibû Wêranþar ê, Mêrdîn ê, Nusaybîn û Cezîrê. Xwe gihadbû Bigeha Êzidiyan Laliþ û bi Mîrgeha Þêxanê ve hatibû girêdan.


îra Mehmudî-Mehmudiyan
Weke ku Þerfxan Bedlîsî di Þerfnamê de dibêje; ku Mehmudî û Mîrrekên wan bi olperstiya xwe Êzidî bûn ew jî tevî eþîra Dûmiliyan-Dunbelî  ji Botan koçberî Ezerbêcan bûbûn. Dema Mîrgeha Qere-Qûynkoçî (Qer-Yusiv) Gelha Aþût û Xoþab herdu teslîmî Mîrrekê Mehmudiyan kirbûn. Helbet Muhmudiyan xizmetên hêja ji wan re kirbûn, ev herdu gelih encama wan xizmetan bûn. Di wê demê de Mîrê Mehmudiyan Þêx Mehmud bû.
Evê eþîrê xwe gihandibû Mîrên Sefewiyan û her weha di dema Osmaniyan de nîþanê mezin ji osmaniyan girtibûn.
Piþtî Mirine  Mîr Þêx Mehmud  kurê wî Husên Beg mîrîtiya eþîr û Mîrgeha Mehmudî di cihê bavê xwe de kirbû, eþîr Dûnbeliyan (Mam-Reþan) peyman li dijî Sefwiyan (Þah Tahmesab)bi Mîr Husên re girêdabû.
Piþtî Mir Husên, li gorî Þerfnamê gelek mîrek hatin ser fermandariya Mîrgeha Mehmudî û Bedilîsî dibêji e  ku tev

li ser ola Êzidiyatiyê bûn. Hesen beg bin Ewed Beg bin Mîr Hamid mîrê yekem bû ku ola xwe terk dabû û ola Islamî perstibû. Helbet sedemê terkdane ola xwe dayî hebûn û ew jî berjewndiyên Mîrîtiyê bûn. Bedilîsî dibêje; ku Mîr Hesen Islamekî çalek bû ewî rojî û nimêj dikir xwendine Qûranê li ser mendalan bi darê zorê dabû qebûl kirin. Gelek mizgeft û dibîstanên Islamî avakirbûn . Êzidiyên eþîra Mehmudî yên ku Musilmanî li ser xwe qebûl nekirbûn tevî eþîra Dûnbeliyan koçî baskê Þêxan bûbûn û du gund li wir avakiribûn, heya niha jî, ji van herdu  gundan  re dibêjin gundê Mehmudan û yê din jêra dibêjin; Mam-Reþan.
Piþtî muslmaniye Hesen beg, gelek mîrek hatin ser fermandariye Mîrgeha Mehmudî wekî  Ewad Beg bin Hesen Beg, Mustefa beg bin Ewad Beg, Elî beg bin Ewad Beg, Þêr Beg bin Hesen Beg Bedilîsê dibêje ku ew Þêr Beg mîrekê dawî bû ye ji eþîra Mehmudiyan.
Her weha  mîrekên eþîra Dûnbelîyan eþîrek mezin bû û  

roleke mezin di damezirandine Mîrgehan de lîstibûn, ew bi xwe jî Êzidîbun û heta niha bi piranî li baskê Þêxan têne dîtin,
Mîr Îsa beg ku vegeriyabû ser ola xwe (Êzidiyatî) , Li ser zimanê Bedl1isî ku Îsa beg tevî hezar malbatî ji eþîrê  û eþîrên Êzidiyên herêma  Xoyî û Sekman Abad (Kurdistan- Îran) koçî Ezerbêcan ê bune. Tê gotin ku Mîr Îsa ji wir çûye Herîrê û Herîrê hatiye Baskê Þêxanê û bi teybatî li gundê Mehetê ku jêra dibêjin; Meheta-Îso û bi kurtî Mehîso. ya herî ji bo min balkêþ ku berêz Dr.  Ednan Ferhan di gotareke xwe de dibêje ku Mîr Cehfer bin Mîr Hesen Dasinî ji wê eþîrê ya.
…………………….
 
Li benda me bin xeleka tê Mîrgeha Dasin.
Amer Celik  06/2017    amercelik@hotmail.de

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.66
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark