Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Partîtî Zorê Li Zimên Jî Dike

 


Vejîna Kurd
 
Di bersivdayîna komendekê  li ser helbesteke ku min li ser rûpela xwe ya fêsbokê weþandibû, min ji hevalekî xwe re weha nivîsand: Spas hevalê hêja. Lê tiþtê seyr ku ew mirova ji bêjeya heval tengijî û got: PYD dibêjin heval, ji ber wê jî tu çi dixwezî bi min re bêje lê mebêje heval!
Tevlî ku ev ne cara yekê bû ku ez vê gotinê ji hin kesan dibihîsim, lê di cih de pirseke rûreþ xwe li mejiyê min gerand û pêwîstî bi bersivdanê hebû.. Ma gelo partîtî zorê li zimên jî dike?!!


Pir cihê mixabiniyê ye îro ku nakokî û partîtî di xwîn û rihê me de diherikin, kînê di dilê me de kedî dikin, ew kîna ku destdirêjiyê li zimanê me yê resen jî dike û digihê astekê ku hin kesên xwediyên derûniyeke lawaz, ji bo þerê birakujiyê, xwe ji hin bêjeyên ku ji kaniya zimanê kurdî herikîne biþon, û zikreþiya xwe derbarê wan xuya bikin.
Belê.. Ziman ne henek û ne jî lîstik e ku birînên nakokiyên me di wê de vedin, zimanê me him rûmeta me ye, hem jî resm, reng û dengê miletê me ye, ew ne milk û mewalên min û te ye ku em bêjeyên wî li nav partiyan parve bikin û wî bi ber gezan din, eger wisa bibe bêguman zimanê kurdî dê li ser hilm û pifê bimîne û di gola partîtiyê de bigevize.
Divê em tev zanibin ku zimanê kurdî partiya me ya herî mezin û bi nirx e, ji zû de dijmin û xêrnexwezên kurdan ew qedexe kirine û hewil kirine, û hîn jî hewil dikin, ku wî bihelînin û ji holê rakin, lewma zor pêwîst e ku ew ava ku aþê dijmin digerîne em rawestînin, vêca çawa em kurd bi destên xwe wî dikin dîlê partî û nakokiyên xwe û bi hêsanê kirasê kurdayetiyê ji hin bêjeyên kurdî yên zelal û watedar dikin û wan  þermeze dikin?!!
Nakokî û lihevnekirin tucarî ezîtiya kufikî sar nakin, lê ew birînên me yên herî mezin dijenînin, ew civakeke nexweþ û piralî û herweha þerê birakujiyê peyda dikin û qet nakevin xizmeta doza me ya pîroz.. zor pêwîst e ku em ji wan nexweþiyan rizgar bibin.
 Belê.. Banga me ew e ku kurd zimanê xwe ji ber bayê partîtî û nakokiyên xwe bi alî din.   

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark