Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Diyaloga kurdî û pêwistiyên wê

 


Mehmûd Biro

Di dema dawî de dengoyek belavbû ku dibê dan û standin û lihevhatin dinavbera herdû hêzên siyasî li  Rojavayî Kurdistanê dest pê bikin.
Di prinsîpên kurdewarî de karekî gelek pîroze. Herweha di serdemeke wek îro de gelek giringe ku ev lihevhatin pêkbê û yekrêzî dinava kurdan de dirust bibê , jiber kû yekrêziya mala kurd kilîta serekî ye jibo çareserkirina hemû pirsgirêkan. Herweha bihêzkirina pêgeya kurde dinava Sûryê û cîhanê de, biteybetî di civînên internasyonal de yên girêdayî pirsgirêka Sûryê bigiştî, û pirsgirêka doza kurd ya rewa, wek miletekî liser xaka xwe ya dîrokî.


Dibehweriya min de hin xalên giring hene ku divê herdû bereyên siyasî biwan pabendbin û bizmanekî zelal ligel milet biaxivin.
Ji aliyê ENKS ve av xalên jêrî ne:
1    Lêbûrîna xwe jigelê kurd bixwazin jibo ku nikarîbûn miletê xwe biparêzin, tevlî ku hêzeke wê xwirt heye binavê leşkerê rôj.
2    Lêbûrînek teybet jibo xelkê çiyayê kurmênc jibo ku tu xizmet bo wan nekirin  ji tirsê dewleta Tirk ku jiwan aciz bibê.
3    Pêwiste rêberên wê yên siyasî ji derveyî welat vegerin nava xaka Rojavayî Kurdistanê û limilet xwedî derkevin, biteybetî li belengaz û hejaran û xizmetê bo wan bikin. Herweha qutbûna têkilyan ligel rêcîma Tirk.
4    Pêwiste kû jinava Itilafê derkevin, jiber ku heta îro Itilafê xêra kurdan nexwestîye. Vajî wêjî, zêdetir dijminatiya miletê kurd kiriye, û nimûneyê çiyayê kurmênc û zordariya berdewam ya hêzên Itilafê yên corbicor liser xelkên me bikuştin û serbirîn û bumbebarankirin û destdirêjî liser termên jina kurd ya canfida û koçberkirina bizorê jibo hazaran jigelê me.
5    Pêwiste rêberên ENKS bizûtirîn wext de ji Turkyê derkevin, û helwesta xwe bizelalî beramberî dewleta Tirk nîşan bidin, û têkilbendiyên siyasî, diplomasî ji yên istratêcî û çarenûsî veqetênin.

Jialiyê TEVDEM ve, av xalên jêrî ne:
1    Lêbûrîna xwe ji gelê kurd bixwazê, biteybetî dayikên wan cangoriyên ku liser destê hêzên wan yên leşkerî canê xwe winda kirin.
2    Lêbûrînek teybet jibo xelkê çiyayê kurmênc jibo vekişandina wan jiwê herêmê  ya bipilan û erênîiya dewletên zilhêz.
3    Pêwiste têkilbendiyên xwe yên nehêni ji recîma Sûryê, û Iraqê û Iranê qutbikê.
4    Pêwiste ku jibo netewa kurd kar û xebata xwe ragihênê, û hemû girtiyên zindanan azadbikê, biteybetî endam û aligirên ENKS.
5    Kar û pilandanîn jibo avakirina  leşkerkî niştimanî kurdistanî yekgirtî ji van hêzan, YPG;YPJ û pêşmerge.

Heger pêkve  livan xalên jorî xwedî dernekevin tu carî nezîkbûna wan ava nabê, û ev kar dibê wek ku xwelîyê bikin çavên xelkê de da ku ber xwe nebînin. Wata şikestinên xwe û kêmaniyên xwe veşêrin.
 
Heger livan xalên jorî xwedî derkevin, mêza diyalogê zor bihêz dibê, behweriya gel biwan xwrttir dibê, pêgeya wan bihêztir dibê û roja azadiyê nêzîktir dibê., û eveye xwesteka kolana kurdî dibehweriya minde.

Oslo: 01.06.2018

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark