Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Awireke pelenūsī di pirtūka “Ramanek”ź de

 


Bavê Zozanê

Îro min xwendina pirtûka çîrokan a bi navê “Ramanek”ê tewaw kir, ku ew bi xwe ji 13 kurteçîrokan pêk tê. Pirtûk a nivîskarê Kurd Sêf Dawid e ku bi navê Lewend Dalînî di warê nivîsandin û pelenûsê de tê naskirin.

Pirtûk jî 105 rûpelan pêk tê ji qetên navîn, çapa yekem jî wežanxaneya Dar Alzeman, Žam-Sûriye 2012, lê li qapê dawî wisa hatiye nîžankirin: Dar Alyenabîh. Çima du wežanxane, ez nizanim? Erê pirtûk çapa 2012 ye lê nû hatiye belavkirin li bajarê nivîskar Qamižlo yê Rojavayê Kurdistanê.


Wek nivîskar dibêje pirtûka wî du coreyên çîrokê - ji rexê demê ve- hembêz dike, berî Tevnetorê -Internetê-û pižtî wê, wisa jî kurtejiyana xwe bi zelalî raberî xwîneran dike. Pêžgotina pirtûkê jî ji aliyê lêkolînvan û mamoste Brahîm Mehmûd ve hatiye nivîsandin.

Bi kurtî dixwazim bêjim -Helbet ev nerîna min e - ku tižtê sereke di çîrokên “Ramanek”ê de bala min kižand, yek jê ew bû ku bi rastî kurt bûn ji vê jî bawer im ku xwîner tu carî bi xwedina wan re aciz nabe, ji xwe divê ev mexseda hemû nivîskaran be ku karibe ramana xwe bi hêsanî di dilê xwendevanên xwe de biçîne bê zor û fižar û tevlîhevkirin.

Ya duyem ew e ku nivîskar Lewend Dalînî çîrokên xwe bi žêwekî hêsan û zimanekî nerm û xwež nivîsîne, nêzî civata rojane ne, bi zaravê Kurmancî ne ku bala her kesî zû dikara bikižîne wisa dûrî peyvên tarî, dûrî hevokên vežartî û bê alozî û kelem û girêkan peyvên xwe dirêse û li hevdu tîne.

Babetên çîrokan, nivîskar bi taromeke žehrezayî çend wêneyên civakî ji me re kižandine. Ji xwe ne xem e ku hin ji wan fotografan wek bîranînên daner bi xwe jî bin.

Bêguman žažtiyên çapê hene di nivîsandina hin tîpan de nemaze ew tîpên xisal ên Kurdî, yek caran jî daner di hevokên hindik de, di navbera pîlan de žaž diçe. Tîpa (Û) bi pirbûn hatiye bikaranîn, ne žaž e ku carna ji dêvla wê ve (,) bê bikaranîn. Divê ji bîr nekim ku rûpelên 33 û 99 û 100 spî hatine kižandin, nizanim žensê min e ku diyariya min wisa derket yan hemû kopî wisa ne?!

Dixwazim bêjim ku daner her çîrokek bi awa û žêwazekî ciyawaz nivîsiye, carna jî hozanvaniya xwe tevî hestên xwe yên nazik di çîrokê de berz dike nemaze di çîroka “Nama Penaberekî” de. Ji xwe ez bawer dikim ku daner xwe ji bîr kiriye ku çîrokê dinivîse - Dema ku ez li kolanên welat ê biyanî yê bê salox û bê pêjin mam!.. Bila rîhana di pencera xaniyê mey axî de, nebihîze qene neçilmise...

Wisa jî di her deh xêzên dawî de ji rûpela 29an ji çîroka “Evîna Bajarekî”, gemiya wî li ser rûyê pêlên deryaya çavên wê siwar dibû û di nav rengên wan de têkilî pêlan û himbêzî sira bayê payîza Stembolê dibû û pêre pêre diket kûrahiya ramanên tevzînokên dilê xwe û wê de. Ji xwe min dixwest ku ew bi xwe li ser qapê dawî bihatana nivîsandin.

Yek caran jî daner hevokên hûrikî di hin çîrokan de pêk tîne ku nêzî awayê nivîsandina romanê bûye wek çîroka -Birîna axiftî-rûpela 56 xêza dehan û bi jêr de, ji xwe sernavê çîrokê bi xwe jî sekinandineke pêžemalî jê re pêwist e.

Di çîroka “Ramanek”ê de, di rûpela 39an de, çend gotinan bala min kižand: Rengînê cila? Nanê bi tisî? Çima bi. Das û qeynax? Radîya? Çima ne Radyo. Balgeh? Çima ne palgeh. Temberî? Paîtext? Gelek hevok wek ne di rêza xwe de hatine ango ne li pey hev hatine eynî hevokên hevwate. Ji xwe çîrok bi xwe jî ez wek endîže (xatîre) nav lê dikim, yan jî tižtekî pir nû ye di vî warî de.

Ez naxwazim li ser hemû çîrokên “Ramanek”ê di vê awira bilez de bisekinim ji ber wek proje di pažerojê de divim ku her çîrokekê ji vî bexçê rengereng bi serê xwe vekolîn û serhevde bikim.


Dawî dikim bêjim ku eger bi dawiya hin çîrokan re bi daner re ne hemfikir bim, lê ev nayê wateya ku çîrok ne behzatî hev in, belê žewq û žemala wan her wê pirtûkxaneya Kurdî bixemlîne.


 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 5
Bi Tevahī Deng: 8


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark