Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ez ū Mamoste Sabahattin Kayhan ū Mīr Dr. Kamīran Bedirxan

 


Konê Rež

Mamoste Sabahattin Kayhan ji Enstituya Kurd a Parîsê li Fransayê, bursiyerê Enstituyê û li ser dîrokê doktorayê kar dike. Ji salekê ve lêkolîna xwe li ser Mîr Kamîran Bedîrxan dike.. Ji berî dor 20 rojan ve, ev pirsên xwe ji min re žandibûn, min jî nemerdî nekir, wek ku min zanîbû, bersiva pirsên wî daye. Fermo pirs û bersivan bixwînin:


1    – Gelo we mîr Kamuran Bedirxan nas kir?
⦁    - Di payîza 1977 an de çûm Almanya, bajarê Frankfurt Am Main, xwedêgiravî ji bo xwendinê.. Belê min, derfetek zêrîn ji dest xwe berda?! Min karîbû mîr Dr. Kamîran Bedirxan li Bonnê bibînim, dema ku hatibû ji bo avakirina dostaniya Kurd û Almanan.. Mixabin çendî kurmamê min xwest, min ba ya wî nekir û neçûm..
2    – Gelo serpêhatiyê we bi gel Mîr Kamuran heye, hebe hûn dikarin kurtasî kisa bikin?
⦁    - Na.. Min ew nediye ta ku serpêhatiyên min pêre hebin.. Bi tenê ew serpêhatiyên ku min ji dost û kesên nêzîkî wî bihîstine wek Cegerxwîn, Osman Sebrî, Mela Hesenê Kurd û nexasim ji dotmama wî mîrzade Rewžen Bedirxan û keça wê Sînemxan Celadet Bedirxan.. Hem jî Seydayê Tîrêj jî ji min re digot; Di sala 1944''''''''''''''''''''''''''''''''an de Mihemed Eliyê Žiwêž berpirsê Xoybûnê li Amûdê ez û Ûsivê Hersan žandin Beyûrtê ku em herin cem Mîr Kamîran Bedirxan û jê bipirsin çima nema (Roja Nû û Stêr) têne Amûdê, Bi rêde min ev helbest huna û jêre got:
Kamîranê dilovan tu bi nav û nîžanî
Li Kurdistan seranser Key Xisrewê zemanî..
3    – Mîr Kamuran kesekî çawa bû, ji we re taybetmendîya wî çi bû ? çend mînakan dikarin bidin ?
⦁    - Di baweriya min de mirovekî sade kurd bû.. Kurdistanî bû.. Jiyana xwe tev di ber kurd û Kurdistanê de xerc kir.. Bi serketinên welatê xwe re gež dibû, bi têkçûnan re xemgîn dibû û dilê wî dihat givažtin..
4    – Agahiya we li ser xebatên Mîr Kamuranê yên di warê dîplomasî de hene?
⦁    - Li gor ez zanim, ji Stenbolê destpê kir.. Di nav rewženbîr û welatparêzên wê demê de mezin bû.. Bi Mêcer Nowêl re li Kurdstana bakur geriya.. Pižtî hatina Kemal navê wî di lîsteya 150 kesî de, bidarvekirinê hat derxistin.. Ew di sala 1927/1931 ê berpirsyarê bežê Kurdî yê Xoybûnê bû li Libnanê, digel Vahan Papazyan ku yê bežê Ermenî bû û Malik Cinbar Werdî ku yê bežê Ažûrî bû.. Di sala 1948 an de çû Amerîka ji bo kêžeya gelê kurd.. Rola wî mezin bû di damezirandina Komeleya Xwendekaranên Kurd li Ewropa..
5    – Têkîliya Mîr Kamuran, bi gel Birêz Barzanî û Kurdistana Bažur çi bû ?
⦁    - Di sala 1961 ê de, li Ewropa, nûneritiya žoreža Barzaniyê nemir kir.. Di lihevhatina 11ê adara 1970 î de, Barzanî jê xwest ku bibe cîgerê serok komara Îraqê, lê ew razî nebû, bi tenê xwest ku bibe mamosteyê zimanê Kurdî di dibistanek çiyayê Žingalê de..
6    –Li ser xebatên Mîr Kamuran yên Edebîyatê, wergêr, dîrokê, hûn çi dikarin bêjin?
⦁    - Bêguman Mîr Kamîran Bedirxan yek ji pêžengên çanda kurmancî ya nûjen e, her wiha pêžengeke ji pêžengên rojnamegeriya Kurdî.. Di sala 1943 an de du rojnameya (Roja Nû û Stêr) li Beyrûtê bi zimanê kurdî wežandin.. Digel ku yekemîn alîkarê birayê xwe Mîr Celadet Bedirxan bû di wežana kovara Hawarê de li Žamê û di bin bandora helbestên wî yên nûjen û žîretên wî de helbesta kurdî ya nûjen bi pênûsa rehmetî Qedrî Can hat meydanê.. Di warê dîrok û wergerê de jî ku mirov li Roja Nû, Hawar û Ronahî vegere wê gelek bedewiyan bibîne..
7    - Gelo li ser jiyana wî li Surîyê û derveyî Surîyê hûn çi dikarin bêjin wekî din jî pirsên ku min ji bîr kirî, hûn dikarin zanîn û nêrînên xwe bînin zimên?
⦁    - Mîr Dr. Kamîran Bedirxan bêtir çax û demê xwe heta saka 1947 an li Beyrûtê derbas dikir.. Car caran dihat Žamê mêvandariya birayê xwe Mîr Celadet Bedirxan. Li Beyrûtê pêwendiyên xwež bi Fransizan û malbatên mezin di Libnanê de ava kirin. Di serê wan malbatan de malbata Alsulih ya navdar li Beyrûtê. Ew jî di rêka keçmama xwe Zeyneb Osman Paža Bedirxan re. Zeyneb xanim Bedirxan kebaniya Ehmed Muxtar Alsulh bû, jinek bi hêl û mêl bû, xwedî gotin û biryar bû, cihê rêzgirtin û qedir bû di nav malbata Alsulih de û gotina wê ne dibû dudo.. Ta pileyekê ku hinan ji malbata Alsulih pesnê wê di bîranînên xwe de dane..  Dema ku Mîr Dr. Kamîran Bedirxan li Beyrûtê bû, keçmama wî Zeyneb û malbata Alsulih bi tevahî xwež pižt bûn jêre û her wiha ji rêhevalê wî Dr. Nûreddîn Zaza re. Paž mirina wê di sala 1947 an de, keça wê Nezîhe xanim bû xwež hêlîn ji Dr. Nûrddîn Zaza.. Dema ku Dr. Nûreddîn li Beyrûtê bû pirê caran li mala keça wî Nezîhe xanim dibû mêvan.. Û sala 1963 an, di rêka malbata Alsulih re xwe gîhand birêz Kemal Cinbilat, dema ku wezîrê hundirê Libnanê bû û di rêka wî re, karîbû gelekan ji kurdên Libnanê, bike xwedî nasnameya Libnanî, hem jî di wê salê de/1963an, destûra avakirina (Civata Kurdî Ya Lubnanî ya Qenciyê) bi rengekî fermî ji hukumeta Libnanî stand.. Ta roja îro ev Civata Qenciyê di karê xwe de berdewam e, wek balyozxaneyeke kurdîye li Beyrûtê. Di roja 09.06.2014 an li Beyrûtê ez çav bi kalemêrê kurd Režid Xello, yê ku bi navê (Sofî Režo), di nav kurdên Libnanê de tê nas kirin. Min jî wek te pirsa Mîr Kamîran Bedirxan jê kir, wî wiha bersiva min vegerand: Sofî Režo, bi keser û têr û tesel ji min re behsa Mîr Kamîran Bedirxan kir û gelek çirok û çîvanokên kurdên Libnanê û Beyrûtê ji min re gotin.. Erê, bi têr û tesel ji min re qala Mîr Kamîran û rola wî di nav kurdên Beyrûtê de kir... Û got: ″Mîr Kamîran di sala 1948 an de ji Fransa hat Beyrûtê, dibistanek ji me re di serê sûka Xudra, nêzîkî sînema Rîvolî vekir û ji Kurdên Beyrûtê re got: Ezê Serê Beyrûtê û Heriž ji we re bigrim, xaniyan ji xwe re di wan de ava bikin.. Lê, em razî nebûn.. Gelekan ji me gotin; em nikarin herin di nav wawîk û roviyan de xaniyan ava bikin..! Hina digot em ê vegerin Omeriyan..!″  Hem jî Sofî Režo got: Mîr ji me re digot: ″Ez zanim ku hun nizanin bixwînin, lê rahêjin cerîdekê bela di destê we de be..  Lê sed mixabin, me bi ya Kamîran Beg nekir û wiha pižtî du sê heyvan wî jî, ew dibistan girt û zîvirî Parîsê..″  Li dor qenciyên malbata Samî Alsulih bi kurdan re got: ″Samî Alsulih ji sala 1943 an ta sala 1958''''''''''''''''''''''''''''''''an û kužtina Kemîl Žemûn serokwezir bû, gelekî ji me kurdan re qenc bû,. Wî nasnameya Libnanî da gelekan ji me.. û ji me re digot: Tižtê xerab nekin, wekî din hun çi dikin bikin ez li pižta we me, ezê we ji hebsê derînim..″  Bi vê dîdarê tê naskirin ku Mîr Kamîran Bedirxan du carî dibistan li Beyrûtê ji vekirine, carekê sala 1943 an û carekê sala 1948 an.
Keko! Ez ji dil û can Teza te ya doktorayê li dor jiyan û xebata Mîr Dr. Kamîran Bedirxan pîroz dikim û dibêjim ku ez û te wî bi bîr neynin, ma wê kî wî bibîr bîne..?!
Konê Rež, Qamižlo, 01.01.2018


 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 5
Bi Tevahī Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark