Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Nûçe: Konê Reþ û Pirtûkek li Dor Kurdên Êzidî li Sûriyê

 


  Êzidî; Kurdên herî kevnar in.. Ta roja îro bi ziman, Irf û adetên xwe kurdewariyeke herî resen dimeþînin. Nimêj, îbadet û duayên wan bi zimanê kurdî ye. Di baweriya min de ta ku ola wan a Êzîdiyetiyê hebe, wê zimanê kurdî hebe. Parastina vê olê, parastina kurdewariya resene..
  Kurdên Êzidî di dewleta Sûriyê (Rojavayî Kurdistanê) de li du parêzgehan jiyana xwe derbas dikin; Parêzgeha Helebê (Çiyayê Kurmênc: Efrînê); deþta Cûmê, quntara çiyayê Kurdaxê û derdora çiyayê Lêlûnê (Seman), bi cî û war dibin û jiyana xwe ji sedê salan ve lê derbas dikin. Û parêzgeha Hesekê (Cizîrê); Beriya Mêrdînê û Sinceqa Xelef Axa.


 Ev parêzgeha ku li çar deverên wê Kurdên Êzidî dijîn; Devera Tirbespiyê, devera Amûdê, devera Serê Kaniyê û devera Hesekê. Ango li Beriya Xelef Axa (Deþta Dasika), Beriya Mêrdînê û Beriya Wêranþarê. Eva dawî, li rojavayî Serê Kaniyê bi dor 30 km dikeve û Kurdên Êzidî lê hene.
  Konê Reþ di vê geþt, lêkolîn û xepartinê de, li van deverên Êzidiyan geriyaye, dîdar û çavpêketin bi kalemêr û rîhspiyên wan re kiriye, wiha jî bi yên Kurdên misilman re, ta ku karîbû vê pirtûka xwe berhev bikim.. Digel ku wî dawiya pirtûkê bi strana Derwêþê Evdî xemilandiye.. Ev strana ku mamoste Perwîz Cîhanî ji zardevê dengbêjê Wanê Ehmedê Zeynal girtiye.


  Pirtûk ji 106 rûpelên nîv A4 pêk tê, bi çapek taybet li Qamiþlo hatiye çap û belavkirin. Mirov dikare vê pirtûkê û tev pirtûkên Konê Reþ yên din ji van pirtûkfiroþên li Qamiþlo bixwaze: Enwar, Cewahirî, Rawî û Mîrav.
  Konê Reþ dibêje; bi min xweþ e ku di roja çarþemê de beyana weþana vê pirtûka min di mediya Kurdî de belav bibe..! Çiko Çarþem, rojek pîroze li cem Kurdan û bi taybetî li cem Kurdên Êzidî..
Qamiþlo, 05/07/2017

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.42
Bi Tevahî Deng: 7


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark